Bi hezaran kesan Pûsat oxir kirin

Li Silopiyayê welatiyê bi navê Mutalîp Pûsat ku şevê din ji aliyê polîsên Tirk ve hatibû qetilkirin ji aliyê hezaran welatiyan ve bi dirûşma, "Tolhildan" hat definkirin.

Li Silopiyayê welatiyê bi navê Mutalîp Pûsat ku şevê din ji aliyê polîsên Tirk ve hatibû qetilkirin ji aliyê hezaran welatiyan ve bi dirûşma, "Tolhildan" hat definkirin.

Li navçeya Silopiyayê  ya Şirnexê welatiyê bi navê Mutalîp Pûsat ê şevê din ji aliyê polîsên Tirk ve hatibû qetilkirin ji aliyê hezaran welatiyan ve bi dirûşma, "Tolhildan" hat definkirin. Welatiyê bi navê Mutalîp Pûsat û Yasîn Ûysal dema şevê din li ber dikana xwe ya li Taxa Cûdî ji aliyê polîsên Tirk ve gule l i wan hatibûn reşandin û di encamê de Pûsat bi giranî birîndar bûbû. Piştî ku welatiyên derdorê bi derfetên xwe Pûsat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê tevî hemû hewldanan Pûsat di saetên sibehê de jiyana xwe ji dest da. Piştî otopsiya li Şirnexê malbata Pûsat û nûnerên MEYA-DER'ê cenazeyê Pûsat wergirtin û ber bi Silopiyayê ve anîn. Di ketina bajêr de bi sedan welatiyan cenazeyê Pûsat pêşwazî kirin û anîn Mizgefta Mekkeyê ya li Taxa Kobanê. Piştî wecîbeyên olî ciwanan cenazeyê Pûsat hilgirtin. Li gel Hevşaredara Silopiya Emîne Esmer, hevserok û rêveberên HDP/DBP'ê û gelek endamên Saziyên Civaka Sivîl bi hezaran welatî ber bi Goristana Şehîdan a li Taxa Kobanê meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û Mutalîp Pûsat hatin hildan. Her wiha girseyê bê navber dirûşmên, "Şehîd namirin" , "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" , "Bijî Serok Apo" û "Tolhildan" berz kir.

Piştî ku girse gihişt goristanê ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê deqeyek rêzgirtin pêk hat û Hevserokê MEYA-DER'a Silopiya Nadîr Kuday ji malbata û gelê Kurd re sersaxî xwest. Kuday diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên hovane nikare hêza gelê têk bibe û ew ê li hember van êrîşan heya dawiyê li ber xwe bidin.

Li ser navê xwerêveberiyê Hasan Atak jî di kesayeta Pûsat de hemû cangoriyên Kurdistanê bi bîr anîn û got ku ew ê heya dawiyê li pey doza şehîdan bimeşin.

Birayê Pûsat, Hekîm Pûsat jî got, "Min 2 birayên xwe di ber vê dozê de dane. Hewce bike ez ê 6 birayên xwe yên mane jî gorî Serok Apo bikim."

Piştî axaftinan Pûsat di nav dirûşm û dûayan de hate definkirin.