Gerîlayên HPG'ê di 1'ê Îlonê de li hemberî 5 wesayîtên zirxî yên li nava Qereqola Garê bi çekên giran çalakiyek pêk anîn. Di çalakiya li dijî konvoya ji 60 wesayîtan a ji Wanê diçû Colemêrgê de 2 wesayîtên zirxî hedef hatin girtin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, der barê çalakiyên di çarçoveya Pêngava Reşît Serdar de hatin lidarxistin, ev agahî bi raya giştî re parve kir.
"Roja 1'ê Îlonê saet di 19:30 de, li hemberî 5 wesayîtên zirxî yên li nava qereqola Garê ya li ser sînorê herêma Xakurkê ye, hêzên me yên gerîla bi çekên giran çalakiyek pêk anîn û derb li her pênc wesayîtan hat xistin.
Di 31'ê Tebaxê de, hêzên me yên gerîla rêya di navbera Şemzînan û Gerdiya de girtibûn. Di 1'ê Îlonê saet di 09:45an de 7 wesayîtên zirxî yên artêşa TC xwest dest li çalakiyê werdin. Di encama lêdana hêzên me yên gerîla de, artêşa TC neçar maye xwe vekişîne. Di dema vekişînê de li qada gundê Navreza, hêzên me yên gerîla li hemberî wesayîteke zirxî çalakiyeke sabotajê pêk anîne û wesayîta zirxî di encama çalakiyê de bi temamî îmha bûye. Hejmara mirî û birîndarên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin; mirî û birîndarên artêşa TC bi ambûlansan ji cihê çalakiyê rakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me Baz Baxtiyar û Baz Faraşîn hatiye kirin.
Roja 1'ê Îlonê saet di 11:00 û 13:30 de, bi wesayîtên zirxî leşker ji bo bajarokê Rûbarok ê navçeya Şemzînanê hatine veguhastin.
ÇALAKIYA LI HEMBERÎ QEREQOLA GEMAN
1'ê Îlone saet di 14:30 de, hêzên me yên gerîla bi çekên giran li dijî qereqola Geman a li ser sînorê herêma Zagrosê, çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de kûle û mewziya tankê ya qereqolê hedef hatine girtin û di encama derbên xurt de ji 5 leşkerên li van mewziyan 3 jê hatin kuştin. Piştî çalakiyê qereqola Gemanê bi çekên giran gule li derdora xwe reşand.
Di êvara 1'ê Îlonê de li hemberî pira Golka ya di navbera herêmên Salara û Bezelê yê Şemzînanê de ye, hêzên me yên gerîla çalakiya sabotajê pêk anîn û pir hat rûxandin. Her wiha 3 dozerên li vê derê ji aliyê hêzên me yên gerîla ve hatine şewitandin.
Di 1'ê Îlonê saet di 22:00 de, hêzên me yên gerîla li hemberî stasyona Bazê ya li Geliyê Esendere yê navçeya Colemêrg Geverê, çalakiyeke sabotajê lidar xistin û di encamê de stasyona bazê bi temamî hat ûxandin.
Êvara 1'ê Îlonê saet di 20:30 hêzên me yên gerîla li navçeya Colemêrg Çelê, 9 kesên ji tîmên tevgear taybet ên li ber Avahiya Hikûmetê kom bûbûn, hedef girtin. Ji cihekî 50 metre dûr rokêta B7 hatiye teqandin û ev roket li nava hêzên tevgera taybet teqiya ye. Di heman demê de derbên xurt li wesayîteke zirxî û mewziyeke li cihê bûyerê hatine xistin. Wesayîta zirxî û mewziya li vê derê bi temamî hatine rûxandin. Hêzên me yên gerîla bi çekên giran li Midûriyeta Emniyetê ya li kêleka Avahiya Hikûmetê jî xistine. Di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên artêşa TC çêbûne, lê hejmar nehatiye zelalkirin.
LI HEMBERÎ QEREQOLÊN SERÊ SEVÊ, ÊRÎŞ Û TEPÊ ORTÊ ÇALAKIYÊN HEVDEMÎ
Roja 1'ê Îlonê saet di navbera 11:00-13:00 û 14:00-14:30 de, li hemberî qereqolên Serê Sevê, Êrîş û Tepê Ortê yên li ser sînorê herêma Zapê ne, hêzên me yê gerîla bi çekên giran çalakiyên hevdemî lidar xistin. Di encama van çalakiyan de li qereqola Serê Sevê 3 leşker, li qereqola Tepê Ortê jî leşkere hatiye kuştin. Piştî van çalakiyan her sê qereqolan jî bi obus, hawan û tankan qadên Latê Kewa, Gundê Nerwa, Çarçerê, Yekdarê bomberdûman kirine.
29'ê Tebaxê, artêşa TC a xwest kontrola rêya navbera Colemêrg û Çelê bixe destê xwe, derket operasyonê. Di operasyonê de bêyî ku encamekê bi dest bixe, artêşa TC xwe vekişand."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku gerîlayên HPG'ê, li dijî konvoya ji 60 wesayîtan a ji Wanê diçû Colemêrgê çalakiya sabotajê pêk anîne û di vê çalakiyê de 2 wesayîtên zirxî hedef hatin girtin. Navendê ev agahî da: "1'ê Îlonê saet di 20:30 de Li ser rêya Îpekê ya di navbera Guzeldere û Xoşatê yên navçeya Wan Payîzavayê, li hemberî konvoyeke ji 60 wesayîtan a ji Wanê diçû Colemêrgê, hêzên me yên gerîla çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di çalakiya sabotajê ya bi teqemeniya ji 200 kg'yî de, 2 wesayîtên zirxî yên bi tîpa kîrpî hedef hatin girtin û ev her du wesayît bi temamî hatin rûxandin. Hejmara kuştî û birîndaran nehatiye tespîtkirin. 6 ambûlans piştî çalakiyê hatin cihê bûyerê û kuştî û birîndar rakirin.
Roja 1'ê Îlonê saet di navbera 15:30 û 16:00 de, tîmeke me ya li ser rêya diçû qereqola Sêvînê ya Colemêrgê kontrol dikir, dest danî ser kelûmelên di wesayîtê de û wesayît şewitand.
31'ê Tebaxê saet di 09:25'an de konvoyeke leşkerî ya ji qereqola Elcî ya navçeya Wan Elbakê dixwest derbasî qereqola Boşanê bibe, rastî çalakiya sabotajê ya hêzên me yên gerîla hat. Di vê çalakiya ku ji bo bîranîna hevalên me yên li Dêrsim û Botanê şehîd ketin hat lidarxistin de, wesayîteke bi tîpa Revo hat îmhakirin û li gorî agahiyên hatine zelalkirin, 12 leşker hatine kuştin.
1'ê Îlonê saet di navbera 07:00-11:00 de, her wiha piştî nîvro saet di navbera 17:00-18:00 de artêşa TC bi hawanan ji Meşkanê li Geliyê Marînos daye û ji ber van êrîşan li herêmê şewat derketiye. Ev şewat hînê dewam dike.
31'ê Tebaxê, wesayîteke transît a 13 polîs tê debûn, dema dixwest ji Şirnexê biçe navenda navçeya Hezexê, saet di 12:20 de rastî çalakiyeke sabotajê ya tîma me ya gerîla ya Şehîd Gabar hat. Di vê çalakiyê de leşkerek mir, 4 jê giran 12 leşker birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna Cabbar Acar û ciwanên li Silopiyayê şehîd ketine, hatiye lidarxistin.
LI HEMBERÎ QEREQOLA KERESA ÇALAKIYA BI ÇEKÊN GIRAN Û SÛÎQESTÊ
Di sibeha 1'ê Îlonê saet di 08:30 de, tîma me ya sûîqestê ya Şehîd Harûn, li hemberî girê qereqola Keresa yê Şirnexê ji 2 baskan ve bi çekên giran û sûîqestê çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de 2 mewzî hatin îmhakirin. Bi zelalî 5 leşker mirine, leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê leşkeran bi obus û hawanan derdor bomberdûman kirin. Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Evîndar û 3 hevalên me yên şehîd ketine, hatiye lidarxistin.
1'ê Îlonê saet di 05:15 de hêzên me yên gerîla bi çekên giran û ferdî li hemberî tabûra Memîra ya Gabar-Çiravê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya ku xwaringeh û avahiyeke qereqolê hedef hatin girtin de, hejmara leşkerên mirin û birîndar bûn, nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê leşkeran bi kobra, obus û hawanan qada Çiravê bomberdûman kirin.
Di 1'ê Îlonê saet di 23:00 de li hemberî stasyoneke bazê ya Turkcell a di navbea gundên Silinge û Bamedî yên navçeya Mêrdîn Nisêbînê, hêzên me yên gerîla çalakiya sabotajê pêk anîn û di encamê de stasyona bazê hat rûxandin.
28'ê Tebaxê li taxa Sanayî ya navçeya Mêrdîn Qoserê, li hemberî otobuseke zirxî ya polîsan a tê de 24 polîs hebûn, hêzên me yên gerîla çalakiya sabotajê pêk anîbûn. Me dabûn xuyakirin ku di vê çalakiyê de 2 polîs hatin kuştin, 6 jê giran 15 polîs birîndar bûn. Li gorî agahiyên hatin zelalkirin, di vê çalakiyê de 5 polîs hatine kuştin, 1 jê giran 11 polîs birîndar bûne.
31'ê Tebaxê piştî nîvro saet di 17:00 de gerîlayên me dest danîne ser wesayîteke kel û mel dibir ji qereqola bajarokê Derahinê ya Qilabanê. Ajokarê vê wesayîtê serbest hatiye berdan.
LI HEMBER FEBRÎQEYA ÎSKENDERÛN DEMÎR-ÇELÎK ÇALAKÎ
29’ê Tebaxê li hember Febrîqaya Demîr-Çelîk a li navçeya Îskenderûn a Hatayê gerîlayên me çalakiyek li dar xistine. Xeta boruya vê febrîqeyê ketiye rewşeke ku neyê xebitandin.
1’ê Îlonê saet 19.30' rêya Îpekê ya li nêzî gundê Malabadî ya di navbera Farqîna Amed û Êlihê de ji aliyê gerîlayên me ve hat girtin. Piştî kontrola nasnameyan der barê pêvajoyê de gel hatiye agahdarkirin. Ev rê heta saet 22.00’an di kontrolê de hatiye hiştin.
Duh êvarî saet 21.00 li hember îstasyona bazê ya Vodafone ya li gundê Heremo ya girêdayî navçeya Farqîn a Amedê tîmeke gerîlayên me çalakiyek li dar xistine. Ev îstasyona bazê bi temamî hatiye îmhakirin.
1’ê Îlonê saet di navbera 18.30 û 19.30’î de Rêya Îpekê ya di navbera Bedlîs û Xana Hewêl de ji aliyê gerîlayên me ve hatiye girtin. Li ser rêgehê nasname hatine kontrolkirin û der barê pêvajoyê de gel hatiye agahdarkirin. Îstasyoneke bazê ya aîdî şîrketa Turk Telekom a li ser rê rêgehê hatiye îmhakirin.
31’ê Tebaxê êvarî saet 21.00 rêya Gimgim û Kop ên Mûşê ji aliyê tîmeke me ya gerîlayan hatiye kontrolkirin. Piştî kontrola nasnameyan der barê pêvajoyê de gel hatiye agahdarkirin. Ev rê sibeha 1’ê Îlonê saet 05.00’an careke din hatiye vekirin.
Ji 17’ê Tebaxê heta niha rêyên Dêrsim-Erzîngan û Dêrsim-Pilûr di kontrola hêzên me yên gerîla de ne.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, komên sivîl ên berxwedêr, 1’ê Îlonê saet 21.00 li bajaroka Stîlê ya girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê odeya muhabereyê, îstasyona înternet û bazê ya hundirê qereqoleke ku berê hatibû valakirin şewitandine û îmha kirine.”