KCD-E: Em xwedî li berxwedana Bakurê Kurdistanê derkevin

Hevserokatiya KCD-E, der barê polîtîkayên qetlîamker ên AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hevserokatiya KCD-E, der barê polîtîkayên qetlîamker ên AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Faşîzma AKP'ê ku bi tecrîda şantajwarî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest bi êrîşên topyekûn û operasyonên siyasî kir, bi înfazkirina zarok û ciwanên Kurd re niha li Kurdistanê amadekariya komkujiyê dike" û ev xal hat destnîşankirin:

'TC PITIK Û CIWANAN QETIL DIKE; YÊN BÊDENG BIMÎNE HEVPARÊ SÛC IN'

"Ragihandina xwerêveberiyên demokratîk ên gelê Kurd, TC a faşîst û mêtînger tirsandiye. Ji ber vê tirsê yekîneyên înfazê yên taybet ên qesra dîktatoriya Erdogan ketine dewrê, û dest bi hewldanên tepisandina xwerêveberiyên li Kurdistanê û qetilkirina gelê me kirine. Di rewşa heyî de li Cizîr, Silopiya, Gever, Sûr, Nisêbîn, Farqîn û gelemperiya Bakurê Kurdistanê gelê me bi rêbaza berxwedana Rojava berxwedanê xurt dike. TC a mêtînger her roj li pêş çavên raya giştî ya bê wijdan a cîhanê pitina û ciwanan qetil dike. Bi taybetî bêdengiya saziyên qada navneteweyî yên xwedî berpirsyarî li pêşberî faşîzma AKP'ê manîdar e. Em vê bêdengiya saziyên navneteweyî şermezar dikin û bang li wan dikin ku eger naxwazin bibin hevparê sûcê komkujiyên nû, bi berpirsyarî rabin."

'ROJ ROJA XWEDÎDERKETINA LI BERXWEDANA GEL E'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku desteka ji berxwedanên Şengal û Kobanê re hatin dayîn di asta dîrokî de girîng in û hat destnîşankirin, ku îro roja xwedîderketina li Bakurê Kurdistanê ye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke pêkhateyên KCD-E em bang li hemû gelên alîgirê demokrasî û azadiyê dikin ku xwedî li berxwedana rewa ya gelê Kurdistanê derkevin û her qadê veguherînin qada serhildanê."