Kaya: Li hundir û derveyî Cizîrê mirov hatine dorpêçkirin

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya ya di nav heyeta ku ji bo biçe Cizîrê ket rê de cih digire, got ku li hundir û derveyî Cizîrê mirov hatine dorpêçkirin.

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya ya di nav heyeta ku ji bo biçe Cizîrê ket rê de cih digire, got ku li hundir û derveyî Cizîrê mirov hatine dorpêçkirin.

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya ya di nav heyeta HDP’ê ya çû Cizîrê de cih digire, bal kişand ku di ketina Cizîrê de polîs destûr nadin bikevin hundir û têkildarî pêşveçûnên li herêmê, agahiyên wergirtin bi raya giştî re parve kir. Kaya bal kişand ku li hundir û derveyî Cizîrê trajediya mirovatiyê tê jiyîn û got: “Hem li hundirê Cizîrê hem jî li derveyî Cizîrê mirov hatine dorpêçkirin. Wekîlên HDP’ê yên li hundir li qadên ku sekvan bi cih bûne ji bo şîdeta heye daxin hewl didin. Mirov ne dikarin bikevin hundir ne jî derkevin."

Kaya ragihand ku di ketina Cizîrê de gelek wesayît li pey hev bi rêz bûne, rê nadin ambulans biçin birîndaran bînin û wiha dewam kir: "Di nav Cizîrê de nikarin cenazeyê zarokê 12 salî yê hatiye qetil kirin rakin. Birîndar û nexweşan nikarin rakin nexweşxaneyan. Welatiyên me ji ber 3 roj in nikarin bikevin Cizîrê ji wan bêagahî ne. Di ketina Cizîrê de girseyeke mezin rawestiyaye… Hê jî gelek wesayîtên leşkerî yên zirxî sewqî navçeyê tên kirin.”