YPG bîlançoya meha Tebaxê aşkera kir
Navenda Çapemeniya Hêzên YPG’ê encamên şer û pevçûnên meha Tebaxê yên di navbera şervanên YPG’ê û çeteyan de rû dan aşkera kir.
Navenda Çapemeniya Hêzên YPG’ê encamên şer û pevçûnên meha Tebaxê yên di navbera şervanên YPG’ê û çeteyan de rû dan aşkera kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê li ser malpera xwe ya fermî bîlançoya şerê meha Tebaxê ragihand û got di şerê meha Tebaxê de yê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyan de 53 çete hatine kuştin û 8 şervanên wan jî piştî berxwedaneke mezin jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Çapemeniya YPG’ê ev agahî parve kir:
Hemle û operasyonên hêzên YPG’ê li dijî çeteyan li dar xistine 6 in
Pevçûnên di navbera şervanên YPG’ê û çeteyan de 8 in
Pevçûn û operasyonên li dijî çeteyan ku encamên wan nehatin zelalkirin 4 in
Êrîşên xwekujî ku çeteyan bi wesayîtan kirine 2 ne
Hejmara kuştiyên çeteyan 53 ne
Alav û wesayîtên leşkerî yên çeteyan ku ji aliyê şervanan ve hatine rûxandin, 2 ne
Cenazeyên çeteyan ku ketine destên şervanên YPG’ê 5 in
Çek û cebilxaneya şervanên YPG’ê desteser kirine ev in: “13 kelaşnîkov, 950 fîşekên kelaşnîkov, 3 BKC, 1350 fîşekên BKC, rexteke parêzker, çekeke B7, çekeke sekvan, bêtêlek, 3 çenteyên bi amûrên leşkerî dagirtî û panzêrek.”
Şervanên YPG’ê yên ku piştî berxwedaneke leheng jiyana xwe ji dest dane, 8 in.