Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Sirînê hat astengkirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li herêma Kobanê, du hewldanên êrîşan ên çeteyan hatine têkbirin û gelek çete hatine kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Li Kobanê Çeteyên DAIŞ’ê duh di saetên êvarî de ji rojava û bakur rojavayê bajarokê Sirîn a giredayî Kobanê ve xwestin êrîş bikin.
Çeteyên ku bi cilên sivîl bi kelekan çemê Firatê derbas kirin, saet di 19.00’an de ji milê Girê Reş, saet di 20.00’an de jî ji navbera gundên Şuxha û Tenêen êrîş kirin. Hêzên me di destpêkê çete xistin bin kontrolê û dema çem derbas kirin di cih de bi ser çeteyan de girtin û awayekî bi bandor li çeteyan xistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyên ji milê Girê Reş ve êrîş kirin nehat zelalkirin. Lê ji koma çeteyên di navbera gundên Şuxha û Tenêen de êrîş kirin çeteyek hat kuştin, çeteyek jî birîndarbû. Piştî pevçûnê di demek kurt de çete ji qadê revîn.
Komên çeteyan di heman şevê de li nêzî pira Qereqozax xwestin çem derbas bikin û bikevin qadên di bin serweriya hêzên me de ne. Hêzên me koma çeteyan ku dixwest mayinê bi cih bikin, li ser çem zeft kirin û awayekî bi bandor li wan xistin. Di vir de ew mayina ku dixwestin bi cih bikin di nava çeteyan de hat teqandin. Lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.”