Fettah Es ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin spartin axê
Fettah Es ê li navçeya Gever a Colemêrgê di êrîşa polîsên Tirk de bi giranî birîndar bû û ji ber zêde xwîn winda kir jiyana xwe ji dest da spartin axê.
Fettah Es ê li navçeya Gever a Colemêrgê di êrîşa polîsên Tirk de bi giranî birîndar bû û ji ber zêde xwîn winda kir jiyana xwe ji dest da spartin axê.
Li navçeya Gever a Colemêrgê di êrîşa dewleta Tirk a bi çekên giran û hawanan li hemberî gelek taxên navçeyê de, yek ji esnafê Geverê Fettah Es ê bi guleya polîsan bi giranî birîndar bû û ji ber zêde xwîn winda kir jiyana xwe ji dest da hat defnkirin. Di merasîma cenaze de gotinên 3 zarokên Es, rê li ber hestyariyê vekir.
Cenazeyê Fettah Es ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hat wergirtin, anîn ber mala wî ya li Taxa Orman. Bi hezaran kesên li ber Mala Gel a li Taxa Cumhuriyet (Zagros) kom bûn, bi dirûşman ber bi mala Es dest bi meşê kirin. Girseya hat ber malê di bin bombeyên gazê û gulebarana polîsan a navçeyê de dirûşmên, “Şehîd Namirin” qîr kir.
Cenazeyê Es ê ji aliyê bira û zarokê wî hat hilgirtin, bi dirûşm û çepikan anîn Şehîdgeha Taxa Orman. Di meşê de Kurê Es ê biçûk got, “Wê xwîna bavê min li erdê nemîne.” Zarokên keç ên Es jî gotin ku dixwazin cara dawî bavê xwe bibînin.
Di tevahiya meşê de niştecihên taxê jî ku tevlî kortejê bûn, li goristanê nimêja cenaze hat kirin. Paşê cenaze bi dûa û rondikan spartin axê. Piştî defnkirinê rêzgirtin pêk hat. Parlamenterê Colemêrgê yê HDP’ê Abdullah Zeydan ê di merasîmê de axivî got ku li Geverê komkujî pêk hatiye û wiha dewam kir: “Em ê hesabê vê ji zaliman bipirsin.”
Zeydan piştî axaftina xwe ji bo meşa sibê saet 10.00’an wê li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê destpê bike banga tevlîbûnê li gel kir.
Birayê Es, Muhyet Es jî anî ziman ku tevî komkujiyan jî wê di aştiyê de bi israr bin û got: "Zaliman birayê min qetil irin. Zarokên wî yên biçûk bê bav hiştin. Lê tevî her tişî jî em ne tolê aştiyê dixwazin.”
Girse piştî merasîma cenaze derbasî barîkatên ku li semtên Cumhuriyet, Gungor, Kanî Heyder, Kurukoy û Yenîmahalle hatine danîn bû û nobeta xwe dewam kirin.