KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Êrîşên li Cizîrê didomin
Li navçeya Cizîrê êrîşên polîs, leşker û tîmên taybet ên li ser gel berdewam dikin. Hat zanîn ku tîmên taybet, polîs û leşker bi doçka, çekên otomotîk ên A4 û balafirşikênan êrîşî malan dikin. -
Kaya: Li hundir û derveyî Cizîrê mirov hatine dorpêçkirin
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya ya di nav heyeta ku ji bo biçe Cizîrê ket rê de cih digire, got ku li hundir û derveyî Cizîrê mirov hatine dorpêçkirin. -
Polîsan êrîş bir ser welatiyên ji bo Cizîrê meşiyan
Welatiyên gundên Konutlar, Kurtuluş û Îsa Aga, ji bo piştgiriyê bidin gelê Cizirê meşiyan Cizîrê. Lê polîsan bi ava şid, guleyan û bombeyên gazê êrîşî welatiyan kir. -
Polîsan li Cizîrê zarok gulebarankirin: 3 zarok birîndar in - HAT NÛKIRIN
Li Taxa Alîbey a li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan 3 zarok gulebaran kirin. -
DBP: Ji bo girtina kepenkan me ti bang nekiriye
Rêxistina Bajêr a DBP'ê ya Amedê der barê belavokên ku li Taxa Baglarê hatine belav kirin daxuyanî da û got "Ti bangawaziya me ji bo girtina kepenkan tine ye." -
Nîjadperestan li Konya û Balikesîr êrîşî avahiyên HDP’ê kirin
Bi hinceta pevçûna li Geliyê Doskî êrîşên faşîzan ên li hember HDP û Kurdan didomin. Li Konya û Balikesîr li hember avahiyên HDP’ê êrîşên nîjadperest rû dan. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yeşîlkaya li Elezîzê hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serkan Yeşîlkaya (Serkan Tolhildan) ji aliyê malbat ve hat wergirtin û ber bi Elezîzê ve derxistin rê. -
Jin 8-9’ê Îlonê wê biçin Cizîrê
KOM a got, 'Dengê Cizîrê bibihîze’, diyar kir ku 3 roj in li navçeyê derketina derve hatiye qedexekirin, bi tank û leşkeran planên komkujiyan tên kirin, wê biçe Cizîrê. -
YPG bîlançoya meha Tebaxê aşkera kir
Navenda Çapemeniya Hêzên YPG’ê encamên şer û pevçûnên meha Tebaxê yên di navbera şervanên YPG’ê û çeteyan de rû dan aşkera kir. -
Cenazeyên li Taxa Nûr rakirin morgê
Cenazeyê Saît Çagdavul, zarokê 35 rojî Muhammed Tahîr Yaramiş û Cemîle Çagirga yên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan û bi rojane li mizgefta taxê dihatin sekinandin birin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. -
'Îsraîlê li Xazeyê wiha nekir'
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya ya destûr nedan bikeve Cizîrê ji bo bûyerên li Cizîrê rû didin got: “Îsraîlê li di şerê Xazeyê de tiştên wiha nekir.” -
6 leşker, 4 polîs hatin kuştin gelek kelûpelên leşkerî hatin desteserkirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 6’ê Îlonê li Êlihê dema helîkoptera leşkerî ya kargo nizm difiriya ji aliyê gerîlayan hatiye derbkirin, -
Li Cizîrê zarokek hat birîndarkirin
Hewldana tîmên taybet û polîsan a li navçeya Cizîrê ya komkujiyê didome û sekvanan zarokê bi navê O.B. ê 12 salî hedef girtin û bi giranî birîndar kirin. -
Li Şengalê çeteyek hat kuştin
Fermandariya YBŞ’ê diyar kir ku di pevçûna Şengalê de çeteyek hatiye kuştin û 2 jî birîndar bûne. -
KCD-E: Em xwedî li berxwedana Bakurê Kurdistanê derkevin
Hevserokatiya KCD-E, der barê polîtîkayên qetlîamker ên AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê de, daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
HPG: 1 jê Serhengê Serkanî 31 leşker hatin kuştin
HPG'ê encamên şer û çalakiyên li hemberî artêşa Tirk a dixwest li Geliyê Doskî bi pêş ve biçe, aşkera kir. HPG'ê got, "Di şerê li vê derê de, tevî Serhegnê Serkanî 31 leşker hatine kuştin. -
Gelê Cizîrê: Berxwedan wê bidome
Li Cizîrê ku ji ber terora dewletê 7 kes hatin qetilkirin, şêniyên taxan li hemberî Erdogan û AKP'ê gelekî bi hêrs in. Cizîrî her wiha bêdengiya raya giştî ya li hemberî komkujiyan jî rexne kirin û destnîşan kirin ku berxwedana wan wê bidome. -
Însiyatîfa Gel: Roj roja xwedîderketina li rûmet û xwerêveberiyê ye
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê diyar kir, ku ji 24'ê Tîrmehê û pê ve konsepta şer a Erdogan ketiye meriyetê û got, "Roj roja xwedîderketina li rûmet, wijdan û xwerêveberiyê ye." -
Tecrîd wê li ber Parlamenta Ewropayê bi çalakiya rûniştinê bê protestokirin
"Însiyatîfa ji Ocalan re azadî" ji bo tecrîda li ser Ocalan şermezar bike, wê di 8-9'e Îlonê de li ber Parlamenta Ewropayê ya li Strasboûrgê bi dirûşmeya "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re Aştî" çalakiya rûniştinê lidar bixe. -
Agirê serhildanê yên li Cizîrê ev 23 sal in venemiriye!
Tûnç ê ku di sala 1992'an de li Cizîrê bû şahidê serhildana destêpê û komkujiya dewletê, da xuyakirin ku dewletê yekser gel hedef girtiye. -
Navê berxwedanê ye Cizîra Botan!
Li Cizîrê ji 1992'an û vir ve berxwedan didome. Cizîra di sala 1992'an de serhildana Kurdistanê lê destpê kir îro berxwedaneke mezin nîşan dida. Ji roja destpêkê ya ragihandina xwerêveberiyê û vir ve berxwedaneke mezin li Cizîrê heye. -
Li Cizîrê di taxa tê topbarankirin de birîndar hene
Hat diyarkirin ku li Cizîrê di Taxa ku tê topbarankirin de kesek bi giranî birîndar bûye. -
Polîsan endamê MP ê DBP’ê yên ji pişt ve lêdan binçav kirin
Endamê Meclîsa Partiyê MP ya DBP'ê Mahsum Tunç dema diçû mala xwe bi guleya polîsan birîndar bû. Tunç ê ji pişta xwe bi giranî birîndar bû û 4 kesên di hatin binçavkirin. -
Yildirim: Pêwîst bilez ji bo Cizîrê bikevin nav tevgerê
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê ya Gulser Yildirim a li navçeya Cizîrê ya Şirnexê lêkolînan dike got: “Niha êrîşeke pir dijwar heye. Em di malekê de asê mane.” -
Bi hezaran kesan Pûsat oxir kirin
Li Silopiyayê welatiyê bi navê Mutalîp Pûsat ku şevê din ji aliyê polîsên Tirk ve hatibû qetilkirin ji aliyê hezaran welatiyan ve bi dirûşma, "Tolhildan" hat definkirin.