Cenazeyên li Taxa Nûr rakirin morgê

Cenazeyê Saît Çagdavul, zarokê 35 rojî Muhammed Tahîr Yaramiş û Cemîle Çagirga yên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan û bi rojane li mizgefta taxê dihatin sekinandin birin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Cenazeyê Saît Çagdavul ê li Taxa Nûr a Cizîrê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û cenazeyê zarokê 35 rojî Muhammed Tahîr Yaramiş ê ji ber ambulansa polîsan asteng kir, jiyana xwe ji dest da û Cemîle Çagirga ya li Taxa Cûdî ya Şirnexê ji aliyê polîsên sekvan ve hat qetilkirin bi rojane li mizgefta taxê dihatin sekinandin birin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 3 roj in biryara qedexekirina kolanan berdewam dike û terora dewletê ya li navçeyê berdewam dike. Cenazeyên Saît Çagdavul ê li Taxa Nûr a Cizîrê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û cenazeyê zarokê 35 rojî Muhammed Tahîr Yaramiş ê ji ber ambulansa polîsan asteng kir jiyana xwe ji dast da û Cemîle Çagirga ya li taxa Cûdî ya Şirnexê ji aliyê polîsên sekvan ve hat qetilkirin bi rojan in li mizgefta taxê dihatin sekinandin birin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Piştî hewldana parlamenterên HDP'ê ya ji taxê cenaze bi wesayîta cenazeyan a aîdî Şaredariya Cizîrê ji aliyê peywirdaran ve birin morga nexweşxaneyê.

Cenazeyê Cemîle Çagirga ya 13 salî a li Taxa Cûdî ji aliyê sekvanan ve şevê din qetil kirin ji aliyê parlamenterên HDP'ê û welatiyan ve ji malê hat girtin û heye Kolana Kobanê anîn. Piştre cenaze bi ambulansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.