"Însiyatîfa ji Ocalan re azadî" ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike, wê di 8-9'e Îlonê de li ber Parlamenta Ewropayê ya li Strasboûrgê bi dirûşmeya "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re Aştî" çalakiya rûniştinê lidar bixe. Heyeta HDP'ê jî wê li Parlamenta Ewropa (PE), Konseya Ewropa (KE) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) hevdîtinan bike.
Hat ragihandin ku bi sedan endamê saziyên Kurd, siyasetmedar, akademîsyen û nûnerên gel wê beşdarî çalakiyê bibin.
Çalakî wê li ber avahiya Parlamenta Ewropa ya li bajarê Fransa Strasboûrgê saet di 09:00 de destpê bike. Di çalakiya ku wê du rojan bidome de, çalakger wê li binê konan bimînin û dosyayan pêşkêşî serokên komên siyasî yên li PE û parlamenteran bikin.
Komîteya amadekar a çalakiyê diyar kir, ku ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan û şermezarkirina tecrîdê, ji bo rayedar bi berpirsyariyê rabin wê heyetan bişînin Konseya Ewropa û CPT û dosyayan pêşkêş bikin.
HEYETA HDP'Ê WÊ HEVDÎTINAN BIKE
Li aliyê din Nûnetiya HDP'ê ya Ewropayê da xuyakirin ku heyeta HDP'ê ya ji Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş, Parlamenterê Mêrdînê Mîthat Sancar, Parlamentear Amedê Feleknas Ûca û Parlamenterê Mûşê Ahmet Yildirim, di 9'ê Îlonê de di serî de Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûltz wê bi hemû serokên komên siyasî re hevdîtinan bike. Her wiha wê bi Koma Dostaniya Kurdan a Parlamenta Ewropayê re civînên hevpar werin lidarxistin.
Di êvara 8'ê Îlonê de wê li bajarê Elmanya Khelê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi mijara hilbijartina pêşwext û aştiyê, civîneke gel lidar bixe.
KARTAL: EM BI XURTÎ BEŞDARÎ ÇALAKIYA LI STRASBOÛRGÊ BIBIN
Endamê "Însiyatîfa ji Ocalan re azadî" Hevserokê KONGRA GEL Remî Kartal ji ANF'ê re axivî û got, "Ji bo em azadiya Rêber Apo û tecrîda li ser Rêber Apo bixin rojeva Konseya Ewropa û Parlamenta Ewropayê, wê du rojan çalakiya rûniştinê pêk were. Em bang li hemû sazî, şexsiyet û saziyên civakî yên sivîl dikin ku beşdarî çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê bibin."
Kartal bang li gelê li Strasboûrg û derdora wê dijî kir ku ji bo bala raya giştî bikişînin ser çalakiyê, du rojan bi xurtî çalakiyê ziyaret bike û beşdar bibe.
Hevserokê KONGRA GEL Kartal bang li saziyên civakî yên sivîl, Kurdistanî û Tirkiyeyî, hemû sazî, partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rûspî û rewşenbîrên dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û aştî pêk were kir, beşdarî çalakiyê bibin.
Kartal her wiha bal kişand ser êrîşên AKP'ê yên li gelek deverên Kurdistan û Tirkiyeyê bi destê leşker û polîsan li hemberî gelan dike û da zanîn ku çalakiya rûniştinê di pêvajoyeke gelekî girîng de tê lidarxistin.