Karayilan: Berxwedana niha tê meşandin berhema serhildana 25 salan e

Karayilan got, "Berxwedana îro li bajaran dimeşe berhema serhildana 25 salan e. 25 sal berî vê li Cizîrê û Nisêbinê serhildana gelê Kurd destpê kir û heta niha niha tim bi rêbazên bêçek hat meşandin."

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan got, "Berxwedana îro li bajaran dimeşe berhema serhildana 25 salan e. 25 sal berî vê li Cizîrê û Nisêbinê serhildana gelê Kurd destpê kir û heta niha niha tim bi rêbazên bêçek hat meşandin. Lê hovîtiya polîsê AKP gelê Kurd neçar kir ku di taxan de xwe biparêze û bi çek parastina xwe bike."

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan ji Stêrk TV re axivî û polîtîkayên şer ên AKP'ê, berxwedana gelê Kurd û berxwedana gerîlayên HPG'ê li Bakurê Kurdistanê nirxand.

Piştî êrîşên dewleta Tirk û AKP’ê yê 24’ê Tîrmehê bi giştî rewş li Kurdistanê û Tirkiyê guherî. Li Kurdistanên hewldanên xweseriya demokratîk avabû û misîlemeyê HPG dijwartir bû wê ev pêvajo berê xwe bide ku?

Li hemberî êrîşê dagirkeriyê gelê me berxwe dide û şehîdan dide hemû şehîdên berxwedana gelê me bi bîr tînim û li hemberî wan serê xwe ditewînim. Bîranina wan wê di têkoşîna me de jiyan bibe. 
Bêguman pêvajo bi êrîşa giştî ya AKP û dewleta Tirkiyê yan jî di pêşengtiya Erdogan û AKP’ê de dewleta Tirk di 24’ê tîrmehê de êrîşekî giştî pêşxist. Lê bi esasî wana hêj beriya hilbijartinê gotin, ‘pêvajo nîne, pirsgirêka Kurd nîne’ ew pêvajoya ku bi keda Rêber Apo pêk hatî înkar kirin. û cih bi cih êrîş pêşxistin. Nimûne; li Diyadinê êrîş pêşxistin û hevalên me şehîd ketin. Cardin 30 hezîranê de balafiran êrîş kirin. Li herêma Oramarê êrîş anîn ser quwetê me. Lê me bersiv neda û em sekinîn. Êrîşa xwe ya herî mezin tecrîda li ser Serokatiya me ye. Ango berê jî me got, ‘tecrîd tê wateya şer, rêbazekî şer e.’ Her kes dizane di qanûnê komara Tirkiyê de her girtî mafê xwe heye. Mafê xwe heye ku malbat û parêzgerê xwe bibîne bi derve re têkilî çêbike heye. Ev nêzî 6 meh in têkiliyê kesî bi Rêber Apo re çêbûye? Na. Ev êrîşek e û şer e. Niha di kîjan hiqûqê de heye însanek 6 meh têkilî pê re qut bibe. Hem jî însaneke ku bi mîlyonan însan pê girêdayî ye û hêvî jê heye. Her wiha ev rêbaza aştiyê li Kurdistan û Tirkiyê pêş xistiye li hemberî kesekî wisa bi vî awayî binpêkirina qanûnê xwe şer raber dike. Cardin wî demî me li hemberî vê bertek raber nekir. Kengî di 24’ê tîrmehê de êrîş bû êrîşa giştî û tunekirinê çêbû me destpêkir. Di dîroka komara Tirkiyê de êrîşa hewayî ya herî mezin di 24’ê tîrmehê de hat pêşxistin. Balafiran 400 caran li ser navendên me êrîş pêş xistin. Xwestin rêveberiya me tune bikin. Serokê vî gelî xistine tecrîdê êrîşa psikolojîk li ser heye û xwestin rêveberiya din a tevgerê jî tune bikin. 
Ya din li ser ciwan û gelê Kurd heman şevê operasyon destpêkir. Ev operasyoneke giştî ye. Tenê ne li ser gerîla û Serokê Kurd e. Na li ser gelê Kurd û çepê Tirkiyê ye. Komkujiya Pirsûsê êrîşek li ser çepê tirk e. Dema êrîşek wisa pêk hat em jî neçar in bersiv bidin. Niha tiştê gerîla dike mafê xwe yê rewa yê parastinê ye. Kesek nikare ji me bixwaze em stûyê xwe dirêj bikin ew jî werin serê me jêbikin. Heman demî li ser gelê Kurd ciwanên Kurd êrîşek heye. Şeva ku li ser baregehê gerîla êrîşê hewayî berfireh destpêkir heman şevî li gelek deverê Kurdistanê li ser taxan êrîşê polîsên taybet çêbû. Ango êrîşeke giştî ye. Li hemberî vê gerîla rêbazê xwe yê parastinê pêşxist. 

Beriya niha PKK û KCK’ê daxuyanî dan ku hedefên HPG’ê diyar in û hêj HPG tam neketiye dewrê. Hûn van mijarana çawa dinirxînin?

HPG jixwe parastinê dike. HPG êrîşên li ser gel misîlemeyê wê dike. Hêj HPG neketiye êrîşê. Amadekariya HPG hêj zêdetir heye nîşaneya wê li pêş çapemeniyê hat pêşxistin. Nimûne; li Stenbol û Adanê çalakiyên fedaî çêbûn HPG vana rawestand. Heta çalakiyên berfirehtir di rojeva HPG’ê de bû vana rawestan. Niha di astekê de HPG têkoşînek dimeşîne. Ev têkoşîna parastin û rewa ye. Mafê xwe yê rewa bikartîne. Heman êrîş li ser gel û ciwanên Kurd pêşket. Ew jî wekî berê destê xwe nedan ser hev. Qonaxa em gihiştine vêya ji me dixwaze. Berxwedan dixwaze û berxwedan pêşket. Niha rêveberiya xweser tê îlan kirin lê vana dûvre ketin rojevê. Roja êrîş li ser ciwan û taxan pêşket li gelek deverê Kurdistanê gelê me nehişt polîs têkeve taxan. Çima? Ji ber ku polîs însanan digre, dikuje û zilmê dike. Ango li hemberî zilmê berxwedanek pêşket. Dûvre formûlasyona wê ya siyasî ket rojevê û xweseriya demokratîk hat îlan kirin. Ango li hemû derê li dijî êrîşê berxwedan heye. Heman demî li ser Serokatiya me zextek heye û Serokatiya me li berxwe dide. 

Ew bi van êrîşan dixwazin çi bikin? Divê gelê me û dostên me hemû bizanibin vana dixwazin derbe li gerîla bidin û gerîla lewaz bikin. Derve li gelê me bidin û wan bitepisînin. Dixwazin ciwanan têxin zindanê wan bitirsînin û terbiye bikin. Derve li çepê Tirk bidin ku çima îtîfaq bi gelê Kurd dikin û bi vî awayî di hilbijartinan de HDP di bin bendavê de bihêlin. Ango planê Erdogan ev e. Niha tê gotin Erdogan ev şer ji bo qesra xwe dike û şerê desthilata Erdogan e. Ev rast e, lê ev heqîqetek e Erdogan tenê ev şera nameşîne. Di hundirê dewletê de jî derdorê ku ji pêşveçûna tevgera Azadiya Kurdistan nerehet ew jî beşdar bûne. Lê bi esasî Erdogan vî şerî ji bo gelê Kurd ray nedayê ji bo ders bide gelê Kurd û bipelçiqîne û pêşiya diktatoriya xwe veke vî şerî bi rê xist. Û dixwaze me paşve bixîne. Em wekî Kurd azadiya Kurdistan û demokrasiya Tirkiyê em gihiştin astekê. 

Ev ast herî baş di hilbijartinê 7’ê hezîranê eşkere bû. Ango ji sedî 13 ray û piştevaniya gel derket holê. Ev îradebûn û astek e. Di Kurdistanê de yekem e. Di tevahî dîroka Kurd de yekem car gelê Kurd bi piranî bû yek. Berê her serhildanek Kurd çêdibû lê piranî gelê Kurd jî bi dewletê dibû yek û diçû ser bi vî şêwazî hemû serhildanên Kurd hatiye pelçiqandin. Lê yekemîn car di hilbijartinên 7’ê hezîranê eşkere bû ku gelê Kurd ji serî 60-70 yekîtiya xwe çêkiriye.  Û vana dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe û çareseriyê di xweseriya demokratîk de dibîne. Projeya HDP’ê çi bû? Xweseriya demokratîk bû. Vî gelî raya xwe da xweseriya demokratîk, Tirkiya demokratîk. Xwestin bi rêya demokratîk ev pirsgirêk çareser bibe. Erdogan û yê di hundirê dewletê pê re vêya red kirin dixwazin derbe li me bidin û me paşde bidin. Ji sedî 13’an daxînin ji sedî 7-8. Em vêya qebûl nakin. Emê çima qebûl bikin? Em bi hêsan nehatine vî astî. Me ked daye. Vî gelî ewqasî ewladê xwe dane berxwedana 40 salî heye kedek mezin heye. Ev gel feqîr e û belangaz e. Her tişt ji dest hat girtin, dîrok û ziman ji dest hat girtin. Gundê xwe ji dest hat girtin. Tiştê xwezayî yê xwedê daye zimanê xwe jî hat qedexekirin. Ev gel di bin zextek mezin de be jî hêdî hêdî berê kêmanî çêbû, perçe bû dûvre bi demê re xwe kir yek. 

Niha li bakurê Kurdistan gelê Kurd di hilbijartina dawî de bi esasî yekîtiya xwe netewî îlan kir. Ji vêya aciz in dixwazin vêya bişkînin. Li hemberî vê jî bi rastî hem gelê me, hem gerîla, hem Serokatiya me li berxwe dide. Ew dixwazin gerîla bêhêz bikin ciwanan hemû bipelçiqînin biçin gel Serokatî bêjin, ‘tiştê tu jê bawer dike şikestin, a me qebûl bike.’ Dixwazin gav bi Serokatî paşde bidin avêtin. Divê gelê me bizanibe ev destkeftiyên me, ev asta me girtiye dixwazin ji destê me bigrin. Dibêjin, ‘hûnê dengê xwe dernexînin, hûnê xwe nekin îrade û hûn li ser me xeter in.’ Yek hilbijartina 7’ê hezîran ya duyemîn serkeftina Girê Spî 15’ê hezîran dema ket ser hev aliyên şovenîst, netewperest wekî MHP û qatmanê di nav dewletê û Erdogan vêya qebûl nekirin. Hem got, ‘vana xeterî li ser me çêdike.’ Hem jî Erdogan got, ‘me ji desthilatê girtin em qebûl nakin’ û dijî me biryara şer dan. Niha dibêjin 2 polîsên me li Serêkaniyê mir em ji bo wê em şer dikin. Ev derew e. Ev biryara şer herî kêm beriya mehekê hat girtin. Tawîz dan Emerîka Încirlîk vekirin û di 22 mehê de bi Emerîka re peyman çêkirin. Her çendî Emerîka dibêje, di peymana me de lêdana PKK tunebû’, lê dijî DAÎŞ dewleta AKP hinek tiştê Emerîka qebûl kir ku pişta xwe saxlem bike û li hemberî PKK şer îlan kir. Ger di peymanê de tunebe jî xuyaye Erdogan ji vêya cesaret girt. Bi vê dixwaze derbe li me bide û me bikuje. Li ser tirba me û xwîna ewladê Kurd desthilta xwe û dîktatoriya xwe çêbike. Tiştê dixwaze ev e. 

Niha ewladê Kurd û Tirk dimrin. Dayikê Kurd û tirk çûn meclîsê. Di vî şerî de her xwîna birjê berpirsyarê xwe Erdogan e. Berpirsê her dilop xwîna Erdogan e. Ji ber ku wî lingê xwe masê da û biryara şer da û îro jî vêya berdewam dike. Rexmê ewqas derdor bangan çêdike û bertek li hember heye berdewam dike. Ji ber ku ew dibêje ‘di şert û mercê aramî de ez nikarim serbikevim.’ Ew dixwaze di hundirê şert û mercê şer de biçe hilbijartina pêşwext. Jixwe biryar da di 1 mijdarê de biçe hilbijartinê. Ev plana 8’ê hezîranê de hatiye çêkirin. Tiştê din hemû senaryo ye. Hevdîtinê ji bo koalîsyên û tiştê wisa hemû senaryo ye. Erdogan tena xwe biryar dide û ev biryar di serî de da û niha dixwaze di 1 mijdarê de here hilbijartinê û teqez serbikeve. Rêya serkeftinê jî çewsandina gelê Kurd û xistina wê ye. Ji bo bixîne pêwîste gerîla, ciwan derbe bixwe. Xebatkarên dînamîk, nûnerên gelê Kurd hemû bê tirsandin û ji bo bi xurtî neçin ser sindoqê raya hemû ji bo xwe bigirin û biçin desthilatê. Niha plansaziya wan wisa ye. Ev eşkere ye. Rast e ev şer her çendî hinek rolên derdorê şoven û nijadperest hebe ku hewesê wan ê binxistina doza Kurd hebe jî bi esasî ji bo qesra Erdogan e. Û dixwazin vêya berdewam bikin. Ango heta hilbijartinê bi vî awayî dixwazin bidomînin ku encam bigrin.

Lê eşkere bû vaye niha mehek û hefteyek derbas bû planê wan sernakeve ji ber ku gelê Kurd ne gelê berê ye. Stûyê xwe xar nekir. Her bijî ji gelê Kurd re. Her bijî ji gelê Gever, Botan, Cizîrê û Ferqînê re. Ango gelê Kurd serê xwe netewand li berxwe dide. Gerîlayê azadiya Kurdistan jî jixwe astek xwe heye û dikare li berxwe bide. Ji bo vê jî wê plana wan binbikeve. We pirs kir ku pêvajo berbi ku derê diçe. Pêvajo berê xwe daye serkeftinê. Berbi serkeftinê diçe. Wê AKP derbide. Wê Erdogan binbikeve. Niha dixwaze bi şerekî kontrol biçe hilbijartinê lê wê ev hesabê xwe wisa neçe û wê derbide. 

Li gelek deverê Kurdistanê xweseriya demokratîk hat îlan kirin. Gelek caran ji aliyê dewletê tê hedefkirin bi çekê giran li taxan û bajaran didin têkiliyê wê wekî ku bi PKK û HPG heye tê raber kirin. Ti têkiliyê we bi berxwedana xweseriya demokratîk re heye?
Ev pirsek girîng e. Berxwedana îro li bajaran dimeşe berhema serhildana 25 salan e. 25 sal berî vê destpêk li Cizîrê û Nisêbinê serhildana gelê Kurd destpêkir heya niha tim bi rêbazên bêçek bû. Lê hovitiya polîsê AKP gelê Kurd neçar kir ku di taxan de xwe biparêze û bi çek parastina xwe bike. Ev berxwedan ji encamê vêya ye. Polîs dikeve taxan kuştinan dikin, îşkenceyê li meydanan çêdike, em ji vêya re pir bûn şahîd. Çengê zarokê Kurd şikenandin û hakareketên mezin kirin. Ji encamê vê gelê Kurd xwe diparêze. Divê rayedarê dewletê û AKP bizanibe. Ger tu bide şopa pisîkek direve dema diçe dawî berê xwe dide te û êrîş dike. Heta ku derê dikin bidin şopa gelê Kurd. Ciwanên îro li bajaran li berxwe didin eşkere ez bibêjim heta niha wekî tevger me 2 caran me biryar daye ku ciwan ji çek dûrbikevin û çekê destê xwe berdin. Heta niha me 2 caran biryar da û ciwanan berda. Lê her me biryar daye êrîş birine ser ciwanan ciwan neçar mane ji wir û wêde bi çekê nêçirvaniyê xwe biparêzin. Dûvre nebû ciwanan tevgera xwe ya civakî û qanûnî cuda avabû û YDG-H wekî hêzekî xwe bi çek diparêze avabû. Çima? Ji ber ku derveyî qanûnan hat îlan kirin û çûn ser. Vana ne kadroyê çiyayê ne. Ew di bajar de ne, xwendekarên zaningehan in, xebatkar û karker in. Xwe di taxan de tevger kirin û gel jî bi wan re meşiya. 

Di 6-7 cotmehê de rabûna dîrokî çêbû Serokatî mudaxele kir me jî hewlda em paşde bikşînin. Hinek paşde hat kişandin lê van ciwanan 3-4 mehan gelek tax di destê xwe de hiştin û parastin. Ev di carekê de çênebû. Lê cardin biryar hat girtin ku ciwan xwe ji YDG-H cuda bike. Divê YDG-H hebûna xwe berdewam bike lê taxan berdin. Ciwanan jî li gorî vê biryarê tevgeriyan. Lê cardin êrîş çêbû ciwanan ji neçarî taxan parastin. Ango li hemberî êrîşên faşîzan reflekseke berxwedanî ye. Wisa derket holê. Ev kengî bû. Hêj di destpêkê de di 4 mehê êrîş çêbû. Di 25-26’an çêbû. Şerê herî mezin di 5 tebaxê li Silopî çêbû. Dûvre saziyên civakî ketin dewrê. Saziyên civakî rêveberiyên xweseriya demokratîk îlan kirin. Ev pişt re ye. Divê her kes vêya bizanibe. Ev çi ye? Ev jî çareseriyek e. ango li vir berê berxwedanek civakî heye û piştî wê vê ev berxwedan berê xwe bide ku wekî bernameyek siyasî bi daxuyaniyên siyasî sazî û meclîsê wî bajarî biryar dan û xweseriya demokratîk îlan kirin. 

Xweseriya demokratîk çi ye? Di bernameyê gelek partiyên Kurdistan de heye ev yek e. Ya duyemîn ev 23 sal in Serokatî dixwaze çaresriya aştiyane pêşbixîne. Formûnla xwe çi ye? Xweseriya demokratîk e. Gelê me di paratîkê de dibêje, ‘hûn nehatin çareseriyê em çareseriya xwe pêşdixînin.’ Ev tiştekî xwezayî ye û mafek e. Çawa bû? Êrîş çû ser. Niha ev xweserî pir zêde bi hendek û çek be nabe. Hendek dibe ku ji bo maşînên bi zirx biparêzin wekî tiştekî mecbûr e û dikolin. Ev çend carin hendek bi biryara tevgerê hat girtin. Divê her kes jî vêya bizanibe. Ji bo xwe biparêzin neçar in hendek vebikin ji ber ku maşînên bi zirx tên êrîş dikin ji bo xwe li hemberî van biparêzin hendek dikolin. Lê li hinek deran çek derket pêş. Em bixwe ne pê re ne. Ger li hinek der ciwanan zêdetir çek bikaranî ev sedema ji 2 tişt in. Yek ji ber xeşimiya ciwanan e bi amatorî liberxwe didin. Ya duyemîn xwedî lê derneketina saziyên civakî ye. Saziyên civakî ciwanan tenê hişt ciwanan jî mecbûr ma wê xwe bi çi biparêzin. Halbûkî ew saziyên civakî li kî deverê xweserî hatiye îlankirin pêwîste bi civakî lê xwedî derbikeve. 

Divê gelê me vêya bizanibe; bi rastî ewqas sal in em xebat dikin û em hatine qonaxeke dîrokî. Ev pêngava xweseriya demokratîk bi rastî pêngaveke dîrokî ye. Niha hinek dixwazin wekî ku ji rêzê raber bikin. Rast e reflekseke civakê ya xwezayî pêşket wekî parastin ket rojevê dûvre formûlasyona xwe ya siyasî danî holê got, ‘ez dewletê red nakim lê ez rêveberiya dewletê ya li vir red dikim û rêveberiya xwe avadikim. Ango bernameya xwe îlan kirin di têkoşîna azadiya gelê Kurd de tiştekî nû ye û pir girîng e. Divê ku gelê me jî û dostên gelê Kurd jî vêya bizanibin. Gelê me di vê xisûsê de pêwîst e wisa nêz bibin; divê ciwanan tenê bernedin. Ji bo vê divê çek dernekeve pêş û di warê civakî de lê xwedî derbikeve. Tiştê ez dizanim li Gever, Nisêbin û Cizîrê wisa dibe civak lê xwedî derdikeve. Divê rengê xwe yê civakî li pêş be. Civakê vêya avakiriye û biryara civakê ye. Ji bo vê divê mirov beşdar bibe. Her kesê welatparêz divê destê xwe têxe bin kevir divê em netirsin. Dewleta AKP lewaz e. Ew nikarin komkujî çêbikin. Rast e, sekvan li Cizîrê li Geverê, li Silopî însanên me şehîd dixînin lê komkujî nikarin bikin. Bi giştî nikarin ger bikin wê derbidin. Ji niha de derdane. 

Erdogan beriya niha salekê her rejîma Sûrî rexne dikir digot, ew rejîma top davêje gelê xwe ne rêveberiye. Vaye li Şemzînan û Geverê topan davêje bajêr. Hawan davêje. Vaye Amed êrîşa Îsraîl ê li ser Xezza hebû lê Gever ne Xezza ye. Rewabûna têkoşîna gelê Kurd berçav e. Rewa ye, mafê xwe ye. Li hemberî zilmê divê her kes xwe biparêze. Di vê xisûsê de mirov pir zêde netirse. Hinek fedakarî pêwîst e. Mirov parastina xwe pêşbixîne. Derfetê aborî, civakî li gorî rewşa nû avabike. Ger ku em wekî Kurd bi rastî di vî demî de xwe têxin bin bar. Emê serbixînin. Mecalê serkeftinê niha ji her demê bêhtir zêde ye. Heya niha êrîşên li hemberî têkoşîna azadiya Kurd dewletên derve li pişt bû. Bi taybet NATO li pişt dewleta Tirk bû. Niha çiqas li pişt e? Ev mijara nîqaşê ye. Di hundirê dewletê de jî sekneke dijî Kurd hebû. Niha AKP û Erdogan dijî Kurd e. Ji bo vê pêwîste em bizanibin em ne lewaz in. Ew lewaz in. Di vir de divê em hev bigrin em xwe bikin yek, rêxistina xwe avabikin. Em sîstema xwe ya parastina civakî xurt bikin. Parastina xwe bi xwe ya xwezayî di malan de xurt bikin. Em tevgera xwe ya parvekirinê pêşbixînin. Ya tendirûstiyê avabikin. Em xwe bi xwe îdare bikin. Ger niha rêveberiya xweseriya demokratîk û cewherî hatiye avakirin wê çaxê divê derdora rêveberiyê em bibin yek. Ger hûn wisa bibin yek hûnê serbikevin. Niha serkeftina gelê Kurd di destê gelê Kurd de ye. Di dîrokî de ti caran serkeftina gelê Kurd ewqasî ne di destê gelê Kurd de bû. Niha di destê gelê Kurd bixwe de ye. Gel hemû hev bigre û wekî di hilbijartinê de yek bû wê AKP bikeve û neçar bimîne paşde gav bavêje. Di vê xisûsêde tiştê ez bêjim ev e. Divê her kes bar rabike berpirsyarî rabike. Û hinek jî cesaret raber bike û şêwazê parastinê di nav xwe de pêşbixîne. Wisa ev pêvajo bibe pêvajoya civakî û em wekî civak lê xwedî derbikevin. Di vê wateyê de gaveke dîrokî û bi wate ye. 

HPG di berxwedana xweseriya demokratîk de nîne. Dewleta Tirk di çapemeniya xwe de her tim dibêje PKK’iyan wisa kir. Baş e yên şehîd ketiye binêrin. Li Silopî 3 ciwanan şehîd kirin. Halîl Can ciwanekî 20 salî ye ji Silopî ye. Malbata xwe li wir e û ji Silopî derneketiye. Alî Oduk 22 salî ye. Xelkê Silopî ye li wir e û kar dike. Faruk Aydin ciwanekî Kurd ji Erûhê ye di zaningeha Dilokê beşa wêje dixwîne. Nexwe ji bo piştevaniyê çûye Silopî. Wisa xuyaye vana ne endamê HPG ne û ne kadroyê çiya ne. Lê vana şehîd xistine. Di malekê de dora wan girtiye û şehîd kirine. Diviyabû gelê me yê Silopî lê xwedîderbikeve ev ewladê wan e. Di tiştê wisa de divê mirov bi girseyî biçe ser dijmin. Van ciwanan ji bo çi şehîd xistin? Yên şer dikin van ciwanana ne. Çi çek di destê wan de be destpêkê bi wê berxwedidin. Ciwan in fîşengê wan xelas dibe wan suîqast dikin. Niha şerê dibe şerê gel e. Li Cizîrê 4 kes hat şehîd xistin. Şandeyê civakê sivîl çûn lêkolîn kirin beriya niha 2 rojan daxuyanî dan gotin, ‘ji van 3 kes ji aliyê sekvanan hatiye kuştin.’ Yek ji wan zarokek 7 salî ye. Yê din jî memûrê tendûrîstî ye û yek jî xebatkarê elektirîkê ye. Ma yê lêdide nizane zarok e. Dizan e ji ber ku suîqast dike bi dûrbînê dibîne li çi dide. Ango dewleta AKP li hemberî gelê Kurd şer dike. Fatma Ayda dayik e. Ew û keça xwe li ser xanî raza ye bi sekvanî hatiye lêdan însaneke 55 salî ye. Ma ev encamê HPG’ê ye yan jî leşker e yan jî YDG-H e? Na dayikek Kurd e. Li Geverê jî Alî Kaval şehîd xistin ciwanekî ehlê wir e û 17 salî ye. 

Li berçav e dewleta Tirkiyê dixwaze însanê Kurd bipelçiqîne tek bi tek suîqast bike ku însan bitirse bajar vala bike û wisa hakimiyet avabike. Li hemberî vê divê em berxwe bidin. Gelê me berxwe bide. Madem gav avêtin divê vê gavê bibin serî. Nivçe bihêlînin wê felaket çêbibe. Çawa? Ji nû ve gav hatiye avêtin paşde veger de xeter heye. Divê mirov lingê xwe cih bike yan jî sekinandin bi peymanekê bibe. Ger paşde vegerin wê wekî Şirnexê 92’an bibe. Di tebaxa 92 de Şirnexê gelê me berxweda. Dorpêç kirin gel çek berda zêdeyî 100 însanên me hat şehîd kirin. dûvre jî yên tespît kirin avêtin zindanê ji 10 salan bêhtir hikûm dan wan. Yên mayî jî îşaret kirin û yek bi yek bi kiryarên nediyar 400 însanên me şehîd xisitin. Ez dizanim û baş nas dikim hinek welatparêz ji ber JÎTEM mal bar kir çû Mersînê JÎTEM dûvket çû Mersînê wan şehîd xist. Gotin hûn serî radikin wan îşaret kirin û şehîd xistin. Ji vê saetê şûnde ger gelê me li hev xwedî dernekeve ev helwestê li bajaran heyî bişkê wê xerab bibe û pir kes bê şehîd kirin û girtin. Wisa nabe. 

Gav hat avêtin pêwîste li hev xwedî derbikevin û xwe biparêzin. Bi çi şêwazî. Ne bi şêwazê leşkerî. Bi şêwaz civakî ger pêwîst bû vaye xwe tevger kirine wekî parastina cewherî bila têkevin dewrê. YDG-H wekî îradeyekê xwe piştrast kir. Hem xwe bi me da qebûl kirin hem bi civakê hem jî bi dewletê da qebûl kirin. Ciwanên Kurd bi israra xwe bi xwe rexmê ku rêxistinê dem bi dem di derheqê wan de biryar girt bi israra xwe xwe piştrast kirin. Îro di şexsê Halîl, Alî û Farukan de li berxwe didin û şehîd dibin. Her bijî ji ciwanên Kurd re. Ev qehremanî ye û nîşana zaferê ye. Ne kesî wan rêxistin kir, ne perwerde dîtiye. Ciwanên Kurd hev digrin û taxên xwe diparêzin. Ev tiştekî nû ye. Divê her kes vê nûbûnê bibînin ev helwestek nû ye. Eleqeya me pê re nîne. Ger hinek bibêje HPG li wir e. Na. Em piştevanî dikin û tiştekî hêja dibînin. Lê belê em heya niha nêzî bajaran nebûne. Û em naxwazin şer têkeve nav bajaran. 

Ji bo vê Fermandariya Navendî beriya niha daxuyaniyek da raya giştî ew daxuyaniyeke pir cidî ye. Ez hêvîdikim rayaderên dewleta Tirk vêya baldarî bidin berçav. Ger dewleta Tirk bi tang top û bi artêş têkeve tax û bajaran wê çaxê artêşa gelê Kurd jî heye wê ew jî têkeve bajaran. Niha berxwedaneke sivîl heye. Erê niha hinek çek bikartînin, lê bes kesên sivîl in. Vaye şehîd ketin kesên sivîl in. Sivîlan çek rakiriye. Ger mecbûr nemanba çek ranedikin. Divê ev bê zanebûn. Ev însanên îro di bajaran de helwest pêşdixînin. Divê em vê helwestê bizanin û em gihiştin qonaxekê divê paşde vegerîn nebe. Divê mirov xurt bike. Ne tiştekî pir şaş e dibe ku têde nêzbûnên kêm û şaş hebe. Rast e, xeşîmî heye. Ne hewceye di bajêr de êrişî baregehên leşkerî bikin. Jixwe formata xweseriyê de redkirina leşker nîne. Xeşîmî dikin carna leşker jî dikin hedef. Na. Divê ku di wan bajaran de yên tên ser wan yên dixwazin wan bigrin zilmê li wan bikin û yên ku sîstema rêveberiya dewleta Tirkiyê temsîl dikin wan bike hedef. Ew kî ne? Polîs in. Taybet in. Sîstema dewletê ya din hedef e. Ne hewceye tevgerên sivîl û ciwan herin artêş bikin hedef. Na, divê ku di wan bajaran de yên ku tên ser wan ên ku dixwazin wan bigrin û zilmê li wan bikin û yên ku sîstema rêveberiya îdarî ya dewleta Tirkiyê temsîl dikin wana bikin hedef. Ew kî ne? Ew polîsên taybet in, sîstemê wan ên din in. Ne hewceye hûn artêş bikin hedef tevgerên sivîl û ew ciwanana dikin hedef. Hinek bi şaşitî dikin lê ez bawer dikim xuyaye perspektîfê wan jî heye. Lê hinek bajar hinek der carna kêmahî dibin. Lê bi giştî gavekê pir hêja ye em hêvî dikin ku gelê me bi civakî û bi sivîlî lê xwedî derbikeve. Saziyên Kurd Kurdistan lê xwedî derkevin, dostên me yê demokrasiya Tirkiyê hemû kesên aştîxwaz bi vê pêngavê xwedî derkevin ji bo ku têde şer nebe. Ev îradeyek e. Êdî divê îradeya gelê Kurd bê nas kirin. Na, ‘ez nasnakim, ezê lê bixim biperçiqînim.’ Êdî ev gel vê qebûl nake. Pêwîste dewleta Tirkiyê jî vê heqîqetê bizanibe. Li wir heqîqetekê civakî heye. 

Bila her kes bizanibe di wê heqîqetê de hemû kesên demokratîkxwaz jî divê ku pişta vê pêngavê bisekinin. Dema ku pişt bisekine ne hewceye em wekî HPG beşdar bibin. Niha êrîş dikin, şehadet çêdibe em misîlemeyê wê çêdikin. Li ku? Li derveyê bajar em misîleme dikin. Em naxwazin hîn zêde li bajaran şer zêde bibe. Em dixazin bi rastî hêzên civakî yên demokratîkxwaz û welatparêz lê xwedî derkevin, bikin tevgerekê civakî û siyasî. Divê ku wisa be. Lê dema ku kes li dorê nemîne, ciwan tenê bimîne dewlet jî dixwaze bi leşkerên sekvanan, bi tangan dixwaze bifertilêne leşkerî. Divê mirov nexe warekê, ev berxwedanê civakê ya bajaran rengê wê yê civakî bide pêş divê wir nebe qada şer. Na. Divê bibe qada têkoşîna îradebûna gelê Kurd, cih û warê xweseriya gelê Kurd cih û warê azad wekhev jiyana demokratîk. Bibe navendên wisa. Ew hemû bajarên ku xweserî hat îlan kirin divê bibin navendên wisa. Divê hemû Kurd jî hedefa xwe ev bin. Êdî em Kurd di têkoşîna azadiyê de bi vê şêwazî ketin qonaxekê nû. 

Bi kurtahî ev pêngavekê girîng e, hemû welatparêz divê di van xisûsan de hinek bar hildin ser xwe. Ew gotinên dewleta Tirkiyê ku dixwaze hemû weke HPG raber bike yan jî weke hemû PKK’îne raber bike. Ne wisa ye. Civaka me li wir li berxwe dide. Li hemberî zilmê sistema xwe îlan kiriye û li sîstema xwe xwedî derdikeve. Tiştekê mafdar e. Em hêvî dikin lê dibe ku hemû siyaseta Kurd neyin beşdar nebin lê divê ku wisa rast fêm bikin. Hinek dibêjin, ‘ev çi xendeq in, bi çek nabe.’ Ma mecbûr mane çek bi kar binîn. De ka tu biçe çek bide sekinandin bila ew jî çek bi kar neynin. Li wir hêzên çekdar nînin. Li wir hêzên sivîl hene. Hêzên sivîl mecbûr mane xwe bi çek kirine. Heqîqet ev e, divê her kes vê heqîqetê bibîne. Ev gav jî bi rastî gavekê dîrokî ye. Ez bawer dikim ku wê bi xwe re hinek pêşveçûnê civakî girîng pêş bixe. Lê belê ji bo wê pêwîste mirov li ber xwe bide. 

Niha me agahî girtiye ku wisa Erdogan di sarayê de bi xwe ve girêdayî ekîbek ava kiriye. Ev ekîba dixwaze bajar bi bajar bixîne. Heta di çapemeniyê de hat destnîşan kirin ku gelek polîsên wekî tevgera taybet û gelek maşînên bi zirx hatine herêma Şirnex Cizîrê dixuyê dewleta Tirkiyê dixwaze bitirsîne û dixwaze wisa biçe encamê. Divê em li hemberî wan netirsin bi rastî kes cihê xwe bernede axa xwe biparêze. Em bi gel û bi îradeya xwe bi dilê xwe li hemberî wan derkevin. Dibe ku top û tangên wan hene, lê yê me jî gelê me, îradeya me û baweriya me heye dawa me ya mafdar heye û daxwaziya me ya azadiyê heye. Em divê ji gef û gurên wan netirsin  di vê xisûsê de. Lê bes ez dixwazim vê destnîşan bikim ku ger rejîma AKP çûyîna li ser gelê me li ser sivîlan wisa biçe wê ew bê bersiv nemîne. Pêwîste vê bizanibin. Em naxwazin hîn zêdetir ast bilind bikin ji bona wê divê her kes bi pîvan nêz bibe û heqîqetê rast bigre dest û pêk bîne. Ger ku niha AKP bi vê amadekariyê xwe êrîşê li ser gelê me bike wê gelê me li hemû deverê bersiv bide wê ev êrîş û komkûjiya wan bê bersiv nemîne. Divê vê bizanibin û em hêvî dikin tiştekê wisa nekin. 

We got her sivîl wekî PKK’î yan jî wekî HPG’î tên xuya kirin. Bi taybet ev demên dawî AKP êrîşê kî bike bê gûman di bin navê DAÎŞ û têkoşîna PKK’ê de îddîa dike. Kesên eleqeyê xwe heyî an neyî yên çekdar an jî ne çekdar digre yan jî înfaz dike nimûneyên balkêş jî derdikevin wekî girtina rojnamegerên Îngîlîzan girêdayî Wîce News hatine girtin. Gelek kes wekî hedef tên raber kirin hûn van mijarana çawa dinirxînin? 

Ez dibêjim heqîqeta AKP û dewleta Tirkiyê dagirkeriya Tirkiyê li ser Kurdistanê bi girtinê ev rojnamevanê Amerîkî cardin eşkere dibe. Çawa? Ango hemû tewanbar dike. Mesela niha li dijî DAÎŞ şer nakin dibêjin em şer dikin. Ev însanana girtine dibêjin ‘alîkariya DAÎŞ û PKK kirine.’ Hele PKK me fêm kir de bes DAÎŞ li Amedê tuneye ku. Ev însana di qada Baglera de nav gel digerin roportaj dikin ji bona wê wan digrin. Ango DAÎŞ li wir li ku derê ye? Nexwe derew e. Hema demxeyê lêdixin. Çawa? Zergelê bombardiman kirin. Zergelê gundek e, sivîl in hemû şandeyê ku çûn wir bi çavên xwe dîtin ku ew der gundekê sivîl e, lê dewleta Tirkiyê got, ‘na, ew wargehek leşkerî ye me lê xistiye. Ango derewê xwe wisa li ser her kesî ferz dike. Ji bo ev kesên çapemeniyê jî ew kesana hinek rengê civaka Kurd didin cîhanê. Çûne ser wan dibêjin, ‘alîkariya DAÎŞ û PKK kiriye’ ango derewek mezin e. Vana wisa dixwazin bi derewan biçin encamê. Ji ber ku ew fêrbûne ku her tim agahiyê li ser Kurdistanê ser bigrin dernekeve derve. Niha mesela ev însanên ku hatine girtin ne însanên dîn in. Pêwîste em vê bizanibin. 

Divê raya giştî ya cîhanê bizanibe hemû endamên çapemeniyê bizanibin ev her 3 kes wisa girtin bi tewanbariya alîkariya terorê xistin zîndanê ji bo ku çi çapemeniyê Ewrûpa neyîn Amedê, Kurdistanê. Ev nîşanekê xeter dest nîşan dike. Nexwe ew dixwazin li Kurdistanê kiryarên xirab û kirêt çêbikin naxwazin cîhan bibihîse ji bo endamên çapemeniyê bitirsin lewma girtin. Wekî din ew ne bêaqil in dizanin ku wê rexne werin li ser wan. Ew rexneyana danîne berçav. Ji bo ku wekî mînak be bitirsin wisa dikin. Vaye niha ji bo gelê me li Cizîrê bitirsin 4 kes bi destê sekvanan şehîd kirin ne wisa. 3 kes endamê çapemeniyê yê navnetewî girtin û avêtin zindanê. Ewqasa nûnerên gelê Kurd hevserokatiya şaredariyan girtin kirin zindanê. Ev gî ji bo çi ne? Gî ji bo tirsê çêbike, teslîm bigre. Ew dixwazin me teslîm bigrin ji bo vê van tiştana dikin û li ser derewan propaganda dimeşînin. 

We di axaftina xwe de bal kişand li ser tiştên girîng ku ger ku mudaxeleyek çêbibe li ser bajaran wê HPG jî mudaxele bike beriya niha li çend bernameyan jî me pirs kir we bersiv neda. Terzê şer ê HPG guhertin heye. Beriya niha daxûyaniyek HPG hat gelek rêyên bajara di destê HPG de ye û kontrol kirina rê heye. Ez bawerim bi xweseriya demokratîk re jî ew terzê şerê HPG guherî. Di vê mijarê de hûn dikarin çi bibêjin?

Rast e, HPG niha bi şêwazekê nû şer dike. Şerekê parastinê dike. HPG ji êrîşê bêtir rêbazên ku sîstema dewletê ya dagirkeriyê tengav bike niha bi kar tîne. Wisa rêbazên tunekirinê ji holê rakirin zêdetir rêbazên ku sîstema wan felc bike, wan mecbûrê gav avêtinê bike û li bajaran zilmê nekin niha HPG ji bo vê armancê hinek rêbazên nû bi kar tîne. Mesela di van de çi heye? Rê girtin heye. Taktîkê rê girtin niha pir fireh tê bi kar anîn. Ev ji bo ku rêbazekê nerm e, taktîkekê demî ye, demê hat ser wê xwe biparêz e, lê neyê ser wir dixe bin kontrolê. Niha demekê dirêj e, 10’ê tebaxê vir ve rêya di navbera Colemêrg-Çelê, Gever- Oremar Mergezer û Geliyê Dostkî, Şemzînan û Bezelê di bin kontrolê de ye. Rêya di navbera Gever û Şemzînan dem bi dem di bin kontrolê de ye. Ev demekê dirêje rêya di navbera Dêrsim û Erzincan jî di bin kontrolê de ye, rêya navbera Dêrsim û Ovacik jî di bin kontrolê de ye. Gelek rêyên Amedê û yê Garzanê rêya Tatvan û Xîzanê dem dirêj di bin kontrolê de ye. Rêya navbera Tetwan û Betlîs di bin kontrolê de ye. Rêya di navbera Muş û Qulpê di bin kontrolê de ye. Hinek cih dem bi dem hinek cih jî her dem kontrol li ser rêyan heye. Ev rêbazek e. Ji bona wê em niha hîn ne di êrîşê de ne. Em niha wisa dixwazin wan tengav bikin. Eger ku ew li bajarekê li însanên me bixin wê çaxê em jî li ser wan mîsîleme dikin. Niha ev astek e. Astek bi kontrol bi pîvan e. Em niha lê dinêrin hinek hevalên me yê Tabûra Nemiran ast bilind kirin me ew hişyar kirin. Em bi vê astê niha dom dikin. Em hêvî dikin dewleta Tirkiyê AKP aqlê xwe serê xwe bike hîn şer geş neke. Ger ku geş bike ew rezerv bi me re heye ku em jî bersiv bidin. Ev pêwîste her kesek bizanibe. Em şûna ku niha êrîş bikin deveran bixînin tune bikin em wisa rêbazên cûda bi kar tînin. Taktîk firehiya wê ne hewceye ez li vir bibêjim. Lê em van rêbazana niha bi kar tînin. Van rêbazana wê sîstemê wan felc bike. Hedefê xwe vaye. Ji bo piştevaniyê ji bona mîsîlemê ye. Ev performansekê li gorî berê pir li pêş e. Ji ber ku HPG hinek amadekariyên xwe hîn xurtir hene. Gelê me di vê xisûsê de dikare bawer bike wê hîn baş bikaribe wisa hevsengiyek çêbike. Ji bo wê jî eger ku li bajaran zêde biçin ser civakê wê çaxê HPG wê mecbûr bimîne destpêk wê di çiyê de hîn rêbazên xurt bimeşîne dûvre jî pêwîst be  ger ku artêş bikeve bajêr ew jî mecbûr bibe wê bikeve bajaran jî. Ev şera ne şerekê ji rêzê ye û ne karê zarokan e. Wan dest pê kir me nekir. Ew dixwazin me tune bikin. Emê li ber xwe bidin. Em xwe tune nakin. Ev wisa ye. 
Di vê xisûsê de taktîkê niha tê meşandin wisa ye. Hinek kêmahî hene. Bi taybet ez dixwazim di vir de jî bibêjim fermandariyê eyaleta Amedê divê hîn zêde baldar be. Mesela bi şaşitî divê însanên sivîl zirarê nebinîn. Li Farqînê ciwanekê me yê 13 salî Firat Sinpil ji encamê teqînekê jiyana xwe ji dest da. Ev bi temamî qeza ye. Cardin li Amedê kesekê doktor Abdullah Bîroglu di kontrolkirina rê de dinêre heval rê digrin vedigere me li ser vê pirsiyar kir çima wisa bûye? Berê ji bo hişyariyê agir berdidin cardin jî dixwaze bireve heval dibêjin qey polîse lê didin. Ya girîng ew kes bi xwe jî hinek kêmahî kiriye. Çima wisa kiriye em nizanin lê cardin kêmahî ye. Malbatê van her du kesan jî pêwîste bizanibin em wan nekirine hedef. Em bi van bûyerana xemgîn in. HPG lêborîna xwe dixwaze. Her du jî qezane. Ji bo ku qezayê wisa nebin divê hîn zêde deqîq bin. Bi taybet herdû jî li eyaleta Amedê çêbû. Hem eyaleta Amedê hem jî hemû hêzên HPG divê di vê şerî de ji bo ku sivîl zirar nebinîn bi destê me pir bi baldarbin. Mesela li Qoserê jî çalakiyekê sabotajê li bajêr hat çêkirin. Rêbazên wisa bila nebin. Kes li wir şehîd neket lê însanên sivîl birîndar bûn. Em li vir hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dayî ji bo malbatê wan sersaxiyê dixwazin û hemû kesên birîndar jî ji bo wan şîfayê dixwazin. Pêwîste bizanibin em şerekê bi kontrol dikin bi pîvan dikin em naxwazin gelê me û ne gelê Kurd ne Tirk ne jî kesek zirar ji vê şerê nebîne heta heye em di vê derheqê de hesas bin. Lê rê qutkirinê de bila kesek ji hevalên me netirse. Bila werin nerevin. Yek din jî car car hinek maşîneyên aîdî hinek holdîng an jî kesên nayîn naskirinê bin tên şewitandin. 

Em hêvî dikin ji vir û wiha yekîneyên HPG êdî tiştên wisa nekin. Ên dewletên fermîbin dibe wekî din çi maşîneyan neşewitînin. Divê her kes rehet di wan rêyan de biçe were. Cihên di bin kontrola me de rehet bi tendurîstî bikaribe biçe were. Ji bona wê jî ne ku hinekan bigre hinekan bişewitîne na. Lê bes wê kontrol li ser rêyan wê berdewam bike. Di vê xisûsê de divê her kesek bizanibe kes di aliyê xwe de jî weke ew kesê doktor rê nede şaşitiyan. Endamên HPG jî di vê xisûsê de divê şaşitî nebin hîn zêde pispor profesyonel kar bimeşînin.

Di axaftina xwe de we bal kişand yekitiya gelê Kurd û di vê demê de gihaştiya …. Birîneke gelê Kurd heye weke mînaka cerdewanane. Demek berê daxûyaniya biryargeha navendî jî hat dayîn ku ji bo cerdewanan bangawazî dikir. Li rûxmê wê jî li Qilebanê bûyerek rû da. Hûn vê bûyerê çawa dinirxînin?

Niha me di wê daxûyaniyê de jî destnîşan kiriye bi rastî pêwîste gelê Kurd êdî rêbaza 7’ê hezîranê esas bigre. Yekitiya xwe hîn pêş bixe. Hemû kes qoricî êdî ne hedef in. Divê di nav refên Kurditiyê de welatparêziyê de cih bigrin. Em dizanin ku di vê derheqê de hewldanên dewleta Tirkiyê heta ku hem serokkomar hem jî serokwezîr hewldanên xwe hene civînan çêdikin, general li Kurdistanê digerin civînan çêdikin cardin dewleta Tirkiyê dixwaze Kurd bi Kurdan bide kuştin. Êdî bes e. Di sedsala 21’emîn de ne em. Pêwîste Kurd bi xwe di nav xwe de şaşitiya xwe telafî bike berê çekên xwe nedin hevdû. Ev mijarekê girîng e. Têkoşîna me îro hatiye qonaxeke dîrokî pêwîste her kes di vê xisûsê de baldar be. Hêviyên me ev in. Lê bes bi mîlyonan însanên me yê Kurd hemû bi sedî sed dirust nabin em dixwazin piraniya civaka me êdî li hemberî kiryarên wisa çewt helwest bigre û xwe bike yek. Êdî bes e em jî însan in û netewek in. Ne ku rayedarekê dewletê were çend quriş bidin me dûvre me bi hev re bide kûştin. Ev nîşanê çi ye? Ji rêzêbûnê ye. Ev ji rêzêbûn û erzanî divê kesek neke. Em jî weke kesên xwedan rûmet xwedan keramet xwedan şeref em nêz bibin ji bo rûmet û kerameta xwe ji bo netewa xwe mîlyonan jî bidin me em tenezul nekin. Ev pêwîste. 

Niha ev bûyerê ku we got li Qilabanê çêbûyî di navberê Şirnex û Sêgirkê de. Hinek kesên ji Sêgirkê ev bûyer çêkirine. Lê ji Sêgirkê kesên pêşeng ji me re peyam hat ragîhandin ku ev ne helwesta xelqê Sêgirkê ye û malbatên tên zanebûn e. Ev kiryarên çend kesên bê şeref in. Bi vî awayî pêyam ji me re hat. Ger ku wisa ye em jî wê li gorî wê nêz bibin. Lê bes divê xelqê me yê Sêgirkê li hemberî van kesên wisa ku bêşerefî kirî xwedan helwest be wana tecrît bike lome bike ev kesana sûc kirine. Însanên me şehîd xistine xelqên me yê wir in em bibêjin hevalê navê kod Kerîm Şirnex (Kadîr Acû) hevalekê me yê ji Şirnexê ye, ciwanek emrê xwe 21 salî ye. Hevala Amara (Fatma Pazyak) hevalekê ji Cizîrê ye. Ev kesana xwe nêz dikin ev hevalana bang dikin dibêjin ku ‘Biryara partiyê heye em li cerdewanan nadin hûn jî li me nedin.’ Dixwazin bi dostanî û aştiyane ji hev dûr bikevin. Lê ew gohdar nakin hevalên me şehîd dikin bi bêbextî. Ev sûc e, pêwîste xelqê me yê Qilaban giştî û xelkê me yê Sêgirkê li hemberî van kesên wisa xêrnexwaz xwedan helwestbin hêviyê me ev e. Ger ew wisa helwest pêş bixin em jî wisa li gorî wê hîn zêde bi pîvan nêz bibin. 

Di vê xisûsê de ne dûr e ku dijmin ewana teşvîk kiribin. Ji ber ku di heman demî civînek jî dihat amadekirin. Weke ku dixwazin sabote bikin, tiştne xirab bikin, tevlîhevî bikin em di vê baweriyê de ne. Ji bona wê divê em her kes di aliyê xwe de baldarbin. Em vê rêbazê ku gelê Kurd bi taybet jî herêma Botanê û li tevahiya Kurdistanê em biparêzin. Emê vê xetê esas bigrin û ez cardin bang dikim hemû qoriciyên Kurdistanê divê bizanibin hevalên me li wan naxin hevalên me wisa talîmat girtine ev ne tiştekê taktîk e, ev tiştekê ji neteweyê Kurd stratejîk e. Ew jî divê mermî bernedin hevalên me. Êdî em jî xwe bikin yek û xwe azad bikin ew jî divê beşdar bibin. Hêvî û banga me ev e ku hemû qoricî wê bi baldarî esas bigrin û zirar nedin evladê vî gelî zirar nedin fedaiyên Kurdistanê yên ku xwe ji bo vê gelî feda kirî zirar nedin wan. Ji ber ku ew evladê her kesî ne ew ne tenê kûr û keçê Şirnex û Cizîrê tenê ne ew ên Kurdistanê giştî ne. Vana ji bo gelê Kurd gelê xwe xwe feda kirine. Divê li her derê em wan biparêzin ne ku zirar bidin wan. Ev erkek însanî û welatparêziye. 

Di vê demê de mijarekê tê merak kirin jî rewşa hizbûlah e. Di vê pêvajoyê de rewşa hizbulah çi ye? Her wiha wê nêzîkatiya we wê çawa be? 

Niha têkoşîna azadiya Kurd di qonaxekê girîng de ye. Di vê qonaxê girîng de em bang ji bo Kurdan dikin hizbûllah jî têde ye. Her çiqas dîroka bihûrî de şaşitî û kêmahî hebin jî lê em difikirin di vê qonaxê girîng de fikir û raman çi dibin bila bibin cihê her kesî li ser vê axê heye her kes li gorî fikir û ramanê xwe tevbigere. Lê zirar nedin hevdû. Pêwîste ew derdorên ku bi navê hizbullah an Huda-Par tevdigerin vê bizanibin, tevgera me wekî PKK ti caran di vê demê nû de biryarê li dijî wan nedaye ku bi şêwazekê wan tengav bike yan jî êrîş bike. Dibe ku di qadê heremî de wisa dem bi dem pirsgirêk pêydabûn lê ti caran talîmat ji bo HPG wisa nehatiye û HPG helwestek xwe yê wisa nîne. Ji bona wê divê ku hevalên ciwan ên serhildêrên bajêr jî ev tişt bidin berçav. Li gorî ez dibînim baldarin jî. Ez bawer dikim li Cizîrê pirsgirêkek çêbû ye wekî din baldarbûn heye her du alî jî baldar in. Ev tiştek baş e. Ger ku wisa baldarbûn hebe ev di heman demî de dibe bingehê navberê aliyan de hîn xweşbûn çêbibe. Ew zimanê xwe pir dijber in, her kes destê xwe bide ser wijdana xwe û her kesê bi îman bifikire ku ewladê vê gelê vala vala xwîna xwe naherikîne. Ji bo edeletê ye li hemberî zilmê seknek e, her kesê ku dibêje ez di rêya xwedê de di rêya heqîqetê de divê vê heqîqetê bibîne û beşdar bibe. Li hemberî wan çi helwestê me yê ku em wisa dijberî bikin nîne em hêvî dikin ê wan jî di vê çarçoveyê de be.

Divê serhilderên bajaran jî ev bigrin dîqetê. Weke heta niha baldarbûn ji vir şûnde jî baldarbin  wê wisa baştir bibe. Ev pêvajoyê niha pêvajoya yekitiya gelê Kurd e. Her kes dikare beşdar bibe. Ev niha li herêm û bajaran rêveberiyên cewherî îlan kirine ne wisa? Kî xwest dikarin ew jî beşdar bibin. Di raya me de dikarin hemû kes beşdar bibe. Di vê xisûsê de ne ku tenê fikrek na, her kesekê wê cihê xwe têde hebe. Eger ku bi rastî ev kiryarên xwe yê dijberiyê bisekinîne ew jî dikarin beşdar bibin. Ji ber ku ev tiştên herêmîne, rêveberiyên herêmîne û gelê me li wir dixwaze xwe bi rêvebibe. Her kes dikare beşdar bibe. Her kesê vê qebûl bike dikare bibe. Ev bangê me ji bo her kesekê ye. Her kesekê fikrê xwe çi dibe bila bibe ger ku demokrat e, li Tirkiyê jiyan dike li Kurdistanê jiyan dike dikare beşdar bibe ew jî cihê xwe bigre. Pir hindik ev rêbazekê çareseriyê ye, ne li dij be. Beşdar nebe jî ne li dij be. Hêvî û daxwaziya me ev e. 

Di vê pêvajoyê de gelek bangên agirbestê ji bo tevgera we hate kirin. Hûn van bangana bi giştî çawa dinirxînin?

Rast e, gelek hêz hem hêzên navnetewî di serî de Amerîka û Almanya hem jî hêzên Tirkiyê hêzên demokratîk û aştîxwaz ê Kurdistanê cûr be cûr bang agirbestê çêkirin. Du roj berê 1’ê Îlonê bû.1’ê Îlonê roja aşitiyê ye. Gelê me gelê Tirkiyê li gelek bajaran meş çêkirin bang çêkirin. Em hemû bangan bi rêzî pêşwazî dikin û em dixwazin her kes bizanibe em jî agirbest dixwazin û em ne li dijî agirbestêne. Em dibêjin agirbest yek alî nabe. Çima yek alî nabe? Ji ber ku êrîş li ser me heye. Yê ku agirbest xirab kir û êrîş destpêkirî ne em in, hikumeta AKP ye dewlet e. Mesela niha li ser Serokatiya me êrîş heye tecrîdekê giran heye. Herî dawî pirtûka Serok nedane. Li ser bajaran me li ser ciwana êrîş heye. Li ser bargehên me êrîş heye. Em di bin vê êrîşê de emê çawa yek alî agirbest bikin. Em dixwazin ew kesên ku bang dikin kesên hêja xwe hinek têxin şûna me. Ew dixwaze me tune bike. Bi tang, bi top û bi teyare tê ser me û dewletek e eşkere di çapemeniyê de dibêje ‘heta yek ferd hebe emê êrîş berdewam bikin.’ emê li hemberî vê çawa bikin? Em dixwazin her kes hinek xwe têxe şûna me. Ji bo vê yekê ji bo ku ev bangên hêja cihê xwe bibîne divê ku evên şêrxwaz ên bi şer, şîdet bi xwînrijandin dixwazin biçin encamê me tasfiye bikin ew bi xwe jî biçin deshilatê dîktatoriyê li ser wan divê hinek bandor çêbikin. 

Ger ku agirbestekê dualî hebe çarçoveya wê ya berê rêveberiya tevgera me anî ziman destnîşan kiriye di wê çarçoveyê de nêzîkbûn hebin em ji vê narevin. Em van hewldanên ji bo aşitî ji bo çareseriyê demokratîk hemûyan jî pir nirx didinê. Em jî dibêjin ev êrîşkariya AKP xwîna ewladê Tirk û Kurd birjîne wisa biçe deshilatê ev tiştek qirêj e. Divê dest jê berdin. Lê em di van şert û mercên di bin êrîşê de bi yek alî nikarin bikin. Ger ku em bikin emê tune bibin. Kes nikare ji me harakîrî bixwaze. Herhalde ev heqek vê gelê ye. Yek jî em êdî gel in. Em ne tenê PKK ne baş e em niha em wekî PKK û HPG em agirbest îlan bikin ger ku êrîşên vê dewletê li ser bajar û li ser Sîlopî li ser Nisêbîn, Cizîr û Geverê li ser Farqînê nesekinin wê çawa aşitî çêbibe. Mesele êdî ji vir û wiha ne tenê em in. Yek jî berxwederên bajaran heye. Qada sivîl jî heye ango civaka Kurd heye. Ev civaka dixwaze di hundirê sînora Tirkiyê de bi hev re bi şêwazekê azad bijî. Ji bo vê pêwîste ku dewlet hinek mecal ji vê re veke. Berî gî divê ev tecrîdê li ser Serokatî rake û dûvre êrîşê xwe bisekinîne ku em nîqaş bikin. Ji bona vê yekê em van bangana hemû bi rêzî didin û em dibêjin divê ku dewleta Tirkiyê  di van mijaran de baldar be. Ev xwediyên bangê hinek li ser rawestin. Ger ku li ser wê rawestin ê me em di aliyê xwe de nêzîkbûnên agirbestê bi rastî pêş bixin em ji vê gav paş de neavêjin ji van gotinên xwe. 

Em bi rastî dixwazin mesele bi dîalog çareser bibin. Bi rastî çareser bibin ne bi derewkerî, ne mujil kirin, ne xapandin heqîqet em dixwazin li ser masê bi dîalog muzakere çareser bibe. Ji bo vê berî gî pêwîste êrîşên li ser Serokatiya me li ser gelê me li ser gerîlayên me bên rawestandin. Ger ku ev bên rawestandin mirov dikare li ser nîqaş bike. 

Di vê pêvajoyê de divê gelê Kurd û ciwanên Kurd divê çawa tevbigere? Û bangek we ji bo giştî hebe em dikarin bigrin.

Banga min ji bo tevahiya gelê Kurd ev e, bi taybet beşê Kurdistanê dîtir Başûrê Kurdistan, Rojhilat, Bakur, Rojava û gelê me yê derveyê welat divê ku her kes bizanibe hem têkoşîna li her sê beşên din hem jî têkoşîna îro li Bakurê Kurdistan li dar dikeve eşkere dike ku têkoşîna azadiya gelê Kurd di herêma Rojhilata Navîn de gîhaştiye qonaxeke nû. Ev qonaxa nû êdî derfetê encam girtinê û derfetê zafer girtinê zêde pê re heye. Divê em vê bizanibin û em li hev xwedî derkevin. Hemû beş li hev xwedî derkevin, piştevaniya hev bikin û bi taybet li Bakurê Kurdistanê ev gavên îlanê di aliyê gel û meclîsê herêman de îlana rêveberiyên cewherî gavekê pir hêjaye divê her kes li dorê bibe yek. Ji ber ku ev rêbaza çareseriyê ye. Ango em bi dewleta Tirkiyeyê re encax bi formulasyonek wisa bikaribin tevbijîn. Divê ku ev bê qebûl kirin. Ji bo bê qebûl kirin jî hem di hundirê bakur de hem jî derveyê Bakur de piştevanî xurt bibe. Ciwanên Kurd îro pêşengtiya vê dikin. Bi rastî ciwanên Kurd rolekê girîng dilîzin. Jin û ciwanên Kurd di pêvajoya têkoşînê de di pratîkê de îspat kirin bi rastî ew dikarin pêşengtiya civakê bikin. Divê hîn bi berpirsyar nêz bibin. 

Hemû ciwanên Kurd di vê demê dîrokî de divê kes li malê rûnenê. Yan biçe beşdarî berxwedana bajaran bibe yan jî were beşdarî berxwedana çiyê bibe. Her ciwanek Kurd keç dibe xort dibe erka dîrokî li pêş ev e. Ji ber ku em êdî weke netewe dixwazin di vê demê de biçin encamê. Em deriyê me ji çareseriya aştiyane re vekiriye lê divê berî gî divê em xwe li hemberî êrîşan biparêzin û yek jî xweseriya demokratîk ne ileh bi çek em bi îradebûna civakê bi rengê civakî em avakirinê pêş bixin. Li ser 9 xalên ku Rêber Apo destnîşan kirî em avakirinê pêş bixin, sîstema xwe çêbikin em wisa sîstema xwe ya demokratîk azad çêbikin. Ez hêvî dikim gelê me di vê xisûsê de erkê bikeve ser wê pêk bîne. 

Baweriyê me heya dawî bi gelê me heye. Heya îro çawa ku fedakariyek mezin kir Kurdên derveyê welat û hundirê welat em bawer dikin di vê pêvajoyê dîrokî de jî wê li erkê xwe xwedî derkeve berpiryariya pêwîst wê pêş bixe wê serkeftin a gelê me be. Em ji her tiştî re vekirîne. Divê ku em berî gî ji xwe bawer bikin. Lê em ji dîalogê re jî bi rê û rêbazên cûda re jî vekirîne. Lê emê bikaribin xwe biparêzin bi mecal û bi hêzên xwe biçin encamê. Hêvî û baweriya me ev e. Bi vê hêvî û baweriyê em hemû kesan re cardin silav û rêzên xwe pêş kêş dikim.