6 leşker, 4 polîs hatin kuştin gelek kelûpelên leşkerî hatin desteserkirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 6’ê Îlonê li Êlihê dema helîkoptera leşkerî ya kargo nizm difiriya ji aliyê gerîlayan hatiye derbkirin,

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 6’ê Îlonê li Êlihê dema helîkoptera leşkerî ya kargo nizm difiriya ji aliyê gerîlayan hatiye derbkirin, Di navbera rêgeha navçeya Panos û navçeya Melazgir a Mûşê de 2 akrep û TOMA’yek dema dewriye digeriyan hatine derbkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir ku di çalakiyan de 6 leşker, 3 tîmên taybet di nav de 4 polîs hatine kuştin, 8 polîs jî birîndar bûne. Navenda ragihand ku gelek wesayîtên leşkerî hatine derbkirin û kelûpelên leşkerî hatine desteserkirin. HPG’ê got: “6’ê Îlonê saet di navbera 09.00 - 13.00’an de li hember artêşa TC a dixwaze li nêzî qada Şehîd Kendal a li ser xeta herêma Heftanîn qereqolê çêbike hêzên me yên gerîla bi çalakiyên giran êrîşek pêk anîn. Di çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran zelal nebû. Piştî çalakiyê artêşa TC qada Şehîd Kendal bi obus, hawan û tankan bombe kir.

PARÇEYÊN HELÎKOPTERAN, KAMERAYÊN TERMAL Û WESAYÎTA LEŞKERÎ HAT ÎMHAKIRIN

6’ê Îlonê saet 07.00'an gerîlayên me TIR’eke ku ji Şirnexê diçû navçeya Çelê ya Colemêrgê sekinandine; di vê wesayîtê dûrbîneke leşkerî, 7 yelekên pola û gelek kelûpelên leşkerî hatine desteserkirin. Gerîlayên me di heman demê de parçeyên helîkopteran, parçeyên kamerayên termal û gelek kelûpelên leşkerî bi TIR’ê re şewitandine.

6’ê Îlonê saet 22.00'an Qereqola  Sahîl Guvenlîk a li navenda navçeya Artemêtan a Wanê ye ji aliyê gerîlayên me ve hedef hatiye girtin. Ji mesafeyeke 50 metre avahiya qereqolê hedef hatiye girtin. Di kulubeya ku hat îmhakirin 5 leşker hatin kuştin. Îstasyona baz a Turkcell û înternetê ya li qereqolê hat îmhakirin.

LI HEMBER AVAHIYA EMNIYETA ŞEMREXÊ ÇALAKÎ

6’ê Îlonê saet 23.00’an hêzên gerîlayên me xwestin li ser avahiya Emniyeta Navçeyê ya Şemrexê ya girêdayî bajarê Mêrdînê çalakiyekê pêk bînin, piştî polîsan ev çalakî ferq kirin veguherî pevçûnê. Bi çekên ferdî û bombeyên dest çalakiya ku pêk hat de wesayîtên zirxî yê di bexçê Emniyetê de hatin derbkirin û bi zelalî polîsek hat kuştin.

6’ê Îlonê saet 23.00’an li hember îstasyonek bazê ya Vodafoneyê ya girêdayî gundê Qurdîsê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê hêzên gerîlayên me çalakiyek sabotajê pêk anîn û îstasyon îmha kirin.

6’ê Îlonê di saet navbera 15.00-18.00’an de li rêyên navbera navçeya Hezex ya bajarê Şirnexê û navçeya Kerboran a Mêrdînê hêzên gerîlayên me kontrola rê kirin. Di vê rêya ku diçe qereqolên Verzîkê û Xelîla de hêzên gerîlayên me 45 wesayît ji kontrolkirina nasnameyan derbas kirine û der barê pêvajoyê de ew agahdar kirine. Şexsekî ku ji qereqolê re erzaq dibir gerîlayên me dest danî ser wesayîtê û şexs derxist pêşiya gel. Dema gel ew efû kir, gerîlayên me wesayîta wî danê û ew serbest berdan.

Ev 3 rojên dawî TRT, Tabûrên Girê Cotyar û qereqolên Zîrîngê yên girêdayî bajarê Şirnexê, tevahî herêma Gabarê bi hewan û obusan bomberdûman dikin.

LI HEMBERÎ QEREQOLA GUZELDERE ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ

6’ê Îlonê li hemberî qereqola Gaz (Guzeldere) a girêdayî navçeya Darahênê ya Çewligê hêzên gerîlayên me çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin û trafoyê di hundirê qereqolê de jî hat îmhakirin.

6’ê Îlonê saet 18.00’an balafirek kargo ya leşkerî ji balafirgeha Êlihê nizm difiriya. Hêzên gerîlayên me bi çekên giran lê dan û piştî balafirê derbe xwar dîsa vegeriya balafirgehê.

4’ê Îlonê saet 22.30’an 2 wesayîtên leşkerî yên tîpa Akrep û 1 TOMA li ser rêgeha navçeya Panos a girêdayî bajarê Agiriyê û navçeya Melazgir a Mûşê dema dewriye digeriyan, Tîma Şehîd Simko bi awayekî bandor lê dan. Ji 40 metreyî bi çekên ferdî û roketan êrîş pêk hatin û di encam de her du wesayîtên tîpa Akrep derbe xwarin. Di heman demê de bi çekên ferdî li ser TOMA’yê êrîş çêbû. Hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin.

LI AMED’Ê 3 POLÎSÊN TEVGERA TAYBET MIRIN,8 JÎ BIRÎNDAR BÛN

6’ê Îlonê li taxên Baglar û Sûrîçî ya Amêdê di pevçûna navbera gel û polîsan derket de di encama çalakiyên komên berxwedêr de 3 polîsên tevgera taybet mirin û 3 ji wan bi giranî 8 jî birîndar bûn. Ev pevçûn didomin.

6’ê Îlonê saet 17.00’an li hemberî 3 perwaneyên ba yên li qada Çerçî Kaya ya girêdayî navçeya Serînyol a bajarê Hatayê çalakiya sabotajê hat pêkanîn û her sê jî hat îmhakirin.”