Pevçûnên li Geliyê Doskî didomin

Artêşa Tirk li qada Geliyê Doskî ya girêdayî navçeya Gever a Colemergê ya di kontrola gerîlayan de ye operasyonek da destpêkirin. Di encama operasyonê pevçûnên ku rû dan didomin.

Artêşa Tirk li qada Geliyê Doskî ya girêdayî navçeya Gever a Colemergê ya di kontrola gerîlayan de ye operasyonek da destpêkirin. Di encama operasyonê pevçûnên ku rû dan didomin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku artêşa Tirk di çarçoveya operasyonê de herêm bi hawan, obus û tankan bombe dike.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye: “2’yê Îlonê (îro) saet 10.00 artêşa TC li qada Geliyê Doskî yê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê operasyoneke berfireh daye destpêkirin. Bi helîkopterên Skorsky leşker danîne qada Çelareşkê û bi berfirehkirinê xwestine operasyonê bidomînin. Saet 11.00'an li Girê Glord û Geliyê Doskî di navbera leşker û hêzên me yên gerîlayan de pevçûn derketin. Hêzên me bi awayekî bi bandor li her pênc baskên operasyonê yên dixwestin ber bi Oremarê ve pêşde biçin dane. Di encamê vê de gelek windahiyên artêşa TC bi çavan hatiye dîtin. Li van qadên di kontrola hêzên me yên gerîlayan de pevçûn hê jî didomin. Artêşa TC di heman demê de di çarçoveya operasyonê de qad bi hawan, obus û tankan bomberdûman kiriye. Wê detayên der barê vê operasyon û pevçûnan de paşê bên aşkerakirin.”