Yildirim: Pêwîst bilez ji bo Cizîrê bikevin nav tevgerê
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê ya Gulser Yildirim a li navçeya Cizîrê ya Şirnexê lêkolînan dike got: “Niha êrîşeke pir dijwar heye. Em di malekê de asê mane.”

Yildirim diyar kir ku wek heyeta HDP’ê îro hatine Cizîrê û ji dema hatine êrîşên polîs û leşkeran didomin.
Yildirim da xuyakirin ku heyet hat hedefgirtin û êrîş pêk anîn. Yildirim wiha dewam kir: “Niha êrîşeke pir dijwar heye. Em di malekê de asê mane. Hêzên dewletê bi çekên giran êrîş dikin. Êrîşa mala em lê ne jî dikin. Elektrîk qut bûye. Xetên înternetê qut kirine. Em nikarin bigihêjin kesekî. Dewlet amadekariya komkujiyê dike.”
Yildirim da xuyakirin ku tê dîtin dewlet îşev li hember Cizîrê komkujiyekê plan dike. Yildirim wiha dewam kir: “Eger tavilê xwedîderketinek çênebe dibe ku îşev komkujiyeke mezin pêk bê. Sekvan jin, zarok her kesî dikin hedef. Divê bilez ji bo Cizîrê bikevin nav tevgerê.”