Fermandariya YPG'ê ya Kobanê konferans lidar xist
Fermandariya YPG’ê ya Kobanê piştî berxwedana dîrokî ku li tevahiya cîhanê deng veda, konferansek lidar xist.

Di konferansa ku mijarên siyasî, leşkerî, rêxistinî, pirsgirêkên derketine holê bi awayekî berfirehî hatin nirxandin de, gelek biryarên girîng hatin girtin.
Konferans bi navê “Konferansa Berxwedana Kobanê ya YPG’ê” di navbera 23’ê Tebax û 1’ê Îlona 2015’an de bi beşdariya 215 delegeyan hate lidarxistin.
Li gorî nûçeya ANHA'yê ku agahî ji çavkaniyên YPG’ê girtiye, di konferansa ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat de, li ser mijarên wekî, "Bûyer û qewimînên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn, Kurdistan û qada navneteweyî, tespîtkirina pirsgirêkên leşkerî û rêxistinî yên di pêvajoya şer û berxwedana Kobanê de derketine holê, rexne û rexnedayîn” nirxandinên berfireh hatin kirin û biryarên girîng hatine stendin.
Çav li rê ye ku encamnameya konferansê sibe ji raya giştî re bê aşkerakirin.