Agirê serhildanê yên li Cizîrê ev 23 sal in venemiriye!
Tûnç ê ku di sala 1992'an de li Cizîrê bû şahidê serhildana destêpê û komkujiya dewletê, da xuyakirin ku dewletê yekser gel hedef girtiye.
Tûnç ê ku di sala 1992'an de li Cizîrê bû şahidê serhildana destêpê û komkujiya dewletê, da xuyakirin ku dewletê yekser gel hedef girtiye.
Tûnç ê ku di sala 1992'an de li Cizîrê bû şahidê serhildana destêpê û komkujiya dewletê, da xuyakirin ku dewletê yekser gel hedef girtiye. Tûnç got, "Jin û zarok kuştin. Tîmên taybet ên girêz ji devê wan diherikî, qîma xwe bi kuştina mirovan nedianî û di ser re sixêfên giran li me dikirin."
Hunermend Ferhat Tûnç ê di sala 1992'an de beşdarî Newroza Cizîrê bû, berxwedana gel a di serhildana destpêkê de ji ANF'ê re vegot.
Li hemberî cînayetên qirêj ên JÎTEM-Kontrgerîla yên artêşa Tirk li Kurdistanê dikirin, bi agirê Newrozê yê li Cizîrê hat vêxistin re bi hezaran kesan serî rakirin. Lê belê JÎTEM a hewl da bi rijandina xwînê vê serhildanê bitepisîne, li nava kolanan bi dehan kes înfaz kir, bi sedan kes birîndar kir û girt binçavan.
'RÊYA MIRINÊ'
Hunermend Ferhat Tûnç ê bi heyetekê re ji serhildana Cizîrê re şahidî kir, bi van gotinan ew dem vegot:
"Sala 1992 bû. Roja Înê bû. Ji Stenbolê em bi heyeteke qelebalix di destpêkê de çûn Amedê ji wir jî derbasî Cizîrê bûn. Di pîrozbahiyên Newrozê de weke heyeta çavdêr em amade bûn. Ji derketina Amedê û pê ve leşkerên bi panzer û jammeran bi me re ketin ser rê.
Di nûçeyên beriya çend rojan ên di medyayê de dihat îdîakirin ku 21'ê Adarê wê bi xwîn derbas bibe û bûyerên mezin wê rû bidin. Li ser van nûçeyan Serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel wiha digot: "Bihêlin bila bimeşin, bi meşê rê diqedin?"
Di nava heyeta me de tevî Serokê Giştî yê ÎHD'ê Akin Bîrdal, Serokê Şaxê Stenbolê Ercan Kanar, Serokê Şaxa Îzmîrê, rojnamevan, serokên sendîka, serokên saziyên cuda û rojnamevanên biyanî yên ji derveyî welat hatibûn, hebûn.
Me rêwîtiya xwe ya piştî Amedê bi taksiyan dewam dikir. Ajokarên taksiyan rêya em diçûnê weke 'rêya mirinê' pênase dikirin û der barê rêwîtiya me de hişyarî didan me. Digotin ku wan di vê rê de ji gelek bûyeran re şahidî kirine û tîmên taybet hişyarî dane wan ku di vê rê de sivîlan nebin û neynin. Dihat gotin ku gelek taksîvan jî di wê rê de bi kuştinên kiryar nediyar re hatibûn qetilkirin.
GUSTÎLKÊN BI NIVÎSA 'MHP'
Hema hema di her deh kîlometreyan carekê em dihatin sekinandin û hem ser me hem jî nasnameya me dihat kontrolkirin. Kontrol û lêgerîn vediguherî îşkenceyê. Mafê kesî tinebû li dij derkeve. Şexsên sivîl ên gir û bi simbêl ku gustîlkên bi nivîsa 'MHP' di tiliya wan de hebû, bi dijminatî li me dinêrîn.
Piştî rêwîtiyeke dirêj em danê êvarê gihîştin Cizîrê. Ya ku beriya her tiştî li Cizîrê bala me kişand dûxana rewş a mîna ewrekî reş li ser Cizîrê bû. Ciwanên li pêşiya Cizîrê bend danîbûn, lastîk dişewitandin û bi nîşaneya serketinê em pêşwazî kirin.
'DEMA HIŞYAR BÛM PANZER BI CIH BÛBÛN'
Wê şevê em li Otela Kadioglû ya ku tekane otela Cizîrê bû, bi cih bûn. Otel bi endamên medya neteweyî û biyanî dagirtî bû. Eleqeya awarte ya medyayê mîna ku agahiya bûyerên piştî rojekê dide, bû. Wê şevê li derve dengê çekan dihat, lê polîsek an jî leşkerekî bi tenê jî li derve nedihatin dîtin. Ew bajarê biçûk mîna bajarê hatibû rizgarkirin bû. Gel li ser bajêr serdest bû. Me bi awayekî matmayî li wan temaşe dikir, min bawer nedikir ku em di nava rewşeke şer a rast de ne.
Di sibeha 21'ê Adarê de dema hişyar bûm, ji pacê min li derve temaşe kir. Polîs, leşker û tîmên taybet ên bi şev xuya nedikirin li meydana Cizîrê dagirtibûn. Panzer li hemû goşeyan bi cih bûbûn."
'DENGÊ ZAROKAN JI CÛDÎ DENG VEDA...'
Tûnç anî ziman ku li cihê agirê Newroza Cizîrê lê hat vêxistin, ew li jinên bi kincên rengîn ên gelêrî rast hat û diyar kir ku piştî demeke kurt tîmên rûyê wan bi maske pêçandî bi panzeran hatin cihê bûyerê û dest bi komkujiyê kirin. Tûnç komkujî bi vî rengî vegot:
"Em weke heyet li hev kom bûn û ji bo şopandina pîrozbahiyan me benda polîs û leşkeran derbas kirin û ber bi Taxa Cûdî ve çûn. Bi hezaran kes civiya bûn, jinan bi kincên xwe yên gelêrî dîmenekî bedew afirandibûn. Em jî tevlî govenda li ber dahol û zirneyê bûn.
Li ber stranan û gerandina govendê hejmara mirovan zêde dibû. Dûre bi hezaran kes dest bi meşê kirin û berê xwe dan meydana Cizîrê. Polîs û tîmên taybet ên meydan dorpêç kiribûn, bi megafonan digotin ku ew ê guleyan bireşînin.
Panzer ji cihê xwe tevgeriyan û tîmên taybet 'pêşniyar' li me dikirin ku em li otelê vegerin. Gef dixwarin ku di rewşeke berevajî de 'em ê jî zerarê bibînin'.
Ji bo dest li gel neyê werdan, weke heyet em li ber Midûrê Emniyetê û rayedaran geriyan. Lê belê bi kêr nehat û dûre panzeran bi ser girseya gel ve ajotin. Qîrîna jin û zarokan li Çiyayê Cûdî deng veda. Min şahidî ji mirinan re kir.
Bi dehan mirovên sivîl di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan. Jin û zarok kuştin. Tîmên taybet ên girêz ji devê wan diherikî, qîma xwe bi kuştina mirovan nedianî û di ser re sixêfên giran li me dikirin.
'ME XWE AVÊTIN ERDÊ, BI WÎ RENGÎ EM RIZGAR BÛN'
Li Cizîra ku qedexeya derketina derve hebû û veguherîbû qada şer, tevî vê yekê me bi hildana ala spî re hewl dan mirî û birîndarên li nexweşxaneyê tespît bikin. Lê belê destûr nehat dayîn. Ji ser banê avahiyekê gule dihat reşandin û me jî xwe li erdê dirêj kirin, bi vî rengî em rizgar bûn."