Navê berxwedanê ye Cizîra Botan!

Li Cizîrê ji 1992'an û vir ve berxwedan didome. Cizîra di sala 1992'an de serhildana Kurdistanê lê destpê kir îro berxwedaneke mezin nîşan dida. Ji roja destpêkê ya ragihandina xwerêveberiyê û vir ve berxwedaneke mezin li Cizîrê heye.

Li Cizîrê ji 1992'an û vir ve berxwedan didome. Cizîra di sala 1992'an de serhildana Kurdistanê lê destpê kir îro berxwedaneke mezin nîşan dida. Ji roja destpêkê ya ragihandina xwerêveberiyê û vir ve berxwedaneke mezin li Cizîrê heye.

Li Cizîrê, di sala 1992'an de agirê 'serhildanê' yê li dijî sêgoşeya Gladyo-JÎTEM-Kontrgerîla hat pêxistin, bi xwînê hat tepisandin; xwestin gotina li Çiyayê Agirî ya 'Kurdistan li vir veşartî ye' li Botanê nû bike. Girseya gel a bi serhildanê hişyar bû û li kolanên Cizîrê agirê Newrozê bilind kir, rastî gulereşandina endamên JÎTEM'ê yên rûpêçandî hat. Girseya gel tevî gulereşandinê jî bi biryar li dora agir diciviya. Endamên JÎTEM'ê yên li pêşberî vê biryardariya gel matmayî man, vê carê bi panzeran li hemberî komên girseyî terora dewletê meşandin. Bîlançoya serhildana Cizîrê giran bû. Dewletê bi dehan kes qetil kiribû, bi sedan birîndar kiribû û kiribûn binçavan. Rêveberên dewletê yên alîbûn li ser gelê Kurd ferz dikirin, li hemberî yên nebû alîgir polîtîkayên tinekirinê xist dewrê, şîdet meşand. Mirov yek bi yek yan jî bi komî hatin qetilkirin. Teslîmiyet hingî weke amûreke şîdetê ya dewletê bi JÎTEM'ê dihat meşandin. Tevî hemû zext û komkujiyan jî Cizîra salên 90'î bi temamî weke bajarekî serhildanê navê xwe li dîrokê nivîsand.

Berxwdana gel a li Cizîrê û li hemberî vê yekê komkujiya sivîlan, tevî derfetên kêm bi çend dîmenên ji aliyê rojnamevanên ji Ewropayê hatin û li Kurdistanê rojnamevanî dikirin ve hatin kişandin û di hişê gel de cih girt.

'TOROS'AN DEST BI NÊÇIRA MIROVAN KIRIN

Têkoşîna bi serhildana Cizîrê re girseyî bû, hevneşopiya serhildanê ya Cizîrê da destpêkirin hema hema li her devera herêmê belav bû. Kurdan agirê Newrozê yê Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqan pê xist, careke din geş kirin. Daxwaza jiyana bi çand û nasnameya xwe ya ya dilê Botanê Cizîra Botan a ku ji gelek şaristanî, împaratorî û begiyan re malovanî kir, rêveberên dewleta Tirk xistibû nava tirs û fikaran. Li hemberî gelê Cizîrê yê ji bo qetandina zincîra koledariyê bi biryar bû, dewletê qetilkirina deh hezaran, sed hezaran mirovan dabû pêş çavên xwe. Endamên JÎTEM'ê roj bi roj bêhtir sûîqest li hemberî welatparêzan û pêşengên berxwedanê dikirin. Ev endamên tarî yê diyar, ku piştî serhildanê bi wesayîtên 'Toros' ên navdar derketin nêçira mirovan, ji rojnamevanan jî bi manşetên "Hestiyarî", "Xêr e, ne cejneke ne tiştekî din e", "Polîsekî me ji aliyê xwepeşandêran ve hat lînçkirin" destek didîtin. Rayedaren dewletê der barê bûyeran de daxuyaniyên sûcdarkirinê didan û ji bo komkujiyan pêşî li provokasyonan vedikirin.

ZAROK Û EXTIYAR JÎ DI NAV DE NÊZÎ 100 KES HATIN QETILKIRIN

Li gorî vegotinên şahidên Newroza 1992'an a li Cizîrê, rojek beriya 21'ê Adarê roja pîrozbahiyan, piştî ku reş ket erdê li navenda bajêr dengê giran ê çekan hat û bi saetan dewam kir. Di sibeha serhildanê de jî Newroza li navenda Şirnexê, Cizîr, Kerboran û Hezexê hat pîrozkirin rastî êrîşa polîs û leşkeran hat. Li navçeya kKerboranê di encama gulereşandina li ser girseyadixwest beşdarî meşa serhildanê bibe de, kesê bi navê Abdûrrahîm Çîçek ji ber guleya li sînga wî ket jiyana xwe ji dest da. Li navenda Şirnex û Cizîrê jî bi çekê otomatîk gule li ser girseya gel a li cihê meş û qada pîrozbahiyê kom bû, hat reşandin. Li kolanên navberê jî pevçûn diqewimî. Di bûyerên heta 23'ê Adarê dewam kirin de li gorî daneyên fermî yên dewletê yek jê rojnamevan 57 kes di encama gulereşandinê de hatin qetilkirin. Lê tê zanîn ku hejmara rast gelekî zêdeyî vê ye. Li navenda Şinrexê jî, Hatîce Katar a 5 salî, Mehdî Gungen ê 9 salî, Nebahat Kakûç a 65 salî, Ramazan Bayer û Halîl Babek ên 70 salî jî di nav de nêzî 100 kes ji aliyê polîs, leşker û tîmên taybet ve hatin qetilkirin. Di raporên ÎHD, Barok û rêxistinên civakî yên sivîl ên li cihê bûyerê de hat ragihandin ku tevî qetilkirina bi sedan mirovan, bi sedan kes hatin binçavkirin, girtin û lêpirsîn. Rayedarên dewletê jî di adxuyaniyên xwe de ji bo bi sedan mirovên sivîl ên hatin qetilkirin îdîa kirin "Piraniya yên mirine PKK'yî ne, di nav de PKK'yî hebûn" û komkujî ji nedîtî ve hatin.

DI DORÊ DE NISÊBÎN HEBÛ

Di heman rojê de li navçeya Mêrdîn Nisêbînê bi deh hezaran mirovan serhildana Cizîrê silav kirin û daketin kolanan. Lê belê Nisêbînî danê êvarê di televîzyonan an jî radyoyan de li daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir a ku piştî rojekê rê li ber provokasyonê veke, rast hatin. Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Îsmet Sezgîn, berevajî navenda bajarê Şirnexê û Cizîrê ji gelê Nisêbînê re spasiyên xwe pêşkêş kir ku 'pîrozbahî bêyî rûdana bûyeran bi dawî kir'. Nisêbîniyan jî, di rewşeke ku li Cizîr û Şirnexê bi sedan mirov bi çekên otomatîk hatin qetilkirin de fêm nekirin bê çimya Wezîrê Karên Hundir peyama spasiyê pêşkêşî wan kir. Di sibeha 22'ê Adarê de gelê li Nisêbînê dijiya, bi armanca şermezarkirina qetilkirina sivîlan û daxuyaniya spasiyê ya Wezîr Îsmet Sezgîn, bi hezaran kes meşiyan.

Di serhildana Cizîrê de di pevçûnên bi êrîşa polîs û tîmên taybet destpê kir û 2 rojan dewam kir de, li gorî hejmarên fermî yek jê rojnamevan 57 kesan di gulereşandina çekên otomatîk de jiyaan xwe j idest dan. Hejmara mirovên heman rojê li navenda Şirnexê hatin qetilkirin bi qasî 100 kes bûn. Li Nisêbînê jî di çalakiya protestoyî de ji ber êrîşa bi panzeran û çekên otomat^k, 16 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Cizîrê tevî hemû zext, zordarî û kuştinan, hat dîtin ku gelê Botanê wê bênasnamebûyînê qebûl neke.

YÊN CERDEVANÎ QEBÛL NEKIRIN NEÇARÎ KOÇBERIYÊ HATIN HIŞTIN

Tevgera Azadiyê ya Kurd ku bersiv da daxwazên civakî yên gelekî bi hezaran salan li ser wê erdnîgariyê dijî, roj bi roj girseyî bû. Dewleta Tirk jî li hemberî vê bi rêbaz û stratejiyên xwe yên qirêj hewl da belav bike. Bi polîtîkayên şîdetê yên dûrî hiqûq, qanûn û nirxên însanî, nêzîkatiya 'ya bibe alîgirê dewletê yan jî PKK'ê li ser gel hat ferzkirin. Yên li navenda bajêr bi welatparêziya xwe dihatin naskirin, ji aliyê endamên JÎTEM'ê ve navên wan di lîsteyên mirinê de hatin bicihkirin. Li bejahiyê jî yên sîstema cerdevaniyê qebûlkirin serî li ber dewletê tewandin, yên qebûlnekirin jî bêyî derfet bê dayîn rahêje alavên xwe neçarî koçberiyê hatin hiştin.

BERXWEDAN JI BÊRÎVANA CIZÎRÎ HETA ROJA ÎRO DIDOME

Polîtîkayên di salên 90'î de li Cizîrê hatin meşandin îro jî bi qanûnîkirina mirinan re hatine rewakirin û tên meşandin. Hikûmeta AKP'ê ya qanûna 'Ewlekariya Taybet' derxist, beriya bi mehan sînyal dabû ku wê komkujiyan bike. Di salên 90'î de li her maleke li Cizîrê wêneyê yek an jî zêdeyî yek kesî yên hatin qetilkirin hebûn. Zarok bi temaşekirina li van wêneyên bav, xwişk, kek, xal an jî apên xwe yên hatin qetilkirin mezin bûn. Nifşê nû yê salên 2000'î, bi hiceta di 'bûyerên civakî' de cih girtine, bi operasyonên qirkirina siyasî tên girtin. Li hemberî çalakiyên demokratîk ên li dijî polîtîkaya înkarê ya dewletê, polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin û avêtin ser malên ciwanên dîmenên wan ji aliyê kamerayan ve hatin kişandin û ew xistin girtîgehan. Li hemberî vê rewşê jinên Cizîrî yên red kirin emrê wan di girtîgehê de birize, bûn ên herî zêde xwedî li îlanên xwerêveberiyê derketin. Mîna pêşenga serhildana sala 1992'an Bêrîvana Cizîrî, jinên Cizîrî li hemberî panzerên dixwazin bikevin nava taxan, tiliya xwe dihejînin.

Bi kurtasî li Cizîrê bi rojane komkujî heye. Ciwan û zarokên bê parastin tên qetilkirin.