Nasnameyên 22 gerîlayan hatin aşkerakirin
Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê, nasnameyên 22 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.
Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê, nasnameyên 22 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.
Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê, nasnameyên 22 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir. Di daxuyaniya komîteyê de hat gotin, "Dîroka me ya têkoşîna ji zêdeyî 35 salan, ji berxwedanên bi heybet, gelek lehengiyan re şahidî kiriye û tevî gelê Kurd ji hemû gelan mîrate û kevneşopiya têkoşîneke bi heybet afirandiye. Di afirandina vê yekê de ked, berxwedan û têkoşîna Serok Apo, rastiya zêdeyî bîst hezar şehîdên me û fedekariya gelê me, diyarker e. Tevgera me ya azadiyê kub i komeke biçûk re gihaşt mîlyonan, li ser vê mîrate û kevneşopiya têkoşînê îro hîn bêhtir bi bavên bi biryar û serketî ber bi pêşeroja azad ve dimeşe. Vê tevger û vî gelî nîşan daye ku ji bilî afirandina pêşeroja azad bi vîna xwe, ti alternatîf qebûl nekiriye û wê qebûl neke. Xwedî hişmendî û her şêwe navgînên rêxistinbûyîn û têkoşînê ye ku ji niha û pê ve jî têkoşîna xwe li ser vê bingehê bidomîne. Dilsoziya me ya bi Serok Apo re, kevneşopiya berxwedanê ya şehîdên me ji me re hiştin, têkoşîna rêxistinbûyî ya gelê me û berxwedana bi heybet a Rêber Apo li Îmraliyê dimeşîne, garantiya têkneçûn û pêşeroja me ya azad e."
Komîteyê ragihadin ku di herikîna dîrokê de ti tevgerê mîna tevgear PKK'ê bi watedarî nêzî rastiya şehadetê nebûye û got, "Rêber Apo ji tinebûnê destpê kiriye û ji bo gelekî di nava tarîtiya dîrokeke lanetbûyî de rizgar bike û bigihîne azadiyê, di nava gelê kurdistanê de ruhê fedaî afirandiye û rêgeha dîrokeke nû û hemdem destnîşan kiriye. Heta ku wateyeke girîng ji şehîdan re neyê dayîn û weke çavkaniya bawerî û hêza manewî neyên dîtin, ne pêkan e ku serketineke bi vî rengî bi dest bikeve."
Daxuyaniya komîteyê bi vî rengî dewam kir:
"PKK a li ser vê bingehê bi şehîdan re bû xwedî wate, veguherî tevgereke şehîdan. Sira destpêkê ya fedaîtî û fedekariya bilind, di vir de ye. Ji ber vê yekê Rêber Apo bi gotina 'PKK partiya şehîdan e' PKK pênase kiriye. Weke malbatên van lehengên bi gorîkirina jiyana xwe rê nîşanî dîroka nû ya Kurdistanê dane, gelekî girîng e ku hûn jî di nava xwe de piştevaniyeke bi vî rengî biafirînin. Em bawerin ku bi nêzîkatiyeke bi vî ruhî re wê ast û rêxistinbûyîna pêwîst bi dest bikeve û weke Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan a PKK'ê em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurd re dixwazin. Em soz didin ku weke hevrêyên wan, em ê di her astê de xwe tevlî têkoşînê bikin û xwedî li mîrateya wan derkevin. Bi van nêrîn û hestan em we ji dil silav dikin, hurmetên xwe pêşkêş dikin."
NASNAMEYÊN GERÎLAYÊN JIYAAN XWE JI DEST DANE
NASNAV:FÎKRET
NAV:CEMAL YÛRTSEVER
DEMA JI DAYIKBÛNÊ:1966/MÛŞ
NAVÊ DAYIKÊ:BESE
NAVÊ BAV:SELÎM
DEMA TEVLÎBÛNÊ:1989/EDENE
DEMA JI DESTDAYÎNA JIYANÊ:22.05.1989/MAVA
***
NASNAV:ŞAHÎN
NAV:ABDURREZAK AKMAN
DEMA JI DAYIKBÛNÊ:1976/NISÊBÎN
NAVÊ DAYIKÊ:BEDÎA
NAVÊ BAV:HÎKMET
DEMA TEVLÎBÛNÊ:1993 EDENE
DEMA JI DESTDAYÎNA JIYANÊ:19.03.1994/MEREŞ
***
NASNAV:ROZERÎN DERSÎM
NAV:SEVÎM ZENGÎN
DEMA JI DAYIKBÛNÊ:1978/NISÊBÎN
NAVÊ DAYIKÊ:ALIYE
NAVÊ BAV:HÎKMET
DEMA TEVLÎBÛNÊ:1995/EDENE
DEMA JI DESTDAYÎNA JIYANÊ:02.05.1998/OPERASYONA CUDÎ/BOTAN
***
NASNAV:FÎRAZ
NAV:FARIS AKDOGAN
DEMA JI DAYIKBÛNÊ:1964/ELKÊ
NAVÊ DAYIKÊ:FATMA
NAVÊ BAV:MEHMET
DEMA TEVLÎBÛNÊ:1989/GUNDÊ PÎROSA
DEMA JI DESTDAYÎNA JIYANÊ:21.03.1995/METÎNA
***
NASNAV:MERVAN
NAV:FARUK ÎLHAN
DEMA JI DAYIKBÛNÊ:1978/BÎSMÎL
NAVÊ DAYIKÊ:HEDIYE
NAVÊ BAV:DAVUT
DEMA TEVLÎBÛNÊ:1995/EDENE
DEMA JI DESTDAYÎNA JIYANÊ:1995/QADA ŞEHÎT REMZÎ
***
NASNAV: RÛHAT
NAV:FEVZÎ TEMEL
DEMA JI DAYIKBÛNÊ:1979/ELKÊ
NAVÊ DAYIKÊ:FADÎLE
NAVÊ BAV:ABUZER
DEMA TEVLÎBÛNÊ:15.08.1995/EDENE
DEMA JI DESTDAYÎNA JIYANÊ:17.04.1997/BAGOK/MÊRDÎN
***
NASNAV:RIZGAR
NAV:HUSAMETTÎN GENÎŞ
DEMA JI DAYIKBÛNÊ:1976/SÊRT
NAVÊ DAYIKÊ:ESMA
NAVÊ BAV:MEHMET
DEMA TEVLÎBÛNÊ:1989
DEMA JI DESTDAYÎNA JIYANÊ:16.10.1996/ŞÎRVAN
***
NASNAV:SAVAŞ
NAV:KAMÎL AKDOGAN
DEMA JI DAYIKBÛNÊ:1972/ELKÊ
NAVÊ DAYIKÊ:FATMA
NAVÊ BAV:ÎBRAHÎM
DEMA TEVLÎBÛNÊ:1989/COLEMÊRG
DEMA JI DESTDAYÎNA JIYANÊ:1996/BOTAN
***
NASNAV:MAHÎR
NAV:OSMAN BAYHAN
DEMA JI DAYIKBÛNÊ:1977/SÎLVAN
NAVÊ DAYIKÊ:MUNEVVER
NAVÊ BAV:BEHÇET
DEMA TEVLÎBÛNÊ:1991/EDENE
DEMA JI DESTDAYÎNA JIYANÊ:1994/ŞÎRVAN/GARZAN
***
NASNAV:LEYLA
NAV:SABRIYE IŞIK
DEMA JI DAYIKBÛNÊ:1970/MÊRDÎN
NAVÊ DAYIKÊ:MENÎFE
NAVÊ BAV:ABDULKERÎM
DEMA TEVLÎBÛNÊ:1991/SEYHAN
DEMA JI DESTDAYÎNA JIYANÊ:08.09.1996/BESOSIN
***
NASNAV:SEYÎTHAN
NAV:HUSEYÎN OZEN
CIHÊ JI DAYIKBÛNÊ:MEHSER/MÊRDÎN
NAVÊ DAYIKÊ:AYŞE
NAVÊ BAV:AHMET
DEMA TEVLÎBÛNÊ:1990/ENQERE
DEMA JI DESTDAYÎNA JIYANÊ:16 ADAR 1992/PULUR/QADA
***
NASNAV:MAHSUM
NAV:ABDULMECÎT NAS
DEMA JI DAYIKBÛNÊ:1982/SÊRT
NAVÊ DAYIKÊ:GULUNDAN
NAVÊ BAV:ABDULLAH
DEMA TEVLÎBÛNÊ:1996/SÊRT
DEMA JI DESTDAYÎNA JIYANÊ:28.07.1997/HEFTANÎN
***
NASNAV:ŞERNAS
NAV:EBEDÎN CALP
DEMA JI DAYIKBÛNÊ:1973/BEDLÎS
NAVÊ DAYIKÊ:XEZEM
NAVÊ BAV:AHMET
DEMA TEVLÎBÛNÊ:1994/MERSÎN
DEMA JI DESTDAYÎNA JIYANÊ:1997/DORŞÎN/AMED
***
NASNAV:BAGER
NAV:HUSNU OZDEMÎR
DEMA JI DAYIKBÛNÊ:1974/DIHÊ
NAVÊ DAYIKÊ:NAFIYE
NAVÊ BAV:MEHMET
DEMA TEVLÎBÛNÊ:1995/EWROPA
DEMA JI DESTDAYÎNA JIYANÊ:20.07.1999/GARZAN/BOTAN
***
NASNAV:AZAD
NAV:MEHMETŞAH ATEŞ
DEMA JI DAYIKBÛNÊ:1977/BEDLÎS
NAVÊ DAYIKÊ:AZÎZE
NAVÊ BAV:ŞUKRU
CIHÊ TEVLÎBÛNÊ:MERSÎN
DEMA JI DESTDAYÎNA JIYANÊ:12.04.1997/GELIYÊ AKTAÇ/DERSÎM
***
NASNAV:ZINAR ZER
NAV:DÎNÇER YUKSEL
DEMA JI DAYIKBÛNÊ:1965/MÛŞ
NAVÊ DAYIKÊ:ZÎNET
NAVÊ BAV:RAMAZAN
DEMA TEVLÎBÛNÊ:1990
DEMA JI DESTDAYÎNA JIYANÊ:1995/GORSE/PÎRAN
***
NASNAV:XELÎL
NAV:EKREM YUKSELÎR
DEMA JI DAYIKBÛNÊ:1962/MILAZGIRT
NAVÊ DAYIKÊ:SUHEYLA
NAVÊ BAV:ZEKÎ
DEMA TEVLÎBÛNÊ:1996/MILAZGIRT
DEMA JI DESTDAYÎNA JIYANÊ:1999/ERZÎROM
***
NASNAV:MAHSUM
NAV:ÎNDIYAP BAGCI
DEMA JI DAYIKBÛNÊ:1980/KOP
NAVÊ DAYIKÊ:MAKBULE
NAVÊ BAV:HACI
DEMA TEVLÎBÛNÊ:1992/KOP
DEMA JI DESTDAYÎNA JIYANÊ:30 GULAN 1994/GEXÎ/ÇEWLIK
***
NASNAV:SAÎT
NAV:MUHTEREM TURK
DEMA JI DAYIKBÛNÊ:1975/PASÛR
NAVÊ DAYIKÊ:SIDIKA
NAVÊ BAV:YUSUF ZIYA
DEMA TEVLÎBÛNÊ:1992/STENBOL
DEMA JI DESTDAYÎNA JIYANÊ:12.06.1997/KURE JAHRO
***
NASNAV:ÊRÎŞ AVAREŞ
NAV:MUSAP ÖZMEN
DEMA JI DAYIKBÛNÊ:1995/MÛŞ
NAVÊ DAYIKÊ:ZEYNEP
NAVÊ BAV:ÎSMET
DEMA TEVLÎBÛNÊ:2014/BÛRSA
DEMA JI DESTDAYÎNA JIYANÊ:2014/METÎNA
***
NASNAV:MUNZUR ALA
NAV:MUNÎR ERDAL
DEMA JI DAYIKBÛNÊ:1974/ŞAX
NAVÊ DAYIKÊ:FEYRUZ
NAVÊ BAV:NURETTÎN
DEMA TEVLÎBÛNÊ:1993
DEMA JI DESTDAYÎNA JIYANÊ:1999/AMED
***
NASNAV:XWÎNREŞ
NAV:LEZGÎN ASLAN
CIHÊ JI DAYIKBÛNÊ:ELKÊ
NAVÊ DAYIKÊ:CEVAHÎR
NAVÊ BAV:ÎSA
DEMA TEVLÎBÛNÊ:1987/WAN
DEMA JI DESTDAYÎNA JIYANÊ:1990/KELAŞ