Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê diyar kir, ku ji 24'ê Tîrmehê û pê ve konsepta şer a Erdogan ketiye meriyetê û got, "Roj roja xwedîderketina li rûmet, wijdan û xwerêveberiyê ye. Gelê me yê bi berxwedana bi heybet re xwedî li Kobanê derket, divê îro jî xwedî li vîn û rûmeta xwe derkeve û bi xurtkirina serhildanan re dengê xwe bilindtir bike."
Însiyatîfa Gel a DemokratÎk a Kurdistanê ragihand ku piştî hilbijartinên giştî ji 24'ê Tîrmehê û pê ve ji bo şikandina vîna gelê Kurd konsepta şer a Erdogan ketiye meriyetê. Însiyatîfê diyar kir ku berprisyarê vê konsepta qirkirin û tinekirinê dewleta Tirk û Erdogan e. Di daxuyaniya xwe de însiyatîfê got, "Bi fermana Erdogan re Rêber Apo di nava mercên giran de tê ragirtin û her roj gelê Kurd tê qetilkirin. Erdogan duh bi destê DAIŞ'ê, ji bo qetilkirina gelê li Kobanê ya ji dest hat kir. Yekane berpirsyarê komkujiya Kobanê Erdogan, bêyî fedî bike û li ber xwe bikeve, li ser bedenê mirî yê Alan ê biçûk ê ji Kobanê, ku li peravê deryayê ket, siyaseta xwe ya qirêj bi medyayê re dimeşîne û li ser bedenê mirî yê Alan, xwe ji hêzên navneteweyî xwedî dike. Kujerê Alan Erdogan e, dewleta Tirk e. Zîhniyeta Erdogan û dewleta Tirk ku bi nêrîna 'Kurdê herî baş Kurdê mirî ye' tevdigere, li ser bedenên biçûk ên mirî siyasetê dimeşîne. Vê zîhniyeta qetlîemkar rûyê xwe îro li Sûr û Cizîrê bi qetilkirina pitik û ciwanan careke din nîşan daye."
'ROJ ROJA XWEDÎDERKETINA LI RÛMET, WIJDAN Û XWERÊVEBERIYÊ YE'
Însiyatîfa Gel da xuyakirin ku gelê Kurd ê welatparêz wê nema karibe xwe li van komkujiyan rabigire û got, "Roj roja xwedîderketina li rûmet, wijdan û xwerêveberiyê ye." Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Gelê me yê bi berxwedana bi heybet re xwedî li Kobanê derket, divê îro jî xwedî li vîn û rûmeta xwe derkeve û bi xurtkirina serhildanan re dengê xwe bilindtir bike. Li Cizîrê pitik, zarok jî di nav de 6 zarokên me hatin qetilkirin. Ji bo rawestandina qetilkirina ciwan û zarokên Kud, divê gelê Kurd li her deverê rabe ser piyan. Girîng e tevahiya gelê Amedê biherike navçeya Sûrê, xwedî li rêveberiya xweser a gel ku daxwaza herî rewa ye û xwedî li berxwedana di vê oxirê de tê meşandin, derkeve. Li ku derê êrîşek li hemberî gelê Kurd bê kirin divê gelê Kurd biherike wê derê. Gelê Kurd ê xwedî li xwerêveberiya rê li ber azadiyê vedike derdikeve, divê li her deverê nîşan bide ku li cem gelê Cizîr û Sûrê ye û destnîşan bike ku ew qedexeya derketina derve nas nake. Ji bo tedawiya welatparêzên me yên bi lehengî li ber xwe dan û birîndar bûn, pêwîste hmû doktorên welatparêz û personelên tenduristiyê bi wezîfeyê rabin. Her bihosta xaka Kurdistanê tê xwestin ji aliyê AKP'ê ve were dagirkirin û azadiya gelê Kurd ji dest bê girtin. Ji bo sekinandina vê zîhniyeta qetlîemkar a faşîst, ji bo ewlekirina pêşeroja xwe, em çalakiyên xwe mezin bikin, xwedî li rûmeta xwe derkevin."
'LI DIJÎ DEWLETA TIRK Û HIKÛMETA AKP'Ê YÊN FAŞÎST, EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê bang li gelê Kurd kir ku dengê xwe bilind bike û got, "Em bang li tevahiya raya giştî ya demokratîk a xwedî wijdan û rûmeta mirovahiyê dikin, ku li dijî hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk ên faşîst ên li peravên deryayê Alan, li Cizîrê pitik û ciwan qetil kirine, dengê xwe bilind bikin û nîşan bidin ku li cem gelê Kurd ê mezlûm in. Em bi çalakiyê xwe re nîşan bidin ku em dizanin kê Alan û ciwanên li Cizîr, Silopiya, Gever û Farqînê qetil kiriye."