Nîjadperestan li Konya û Balikesîr êrîşî avahiyên HDP’ê kirin
Bi hinceta pevçûna li Geliyê Doskî êrîşên faşîzan ên li hember HDP û Kurdan didomin. Li Konya û Balikesîr li hember avahiyên HDP’ê êrîşên nîjadperest rû dan.

Li Konyayê li hember avahiya Rêxistina Bajêr a Konyayê êrîşa nîjadperest pêk hat. Dema Hevserokê Rêxistina Bajêr ê Konyayê Hasan Ateşçî û endamên partiyê di hundir de bûn, koma nîjadperestan xwestin derî bişkînin û bikevin hundir. Bi hatina polîsan êrîşkar ji qata 3’emîn a rêxistina HDP lê ye daketin. Lê bi hinceta li derdora avahiyê êrîşkar hene, nehiştin reveberên HDP’ê ji avahiyê derkevin. Rêveberên HDP’ê hê li avahiyê ne.
Li Balikesîrê komek nîjadperest avahiya HDP’ê ya bajêr dagir kir. Koma faşîst bi dirûşman ket hundir, avahî serûbin kirin, tiştên di avahiya partiyê de ne ji şaneşînê avêtin. Koma êrîşkar piştî alav şewitandin belav bû.