Polîsan li Cizîrê zarok gulebarankirin: 3 zarok birîndar in - HAT NÛKIRIN

Li Taxa Alîbey a li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan 3 zarok gulebaran kirin.

Li Taxa Alîbey a li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan 3 zarok gulebaran kirin.Polîs destûr nadin zarokên birîndar bûne rakin nexweşxaneyê.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran a agahî da ANF’ê got ku 3 zarokên diçûn nan ji aliyê polîsan ve hatine gulebarankirin. Başaran her wiha ragihand ku ji bo zarokan rakin nexweşxaneyê li benda ambulansê ne, polîs zextê li gel firinan dikin ku nan çênekin û nanên ku firin derdixe kom dikin.

...