Hemo: Xweseriya Demokratîk wê ji bo Bakurê Kurdistanê bibe tecrûbeyeke nû
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Ezîz Hemo got, "Xweseriya Demokratîk wê ji bo Bakurê Kurdistanê bibe tecrûbeyeke nû. Em vê erênî dibînin."
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Ezîz Hemo got, "Xweseriya Demokratîk wê ji bo Bakurê Kurdistanê bibe tecrûbeyeke nû. Em vê erênî dibînin."
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Ezîz Hemo got, "Xweseriya Demokratîk wê ji bo Bakurê Kurdistanê bibe tecrûbeyeke nû. Em vê erênî dibînin."
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Ezîz Hemo, êrîşên terorê yên hikûmeta AKP'ê li hemberî gelê Kurd, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sîstema xwerêveberiya demokratîk a gelê Bakurê Kurdistanê weke bersiva li van êrîşan ragihand, ji ANF'ê re nirxand.
Hemo got, "Gelê me wê bi sîstema xweseriya demokratîk re xwe bi xwe bi rêve bibe û li dijî êrîşên AKP û dûvikên wê, xwe biparêze" û da zanîn ku êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê li hemberî gelê Kurd û PKK'ê dimeşîne, ji bo şikandina vîna gelê Kurd e.
Hemo diyar kir ku AKP vê yekê timî diceribîne û bibîr xist ku bi alîkariya ji bo DAIŞ û El Nûsra, êrîşî gelê Rojava dike. Hemo got, "Di heman demê de hewl dide vîna Rojava jî bişikîne. Gelê Kurd jî li hemberî vê vîna xwe nîşan da û nerazîbûna xwe diyar kir. Ji hikûmeta AKP'ê re got; hûn ê nikaribin ti carî vîna gelê Kurd bişikînin."
Hemo anî ziman ku ji ber vê yekê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de gelê Kurd vîneke xurt nîşan da, AKP têk çû û got, "Erdogan hewl dide bi hilbijartinên pêşwext re vê têkçûna xwe binixumîne. Dixwaze MHP'ê bikişîne cem xwe. Erdogan bi êrîşa li hemberî gelê Kurd, PKK û Qendîlê re hewl daye MHP'ê bikişîne cem xwe. Lewma çiyayê Qendîlê bombe kir. Sivîl, koçerên li çiyê bombe kir. Em êrîşên li hemberî PKK'ê û li hemberî gelê sivîl şermezar dikin."
Hemo da zanîn ku li hemberî êrîşan gelê Bakurê Kurdistanê xweseriya demokratîk ragihandiye û ev nirxandin kir: "Ji aliyê sîstema xweser ve Rojava xwedî tecrûbeyekê ye. Bi bûyerên di sala 2011'an de li Sûriyeyê destpêkirin re, hemû saziyên dewletê vala bûbûn û bê fonksiyon mabûn. Leşkerên rejîmê û karmend nemabûn. Hêzên YPG/YPJ'ê dest bi parastina vê derê kirin. Ji bo em bi awayekî azad li vir bijîn, gel di nava aramiyê de be, ji bo dagirtina van saziyan bi şêweyê wekhev û adilane, bi şertê ku gelên Ereb, Asûrî, Suryanî û Çeçen di nava vê sîstema xweseriyê de cih bigirin, me ji bo çareseriya pirsgirêka heyî xweserî îlan kir. Weke Partiya Çep em tevlî îlana vê sîstemê bûn û me destek dan. Me dît ku ev sîstem dikare bersivê bide pirsgirêka li Sûriyeyê. Ev ye ji bo Bakurê Kurdistanê jî derbasdar e. Piştî ku êrîşên dewleta AKP'ê yên li hemberî Bakurê Kurdistanê zêde bûn, gel ev sîstema xweser ragihand. Ev sîstem wê ji bo Bakurê Kurdistanê bibe tecrûbeyeke nû. Weke Partiya Çep em vê erênî dibînin. Di dema pêş de wê li kîjan astengiyan rast bê, ev ê di dema pêş de xuya bibe. Lê belê pêşketineke erênî ye. Her wiha ji ber ku ev sîstem li parçeyê herî mezin ê Kurdistanê pêk tê, ev ê bandoreke erênî li her sê parçeyên din jî bike. Ji ber vê yekê ragihandina xweseriya demokratîk ji aliyê gelê me yê li Bakurê Kurdistanê hewldaneke mafdar e. Gelê me wê bi vê sîstemê re xwe bi xwe bi rêve bibe û li dijî êrîşên AKP'ê û dûvikên wê li ber xwe bide."
Hemo bal kişand ser hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di Newroza 2013'an de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û destnîşan kir ku ev pêşketinên erênî bûn.
Hemo helwest û nêzîkatiyên hevnegirtî yên Erdogan di nava 3-4 salan de nîşan da bibîr xist û got, "Ji ber vê yekê yekê pêvajoya aştiyê ay Rêber Apo gihand vê nuqteyê, xitimî. Bêsamîmiyeta Erdogan a li hemberî Kurdan û li hemberî Rêber Apo, derket holê. Erdogan di dema dawî de nahêle ti parêzer, rewşenbîr û rojnamevan biçe Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike. Sedema vê yekê zelal e. Erdogan hewl dide têkçûna xwe ya hilbijartinê binixumîne."
Hemo di dewama axaftina xwe de ragihandin ku di herikîna dîroka Tirk de hemû hikûmetan hewl dan vîna gelê Kurd bişikînin û got, "Her tim hewl daye şoreşên Kurdan ji holê rakin û ji bo vê armanca xwe jî derdorên cuda bi ser van şoreşan ve biriye. Lê belê alîgirên aştî û biratiya gelan û di vê oxirê de têdikoşin, wê bi ser bikevin. Yên ji bo hebûna xwe têdikoşin, yên xwedî li şoreş û şehîdên xwe derdikevin wê bi ser bikevin. Rêber Apo wê azad bibe. Her wiha di hilbijartineke gengaz de wê Erdogan ji ber vê helwesta xwe ya înkarê, careke din winda bike."