Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yeşîlkaya li Elezîzê hat oxirkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serkan Yeşîlkaya (Serkan Tolhildan) ji aliyê malbat ve hat wergirtin û ber bi Elezîzê ve derxistin rê.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serkan Yeşîlkaya (Serkan Tolhildan) ji aliyê malbat ve hat wergirtin û ber bi Elezîzê ve derxistin rê.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serkan Yeşîlkaya (Serkan Tolhildan) yê di pêvçuna 1’ê Îlonê ya li navenda Êlihê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbat, MEYA-DER, rêxistinên DBP-HDP’ê yên Êlihê ve ji Nexweşxaneya Heremê ya Êlihê hat wergirtin û ber bi Elezîzê ve hat oxirkirin. Di pevçûna ku di 1’ê Îlonê de li Taxa Cumhuriyetê de qewimîbû, Komîserek û gerîlayekî HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn û polîsek jî birîndar bibû. Piştî nasnameya gerîlayê HPG’ê aşkera bû, malbat hat Êlihê û cenazeyê kurê xwe wergirtin û birin Elezîzê.

Cenazeyê Yeşîlkaya di ketina navçeya Bismil a Amedê de ji aliyê gelek welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Cenaze bi dirûşma, "Şehîd namirin" ber bi Elezîzê ve hat oxirkirin.

Hat diyarkirin ku wê cenazeyê Yeşîlkaya sibê li Elezîzê bê veşartin.