2 kes li Amedê hatin binçavkirin

Li Pîranê şevê din operatorê kepçeyê Fesih Kaya hat binçavkirin û li navçeya Gêlê jî di serdegirtina malan de Hevserokê berê yê DBP'ê Yaşar Aydin hatin binçavkirin.

Li Pîranê şevê din operatorê kepçeyê Fesih Kaya hat binçavkirin û li navçeya Gêlê jî di serdegirtina malan de Hevserokê berê yê DBP'ê Yaşar Aydin hatin binçavkirin.

Li navçeya Pîranê ya Amedê şevê din polîsan operatorê kepçeya şaredariyê Fasîh Kaya ji bo îfadeyê bangî Midûriyeta Polîsan kir û li midûriyeta polîsan binçav kirin. Kaya li Midûriyeta Polîsan a Pîranê tê girtin.

LI GÊLÊ JÎ KESEK HAT BINÇAVKIRIN

Li navçeya Gêlê ya Amedê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Hevserokê DBP'ê yê Berê Yaşar Aydin binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Gêlê. Nehat zanîn ku çima hatiye binçavkirin.