Rêya sewqiyata leşkeran hat girtin

Rêya di navbera Colemêrg-Şirnexê de di encama çalakiya sabotajê ya gerîlayan de hat girtin.

Rêya di navbera Colemêrg-Şirnexê di encama çalakiya sabotajê ya gerîlayan de hat girtin.

Îro saet nêzî 03.00 gerîlayan li hember pira li nêzî gundê Arûşe ya Rêya Îpekê di ser re diçe û di navbera Şirnex-Colemêrgê de ye çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiya sabotajê de rê hat girtin û di heman demê de ket bin kontrola gerîlayan.

Rêya di navbera Colemêrg-Şirnexê de bi taybet ji ber ku gerîlayan rêya Colemêrg-Çelê ev mehekê girtine tenê ji vê rêyê sewqiyata leşkerî tê kirin.

Ev çalakiya gerîlayan ji aliyê yekeyên wezîfedar ên HPG’ê jî hat piştrastkirin û hat ragihandin ku têkildarî mijarê wê daxuyaniyeke berfireh bê dayîn.