Li Marsîlyayê ji jinan çalakiya aştiyê
Li Marsîlyayê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê çalakiyek hat lidarxistin.
Li Marsîlyayê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê çalakiyek hat lidarxistin.
Li bajarê Fransa Marsîlyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrxan, bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê çalakiyek hat lidarxistin.
Di çalakiya li Vîeûx Port de bal hat kişandin ser polîtîkayên şer ên li Kurdistanê tên meşandin û li ser talankirina xwezayê û bandora şer a li ser civakê, wêne hatin nîaşndan. Her wiha atolyeyek bi mijara "Eger aştî pêk were" hat meşandin. Di vê atolyeyê de jin û zarokan li ser kartonên reng bi reng, hêvî û bendewariyên xwe yên aştiyê nivîsandin.
DAXWAZA AZADIYA OCALAN
Di çarçoveya çalakiyê de bi şev jî jin û zarokan li ber stranên ji bo aştiyê yên bi zimanên cuda, çirayên daxwazên xwe lê nivîsandibûn, firandin. Di çalakiyê de her wiha ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan broşur hatin belavkirin.