Li Cizîrê di taxa tê topbarankirin de birîndar hene

Hat diyarkirin ku li Cizîrê di Taxa ku tê topbarankirin de kesek bi giranî birîndar bûye.

Hat diyarkirin ku li Cizîrê di Taxa ku tê topbarankirin de kesek bi giranî birîndar bûye. Her wiha hat diyarkirin ku ambulansa ji bo birîndar rake nexweşxaneyê ji aliyê polîs û leşkeran ve bi hinceta “ewlekariyê” hatiye astengkirin.

Parlamentera HDP’ê ya Elihê Ayşe Acar Başaran anî ziman ku Taxa Nûr hat topbarankirin, kesek bi giranî birîndar bûye lê bi hinceta ewlekariyê hatina ambulansê ya taxê hatiye astengkirin. Başaran got, "Taxa Nûr gulebaran dikin û bi tankan ketine taxê. Kesek bi giranî birîndar bûye. Ambulans nikare bikeve taxê.”