Li Başûr, dema mijar azadiya çapemeniyê be qanûn bi cih nayên anîn-2

Li Başûrê Kurdistanê, her çend derfet hene ku mirov rojnameyekê biweşîne yan jî organeke din a weşanê çap bikin, zehmet e ku mirov di van organên weşanê de nêrînên xwe bi awayekî azad vebêjin.

Di beşa yekemîn de me bi agahiyên statîstîkî re hin binpêkirina mafên mirovan û zehmetiyên li pêşiya çapemeniyê li Başûrê Kurdistanê ragihand. Di vê beşê de jî bi nêrîna hin rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê re em ê hewl bidin van binpêkirinan analîz bikin.

Li Başûrê Kurdistanê, her çend derfet hene ku mirov rojnameyekê biweşîne yan jî organeke din a weşanê çap bikin, zehmet e ku mirov di van organên weşanê de nêrînên xwe bi awayekî azad vebêjin.

PÎVANA AZADIYÊ BI NÊZÎKBÛNA XWE YA LI PARTIYAN TÊ PÎVANDIN

Rojnamevan Kemal Çomanî yê di sala 2014'an de li Swêdê di konferansekê de li ser mijarê pêşkêşiyek kir destnîşan kir, ku li Başûrê Kurdistanê azadiya vegotinê nîne. Çomanî bal kişand ser sedemên binpêkirinan û anî ziman ku li Başûr çar cureyên medya hene. Çomanî got, "Ev; medya alîgir, medya mûxalefetê, medya siyê û medya azad in."

Sernivîskara rojnameya Kurdistanî Nû Stran Abdullah jî vê kategoriyê jî li gorî qada serdestiyê ya partiyan destnîşan dike: Hewlêr, Duhok, Zaxo qada çapemeniya PDK'ê, qada Soran a YNK û partiyên din e. Li van herêman her çend hin organên weşanê û rojnamevanên serbixwe hewl didin lê bimînin jî, xwedî derfetên rojnamevaniyeke azad nînin.

Ji bo mafê rojnamevanan neyên binpêkirin, parastina ji aliyê partiyeke siyasî yan jî cihgirtina di nava xeta wê partiyê de, li ser rojnamevanan tê ferzkirin.

Kemal Çomanî ragihand ku di nava 23 salên desthilatdariya PDK û YNK'ê de 30 cînayetên polîtîk rû dane, lê belê tevî vê yekê jî heta roja îro kesekî bi tenê jî dernektine pêşberî dadgeriyê.

Stran Abdullah jî der barê mijarê de got, "Mixabin mafên çapemeniyê tên binpêkirin. Mînak; aqûbeta lêpirsîna li ser kuştina rojnamevanên salên dawî de, hînê ne diyar e. Hevsengiyên siyasî yên li vê derê, li pêşiya ronîkirina rewşên bi vî rengî asteng in. Divê dewlet van cînayetan ronî bike, lê nake. Li Tirkiyeyê 'dewleta kûr' tê gotin. Li vir jî heman tişt e. Lewma bûyerên bi vî rengî kiryar nediyar dimînin."

QANÛN CUDA YE, PÊKANÎN CUDA

Derfet kêm be jî çapemeniya azad li Başûrê Kurdistanê ji bo mafên mirovan û demokrasiyê têdikoşe û ji ber vê têkoşîna xwe rastî êrîşên berfireh tê.

Endama Rêveberiya Sendîkaya Çapemeniyê Hana Şivan li ser mijarê ev nirxandina balkêş ji me re kir: "Li Başûrê Kurdistanê piraniya saziyên weşan-çapemeniyê di bin kontrola partiyan de dixebitin. Ji xwe temamiya saziyên mezin ên çapemeniyê ji aliyê partiyên siyasî ve hatine avakirin. Ji ber vê yekê, kedkarên çapemeniyê yên di van saziyan de dixebitin, nikarin derkevin derveyî xeta siyasî ya van partiyan. Lê ji bilî vê saziyên ku weşangeriya azad dikin, dixwazin rastiyan bigihînin gel û ji bo sîstemek demokratîk têdikoşe, hene."

Ev nirxandinên Şivan, ji bo nîşandana rewşa tirsnak a çapemeniya li Başûrê Kurdistanê, gelekî girîng in.

Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Çapemeniyê li Silêmaniyeyê Karwan Enwer jî da zanîn ku ji aliyê wergirtin û belavkirina nûçeyan ve çapemenî rastî pirsgirêkên cidî tê. Enwer got, "Hûn nikarin bi awayekî azad xwe bigihînin her nûçeya girîng dibînin. Her çend di qanûnê de ev maf hebe jî, di pratîkê de hûn li gelek astengiyan rast tên. Li gorî qanûnê, girtina rojnamevanan ji ber karê xwe, qedexe ye. Lê li gorî daneyên me yên sala 2015'an, li Duhok û Zaxoyê gelek rojnamevan ji aliyê hêzên asayîşa PDK'ê ve hatin girtin."

'LI HERÊMÊN PDK'Ê ASTENGÎ ZÊDETIR E'

Sernivîskara rojnameya Kurdistanî Nû Abdullah da zanîn ku pêkanînên li hemberî rojnamevanan li gorî herêman jî tên guhertin û got, "Hema bêjin hemû saziyên çapemeniyê, bi partiyeke siyasî ve girêdayî ye. Çawa ku li hin herêmên Başûrê Kurdistanê hin partî serdest in, di mijara çapemeniyê de jî heman tişt heye. Mînak; çapemeniya Hewlêrê, çapemeniya Silêmaniyeyê, çapemeniya Behdînan. Li herêmên Hewlêr û Behdînanê cihê PDK lê serdest e, mercên çapemeniya azad nînin. Her tişt li gorî berjewendiyên partiya wan dibe. Li Silêmaniye û Kerkûkê, ku Kerkûk li gorî destûra bingehîn a Iraqê statuya xwe ne diyar e, lê rêveberiya xwe bi YNK'ê ve girêdayî ye, çapemenî hinekî din azad e."

GIRTINA ORGANÊ WEŞANÊ NÎNE, LÊ...

Me lêkolîn kir, ku organeke weşanê ya hatiye girtin na qedexekirin heye yan na. Lê belê di nava ti çavkaniyê de me dît ku rewşeke bi vî rengî nîne.

Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanan li Silêmaniyeyê Enwer anî ziman ku di qanûna li ser qanûna çapemeniyê ya destûra bingehîn a Başûrê Kurdistanê de pêşî li girtin an jî qedexekirina organên çapemeniyê hatiye girtin.

Enwer diyar kir ku sedema girtinê nîne, ji ber ku organên weşan-çapemeniyê di bin kontrola partiyan de hatine vekirin û got, "Lewma her yek bi partiyekê ve girêdayî ye. Ji ber vê rewşê jî, girtina wan nabe. Yanî nebûna girtinê nayê wateya azadiya çapemeniyê."

ÇAPEMENIYA AZAD HAT BÊDENGKIRIN: DÎHA, ROJÎ WELAT Û TRUSKE HATIN GIRTIN

Lê divê rewşek li astengiya weşanê bê zêdekirin... Di sala 2014'an de hikûmeta herêmî çapemeniya azad bi taybetî kir hedefa xwe. Di vê çarçoveyê de di 20'ê Gulana 2014'an de Nûnertiya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya Hewlêrê û nûnertiyên kovarên Rojî Welat û Truske yên li Duhok û Zaxoyê hatin girtin. 4 xebatkarên ajansê û kovaran hatin binçavkirin. Tevî ku girtin li gorî qanûnan hatiye qedexekirin jî, ev yek pêk hat.

Hêzên asayîşê yên ser bi hikûmeta herêmî yên DÎHA û Rojî Welat girtin, bêyî sedemekê nîşan bidin, dest danîn ser hemû arşîvan û kelûmelên li van ofîsan bi mehan li xwediyên xwe venegerandin. Tevî hemû serlêdanên li saziyên fermî jî careke din destûr nehat dayîn ku ev saziyên çapemeniyê bixebitin.

Endama Rêveberiya Sendîka Çapemeniyê Hana Şivan bal kişand ser zor û zehmetiyên jin li qada çapemeniyê dikişînin û gt, "Mîna qada siyasetê di qada çapemeniyê de jî mêr serdest e. Ne tenê ji aliyê fîzîkî, ji aliyê zîhniyetê ve jî. Mînak; jin çiqasî têrker û bi huner be jî, di pîşeyê de çiqasî bi bandor be jî, bi qasî mêrekî ne xwedî derfetê dîtina kar e."

ŞERT Û MERC ZEHMET DIBIN

Hana Şivan di dewama axaftina xwe de got, "Li Başûrê Kurdistanê beriya 5-6 salan meşandina karê rojnamevaniyê hêsan bû. Îro gelek astengî li pêşiya çapemeniya azad e. Tevî ku qanûn pêşî li rojnamevaniyê vedike jî, di pratîkê de ev nayê dîtin."