Demîr: Êrîşeke sîstematîk li ser me heye

Hevşaredarê Ebexê Farûk Demîr got ku bi êrîşeke sîstematîk re rû bi rû ne.

Hevşaredarê Ebexê Farûk Çelîk ê duh ekîbeke polîsan a ji 50 kesan girt ser mala wî, hat binçavkirin û danê sibehê hat berdan got ku bi êrîşeke sîstematîk re rû bi rû ne.

Demîr got: "Ez operasyonên qirkirina siyasî yên li Kurdistanê û li hember hevşaredarên me şermezar dikim. Têkildarî mijarê ez ê serî li darazê bidim.”