Festîvala Çanda Kurd wê di 5'ê Îlonê de li Dusseldorfê pêk were
23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê di 5'ê Îlonê de li bajarê Elmanya Dusseldorfê were lidarxistin.
23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê di 5'ê Îlonê de li bajarê Elmanya Dusseldorfê were lidarxistin.
NAV-DEM'ê ragihand ku 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ji aliyê rayedarên dewleta Elman ve bi hincetên şertên hiqûqî hatiye astengkirin. Di daxuyaniya NAV-DEM'ê de hat gotin, "Em weke NAV-DEM û ABDEM vê helwestê protesto dikin û bi beşdariyeke hîn xurttir em ê Festîvala Gelan bi dirûşmeya 'rê ji faşîzmê re nîne, ji îzolasyonê re na' di 5'ê Îlonê de li Dusseldorfê lidar bixin. Yanî festîvala me wê di heman demê de li navnîşana Dusseldorf Rheinwiese (Kaiser-Wilheim-Ring ), 40545 Dusseldorf bê lidarxisitn."
'EM BI XURTÎ BEŞDARÎ FESTÎVALÊ BIBIN'
NAV-DEM'ê bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku beşdarî festîvalê bibin û got, "Girîng e tevahiya raya giştî û gelê me zanibin, ku di pêvajoyeke bi vî rengî de astengkirina festîvala çanda vî gelî, girtina siyasetmedarên Kurd û tevî hestyariya raya giştî ya Elman nîşandana nezîkatî û helwesteke bi vî rengî ji aliyê dewleta Elman ve nayê fêmkirin û em dibêjin ku bi Festîvala Gelan re em ê vê yekê protesto bikin.
Di vê Festîvala Gelan a bi dirûşmeya 'rê ji faşîzmê re nîne, ji îzolasyonê re na' de em ê vê qedexekarî û helwesta kêfî ya dewleta Elman protesto bikin û xwedî li siyasetmedarên Kurd ên hatine girtin derkevin. Em bang li tevahiya gelê xwe, derdorên demokrat û sosyalîst ên Tirkiyeyî û dostên Elman dikin ku li dijî pêkanînên faşîst û nazî, beşdarî festîvala gelan bibin.
Paralelî dewleta Tirk van girtinên li Elmanyayê tên kirin em weke darbeyeke mezin a li demokrasiyê hatiye xistin dibînin û li gorî me nêzîkatiyên bi vî rengî pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurd digirin.
Em bang li gelên xwe û dostên xwe dikin ku bi armanca bersivdayîna li pêvajoyê, tevlî festîvalê bibin."