Çalakiyên gerîlayên HPG’ê li Bakurê Kurdistanê didomin. Di çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn. Li navçeya Tetwan a Bedlîsê helîkoptereke Skorsky ya diçû qereqola Şêx Cûma ji aliyê gerîlayan ve bi çekên giran hat derbkirin.
ANF
BEHDÎNAN
şemî, 29 gelawêjê 2015, 16:26
Çalakiyên gerîlayên HPG’ê li Bakurê Kurdistanê didomin. Di çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn. Li navçeya Tetwan a Bedlîsê helîkoptereke Skorsky ya diçû qereqola Şêx Cûma ji aliyê gerîlayan ve bi çekên giran hat derbkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da: “27’ê Tebaxê saet 09.30 li hember îstasyona bazê ya li nêzî qereqola Girê Sor a li gundê Xavîştan a girêdayî navçeya Şax a Wanê û di heman saetan de li hember 2 îstasyonên bazê yên li Sekê hêzên me yên gerîla çalakiyên sabotajî pêk anîne. Di çalakiyê de îstasyonên bazê hatine îmhakirin.
Walîtiya Wanê ya girêdayî Erdogan û hikûmeta AKP’ê li hin taxên navçeyên Elbak û Şaxê yên Wanê di navbera 27’ê Tebaxê -12’ê Îlonê de herêma ewlekariya taybet îlan kiriye.
27’ê Tebaxê saet 00.00' li gundê Korî yê girêdayî navçeya Elbak a Wanê komeke kontra ya ji 5 kesan a kincên gerîlayan li xwe kirine li çeperên cerdevanan dane. Li vir di navbera cerdevanan û kontrayan de pevçûnek çêbûye. Piştî pevçûnê kontrayan derdor mayîn kirine. Detayên vê pevçûnê nayên zanîn.
27’ê Tebaxê saet 13.00'an hêzên gerîla li rêgeheke di navbera navçeyên Bêşebab û Qilaban çalakiya rêgirtinê pêk anîne. Di rêya ku heta saet 16.00’an di kontrola gerîlayên me de bû 30 wesayît hatine komkirin, ji bo welatiyên di wan wesayîtan de têkildarî pêvajoyê propaganda hatiye kirin. Li vir wesayîteke TEDAŞ’ê hatiye şewitandin.
LI HEMBER QEREQOLA BOTAŞÊ ÇALAKÎ PÊK HAT
Li hember Qereqola BOTAŞ’ê ya girêdayî Mîdyada Mêrdînê 28’e Tebaxê saet 18.20’an gerîlayên me çalakî pêk anîn. Piştî tîma gerîlayan hat ferqkirin çalakî veguherî pevçûnê. Ji sê baskan ve êrîş bi çekên giran li hember mewziyan û wesaîtên zirxî bi awayekî bi bandor pêk hat. Mewziyeke çeka A-4 têde hate îmhakirin, leşkerek hat kuştin yek jî birîndar bû. Dîsa wesayîtek panzer derb xwar û ji cihê bûyerê dûr ket. Agir bi depoya petrolê ya di qereqolê de ket û vî agirî qereqol jî bandor kir. Piştî çalakiyê artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi 2 helîkopterên Skorsky û 2 ambûlansan birin Mîdyadê. Piştî çalakiyê li derdora qereqolê û li ser herêmên nêzî wê 2 saetan helikopterên kobra û balafirên keşfê geriyan.
Di 27’ê Tebaxê saet 12.00’an de kulubeyeke girêdayî Fermandariya Garnîzona Cizîrê ji aliyê gerîlayên me bûye hedef û bi lêdanek bi bandor hat tinekirin. Derveyî vê jî cepxane, xwaringeh û cihê din ên leşker lê kom dibin bûn hedef û bi awayekî zelal 4 leşker hatin kuştin. Di vê çalakiyê de hejmareke zêde birîndar jî hene. Artêşa TC bi wesayîtên zirxî birîndarên xwe birin nexweşxanê û rêya Nisêbînê girtin. Artêşa TC rasterast ji wesayîtên zirxî û bi tîmên segwanan li ser gelê li rê kom bûne gule reşandin.
Di 27’ê Tebaxê saet 06.00’an de li hember pira li ketina Yenîşehîra girêdayî Silopiya Şirnexê gerîlayên me çalakiyeke teqemeniyê pêk anîn. Dema wesayîtek leşkerî ya zirxî derbas dibû teqemenî pêk hat û wesayîtê derb xwar. 4 kesên ji tîmên taybet ên têde jî birîndar bûn.
Di 28’ê Tebaxê saet di navbera 14.10-20.00’an de gerîlayên me rêya Ebaxa Wanê û Bazîda Agiriyê li nêzî gundê Kevirê Şamî birîn. Li vê derê 2 tir û qemyoneke aîdî dewletê hat şewitandin û bi sekinandina nêzî 40 wesayîtî ji gel re agahdarkirina pêvajoyê hat kirin. Artêşa TC ji nêzî 5 km’yan dûr ve bi çekên A-4’ê cihê bûyerê gulebaran kir.
LI ÇEWLIKÊ XEBATÊN PROPAGANDAYÊ
Roja 28’ê Tebaxê saet di navbera 19:30 û 22:00’an de hêzên me yên gerîla di navbera Çewlik û navçeya Kanîreşê de rê girtine û der barê pêvajoyê de gel agahdar kirine.
Roja 26’ê Tebaxê di saet 22:30’an de ji aliyê hêzên me yên gerîla ve qereqola Ocak a polîsan a li navenda Dîlokê bi çekên ferdî xistine û li vir 2 polîs hatine kuştin. Di vê çalakiya ku li hemberî komkujiyên di vê pêvajoya dawiyê de li ser gel hat pêkanîn de hat li dar xistin, nûçeyên medya şer a taybet ên weke sê kaleşnîkof hatine girtin bê bingeh in.
Ji roja 7’ê Tebaxê ve rêya trênê ya ji Mûşê diçe Îranê di bin kontrola hêzên me yên gerîla de ye. Li vir çûyîn û hatin hatine qutkirin.
Ji roja 27’ê Tebaxê heya niha rêya di navbera Mûş û navçeya Pasûr a Amedê di bin kontrola hêzên me yên gerîla de ye. Ev rêgeh car caran tê vekirin û dîsa tê girtin.
Roja 28’ê Tebaxê di saet 15:30’an de hêzên me yên gerîla li nêzîkî zozana Şinê rê girtine û kontrola nasnameyan kirine û ji gelê ku kom re der barê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.
Roja 28’ê Tebaxê saet di navbera 19:30 û 22:00’an de hêzên me yên gerîla ji bo demekê rêyeke di navbera Çewlik û Amedê de girtine, kontrola nasnameyan kirine. Ji gel re der barê pêvajoyê de propaganda hatiye kirin. Her wiha saet di navbera 16:00 – 18:00’an de bi awayekî demkurt çalakiya girtina rê hatiye kirin.
Roja 28’ê Tebaxê saet di navbera 19:00 û 22:00’an de artêşa Tirk bi 15 helîkopterên Skorsky leşker danîne sêgoşeya navbera Karaz, Farqîn û girê Zerga de û her wiha tank û obus danîne ser vî girî. Li ser vê tevgera leşkerî jî gelê herêmê jî dest bi çalakiya mertalên zindî kiriye.
Roja 28’ê Tebaxê saet di navbera 20:30 û 22:00’an de hêzên me yên gerîla rêya di navbera Kanîreş û Çewlikê de girtine û ji gel re propaganda kirine.
LI ŞÊX CÛMA SKORSKYEK HAT DERBKIRIN
Roja 28’ê Tebaxê saet di navbera 16:00 û 17:00’an de di dema ku Skorskyek ji navçeya Tetwan a Bedlîsê diçû qereqola Şêx Cûma ji aliyê gerîlayên me ve bi çekên giran hatiye derbkirin. Helîkoptera ku derb xwar paşde vekişiyaye.
Roja 28’ê Tebaxê di saet 22:30’an de li navenda Osmaniyeyê çalakiyek hêzên me yên gerîla li hemberî wesayîtekî zirxî pêk hatiye. Bi roketavêjan wesayîta tîmên taybet hatiye xistin. Di navbera leşker û tîma me ya gerîla de pevçûnek demkurt qewimiye.
Roja 27’ê Tebaxê rêya Kemah a girêdayî Erzîncanê ji aliyê hêzên me yên gerîla ve hatiye girtin û kontrola nasnameyan hatiye kirin. Di çalakiya ku heya saet 17:00’an dewam kir, wesayîteke Wezareta Daristanê, wesayîtek a şîrketa taybet, kamyonek û mîkserek hatiye şewitandin û îmha kirin. Di vê çalakiyê de hêzên me dest danîne ser 2 tebence û cîhazek biçûk.
Dîsa kontrola rê hatiye kirin. Wesayîtek piştî kontrola rê qeza kir û nûçeyên medyaya Tirk ên weke di encama guleberdana hêzên me yên gerîla de kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî hene nûçeyên bi armanca reşkirinê hatine çêkirin. Ev bûyer bi temamî qezayek trafîkê ye.
Roja 27’ê Tebaxê di saet 20:00’an de yekîneyeke me ya gerîla leşkerên ku li Zozanên Merke yên Erzîncanê kemîn datanîn ferq kirine. Li vir pevçûn qewimiye û di van pevçûnan de 2 leşker hatine kuştin. Di vê pevçûnê de gerîlayê me yê bi nave Cîhan Sînemlî jî şehîd ketiye. Dîsa di vê pevçûnê de gerîlayekî me bi awayekî birîndar dîl ketiye destê hêzên dijmin.
RÊYA DI NAVBERA ERZINCAN – DÊRSIM Û DÊRSIM – PULÛRÊ DI BIN KONTROLA GERÎLA DE YE
Ji roja 17’ê Tebaxê ve rêyên di navbera Erzincan – Dêrsim û Pulûr – Dêrsimê di bin kontrola hêzên me yên gerîla de ye.
Îstasyoneke bazê ya li Yaylagulu ya girêdayî navçeya Pulûr a Dêrsimê ji aliyê hêzên me yên gerîla ve hatiye îmhakirin.
Roja 28’ê Tebaxê di saet 18:00’an de hêzên me yên gerîla çalakiyek li hemberî Midûriyeta Polîsan a li navçeya Nazimiye ya Dêrsimê li dar xistine. Di lêdanên ji 2 baskan ve hat kirin de polîs û 4 wesayîtên zirxî hatine hedefgirtin. Di heman demê de Avahiya Hikûmetê, Edliye, Lojmana Polîsan, Tabûra Nazimiyeyê û Qeymeqamtî hatiye hedefgirtin. Di çalakiya ku bi bombeyên dest, BKC, B-7 û çekên ferdî hat kirin de gelek leşkerên mirî û birîndar hene. Wê berfirehiya vê çalakiyê piştre bê parvekirin.
Roja 28’ê Tebaxê saet di navbera hêzên me yên gerîla çalakiyek sûîqestê li hemberî konvoyek leşkerî ya ji wesayîtên zirxî pêk dihat a ji qereqola Şapatan a girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê diçû Şemzînanê li dar xistine û di vê çalakiya sûîqestê de leşkerek hatiye kuştin.
Rêyên di navbera Colemêrg – Çelê, Geliyê Doskî ya li Geverê – Qereqola Oremarê, rêya di navbera herêma Mêrgezere – qereoqolên Şitaza û Oremarê de, rêya di navbera gundê Derya yê girêdayî Şemzînanê – qereqola Bêzelê de di bin kontrola gerîlayên me de ye.
Roja 27’ê di saet 15:00’an de hêzên me yên gerîla çalakiyek li hemberî qereqola ku tê xwestin di sêgoşeya Licê, Karaz û Farqînê yên Amedê de bê avakirin li dar xistine. Piştî vê çalakiyê helîkopterên Kobra herêm bi awayek dijwar bombebaran kirine. Di encama van bomberdûmanan de 2 hevalên me şehîd ketine.
Nasnameya gerîlayên şehîd ketine wiha ye:
Nasnav: Cîhan Sînemîlî
Nav-Paşnav: Kemal Ozsonmez
Cihê jidayikbûnê: Elmanya
Navê dayik-bav: Elîf - Zekeriya
Dîrok û cihê şehadetê: 27’ê Tebaxa 2015 / Erzîncan