Şampiyonê Boksê Îsmaîl Ozen gundê Zergelê ziyaret kir
Şampiyonê Boksê Îsmaîl Ozen, gundê Zergelê yê di sibeha 1'ê Tebaxê de ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hat bombekirin, ziyaret kir.
Şampiyonê Boksê Îsmaîl Ozen, gundê Zergelê yê di sibeha 1'ê Tebaxê de ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hat bombekirin, ziyaret kir.
Şampiyonê Boksê Îsmaîl Ozen, gundê Zergelê yê di sibeha 1'ê Tebaxê de ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hat bombekirin, ziyaret kir.
Şampiyonê Elmanya Îsmaîl Ozen ê li bajarê Elmanya Hambûrgê dijî û ev 9 sal in boksoriyê dike, gundê Zergelê ziyaret kir û ji malbatan re sersaxî xwest.
Ozen ji bo tevlî çalakiya nobedê ya li Pirsûsê bibe jî çûbû Pirsûsê û alîkariya bingehîn a ji 20 tonî ya li Elmanyayê berhev kiribû, li Kobaniyan belav kiribû. Ozen ê ji Dêrsimê di heamn demê de ragihand ku ew ê beşeke mezin hatineyên di pêşbirka Şampiyoniya Ewropayê ya meha Kanûnê de bi dest bixe, bide zarokên Kobanê.
PIŞTÎ KOBANÊ HAT ZERGELÊ
Ozen ji aliyê endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Savaş Amed, Hevşaredarên Qendîlê Emîne Ahmed Abdullah û Mûhammed Hasan Hamed ve hat pêşwazîkirin û piştre malbatên şehîdan ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir, sersaxî xwest. Ozen bi malbatên şehîdan re li cihê komkujiyê daxuyaniyek da.
'LI ZERGELÊ SIVÎL HATIN QETILKIRIN'
Ozen diyar kir ku dewleta Tirk ji raya giştî ya cîhanê re îdîa dike ku li sivîlan nedaye û got, "Lê belê piştî hatim vê derê min dît ku rewş ne weke ku dewleta Tirk dibêje ye." Ozen da xuyakirin ku qetilkirina sivîlan rewşeke tirsnake û destnîşan kir ku her çend ev rewş tê dîtin jî dewleta Tirk îdîa dike ku sivîl qetil nekiriye.
'GERÎLA LI ÇIYÊ YE, LI ZERGELÊ GEL HEYE'
Ozen da zanîn ku gerîla li serê çiyê ne, li Zergelê sivîl hene û destnîşan kir ku wî bi çavên xwe dîtiye, îdîayên dewleta Tirk ên 'me sivîl qetil nekirine' derew in.
Ozen bi vî rengî ji Recep Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê re axivî: "Tu dibêjî ku te sivîl qetil nekiriye. Lê em her roj bi çavên xwe dibînin ku yên jiyana xwe ji dest didin hemû sivîl in. Hûnê di nava xwîna dê, bav û zarokên we li vir qetil kirine, bifetisin. Di hemû daxuyaniyên çapemeniyê de hûn dibêjin ku we gelê sivîl qetil nekirine. Min bi çavên xwe dît ku yên we qetil kirien hemû sivîl in. Li ser gelê sivîl ê ji bo rizgarkirina jineke 60 salî ji mala xwe derket, we bombe barandin û bi giştî 8 sivîl qetil kirin, 6 mal hilweşandin. Ev şerma mirovahiyê ye. Û divê ti kes li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemîne."