Jin 8-9’ê Îlonê wê biçin Cizîrê
KOM a got, 'Dengê Cizîrê bibihîze’, diyar kir ku 3 roj in li navçeyê derketina derve hatiye qedexekirin, bi tank û leşkeran planên komkujiyan tên kirin, wê biçe Cizîrê.
KOM a got, 'Dengê Cizîrê bibihîze’, diyar kir ku 3 roj in li navçeyê derketina derve hatiye qedexekirin, bi tank û leşkeran planên komkujiyan tên kirin, wê biçe Cizîrê.
KOM a got, 'Dengê Cizîrê bibihîze’, diyar kir ku 3 roj in li navçeyê derketina derve hatiye qedexekirin, bi tank û leşkeran planên komkujiyan tên kirin, wê 8-9’ê Îlonê biçe Cizîrê.
Meclîsa Jinên Azad (KOM), wê biçin navçeya Cizîrê ya Şirnexê. Jin wê 8-9’ê Îlonê li Cizîrê bin.
KOM bi “Dengê Cizîrê bibihîze” daxuyanî dan û ji bo li Cizîrê û aştiyê xwedî derkevin bang li her kesî kirin.
KOM di daxuyaniyê de wiha got: “Em bang li raya giştî dikin ku li heqîqeta tê veşartin bipirsin, li çapemenî û rojnamevanên bi berpirsiyartî tevdigerin ku agahiyên rast ragihînin û ji Cizîrê weşana zindî bikin dikin. Bang li doktor û wezîfedarên tendûristiyê dikin ku xwe bigihînin mirovên negihiştine nexweşxana û li jiyanê xwedî derkevin. Bang li Hûqûqnasan û akademisyenan dikin ku van komkujiyan bibînin, li hember wan helwest nîşan bidin, em bang li hunermendan dikin ku van bûyeran bibînin, bibîhîzin, bînin ser ziman, em bang li jinan û her kesê li Cizîrê dikin ku li jiyan û aştiyê xwedî derkevin.”
Kongreya Jinên Azad (KJA) piştgiriya daxuyaniya KOM’ê kir û ji Amedê bang li tevahî jinan kir ku tevlî çalakiyê bibin.
Jinên ku ji Amedê biçin Cizîrê sibê saet 09.00’an wê li pêşiya KCD’ê kom bibin.