Polîsan li Silopiyayê kesek birîndar kirin
Li Taxa Cûdî ya Silopiyayê polîsan wesayîta ku dişopandin gulebaran kirin, di encamê de kesek birîndar kirin.
Li Taxa Cûdî ya Silopiyayê polîsan wesayîta ku dişopandin gulebaran kirin, di encamê de kesek birîndar kirin.
Li Taxa Cûdî ya Silopiyayê polîsan wesayîta ku dişopandin gulebaran kirin, di encamê de kesek birîndar kirin. Li Taxa Cûdî ya navçeya Silopiya ya Şirnexê, polîsên ku TIR’ek dişopandin li ser Rêya Îpekê xwe bi cih kirin û li derdorê xwe gule reşandin. Gelek gule li TIR’a ket taxê, malên li ser her du aliyên kolanê û wesayîtên li ser rê parkkirî ketin. Ji ber vê gulebaranê kesek birîndar bû.
Piştî polîs vekişiyan li navçeyê dengê çekan bi qismî kêm bû.