Gelê Cizîrê: Berxwedan wê bidome

Li Cizîrê ku ji ber terora dewletê 7 kes hatin qetilkirin, şêniyên taxan li hemberî Erdogan û AKP'ê gelekî bi hêrs in. Cizîrî her wiha bêdengiya raya giştî ya li hemberî komkujiyan jî rexne kirin û destnîşan kirin ku berxwedana wan wê bidome.

Li navçeya Şirnex Cizîrê terora dewletê gihaşt roja 3'an. Polîsên li ser girên lid erdora taxên Sûr, Yafes, Nûr û Cûdî bi cih bûne, bi rojane guleyan berdidin taxan. Hejmara mirovên ji ber êrîşa polîsan jiyana xwe ji dest didin, her zêde dibe.

HEJMARA MIROVÊN TÊN QETILKIRIN ZÊDE DIBIN

Ji ber dorpêç û êrîşa polîsan heta niha Haci Ata Borçîn ê krîza dil derbas kir û Xetban Bulbul, li taxa Nûrê Mehmet Emîn Levent, Saît Çagdavul ji ber ku nikaribin bibin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan, dîsa zaroka 35 rojê yê bi navên Muhammed Tahîr Yaramiş jiyana xwe ji dest dan. Li taxa Cûdiyê jî Cemîle Çagirga û Osman Çagli ji aliyê sekvanan ve hatin qetilkirin. Bi vî rengî hejmara kesên li Cizîrê hatin qetilkirin bû 7 kes. 

Di êrîşan de gelek welatiyên ku birîndar bûn jî ji ber ambulans nikarin bikevin taxan, ji aliyê polîsan ve tê astengkirin welatî li malan tên dermankirin. 

Saît Çagdavûl ê ku jiyana xwe ji dest da û zaroka 35 rojî li mizgefta taxa Nûrê, cenazeyê Cemîle Çagirga jî li malê tên rawestandin. Li bendê ye ku cenaze îro bi hewldana parlamenterên HDP'ê bên definkirin. 

Yek ji taxa ku pevçûn lê zêde ye jî taxa Nûrê ye û welatiyên li vir qasî ku li dijî êrîşên polîsan bi hêrs in jî di aştiyê de bi israr in. 

Ji welatiyên taxê Omrum Bîlkîç ji DÎHA'yê re axivî û diyar kir ku ew ê navê zaroka xwe ya çêbibe bikin "Aştî" û wiha got: "Ev 3 roj in polîs nahêlin em derkevin derve. Zarokên 35 rojî ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest didin. Zarokên biçûk dibin hedefa polîsan. Mirovên ku li vî welatî dijîn û parazvanên sewalan her hal mirovan hez nakin. Li vir zarokên me yên biçûk dimirin ti kes dengê xwe dernaxîne. Êdî em dixwazin ev bi dawî bibin. Em dixwazin di nava aştiyê de bijîn."

'LENET LI DEWLETA ZAROKÊN ME DIKUJE BÊ'

Welatiya bi navê Hanim Sayin a dayika 5 zarokan e jî hêrsa xwe bi gotina "Lenet li dewleta ku zarok û derguşên me dikujin bê" anî ziman û wiha axivî: "Segvan zarokên ku derdikevin derve jî dikujin, nahêlin ambulans bên taxê. Bila Erdogan xwe bike şûna me û bila bifikire ku ev tişt hatine serê kurê wê, gelo wê çiqas li ber xwe bide."

HÊRSA LI HEMBERÎ ERDOGAN

Celal Yildirim jî li hemberî qetlîama ku polîs pêk tînin nerazîbûn nîşan da jî wiha got: "Tu li qesra xwe rûdinê û zarokên vî miletî bi hev didî kuştin. Eger ji te tê tu were. Keça xwe kurê xwe bigire cem xwe û were. Bi ciwanên Botanê re şer bike. Tu hemû cîhanê bi ser Cizîrê de bişînî jî gelê Botanê wê têk neçe."