KCD-E banga tevlîbûna festîvalê kir
Hevserokatiya KCD-E, ji bo 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî banga tevlîbûnê kir.
Hevserokatiya KCD-E, ji bo 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî banga tevlîbûnê kir.
Hevserokatiya KCD-E, ji bo 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî banga tevlîbûnê kir.
Hevserokatiya KCD-E bi daxuyaniyeke nivîskî, ji bo 23. Festîvala Çanda Kurd a Naveteweyî ya di 5'ê Îlonê de li bajarê Elmanya Dusseldorfê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Hevserokatiya KCD-E got, "Ji bo qîrîna azadiyê em berê xwe bidin Dusseldorfê. Di demeke ku destketiyên gelê Kurd ên bi berxwedaneke mezin qezenç kir vediguherin sazîbûyînê de, em bi ruhê serhildanê beşdarî 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bibin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku festîvala îsal wê bi dirûşmeya "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî û em neteweya demokratîk ava bikin" bê lidarxistin û hat destnîşankirin, di vê festîvalê de wê komkujiya li Şengalê bê şermezarkirin û berxwedana gelê Kurd a li Rojava û Bakurê Kurdistanê, serhildanên Kurdên li Ewropayê werin silavkirin.
KCD-E diyar kir ku di demeke AKP a faşîst û mêtînger bi înfazan gelê Kurd qetil dike û çeteyên barbar ên mêtîngeran êrîşî destketiyên gelê Kurd dikin de, tevlîbûna Kurdên li Ewropayê wê were wateya 'rê ji faşîzmê re nîne' û ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê û rêxistinbûyîna neteweya demokratîk bibe beyana vînê.
Di daxuyaniyê de bang li hemû Kudistanî û tevahiya gelên dost ên li Ewropayê dijîn hat kirin ku ji bo qîrîna azadiyê li Dusseldorfê bicivin.