Nasnameya 4 gerîlayên li Şirnexê jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku piştî çalakiya hêzên gerîla ya 26’ê Tebaxê li hemberî Girê Ewlekariyê yê Tûgaya Şirnexê di encama êrîşên bi obus, hawan û helîkopteran de 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî parve kir: “26’ê Tebaxê saet 16.00’an hêzên me yên gerîla li hember tepê ewlekariyê yê Tugaya Şirnexê çalakiyek li dar xistine. Piştî çalakiyê hêzên me yên gerîla dema vedikişiyan cihê li hember tîmeke me ya gerîlayan bi helîkopterên kobra, hawan û obusan êrîş pêk hatiye. Di encama van çalakiyan de 4 gerîlayên me şehîd ketine.

Sîcîlên hevalên me yên şehîd ketine:

Nasnav: Kamûran Cûdî

Nav-Paşnav: Mûsa Ongun

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Xoxe – Husnî

Dîrok û cihê şehadetê: 26’ê Tebaxa 2015 / Şirnex

Nasnav: Evîndar Gelî

Nav-Paşnav: Aysel Bor

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dîrok û cihê şehadetê: 26’ê Tebaxa 2015 / Şirnex

Nasnav: Devrîm Dîgor

Nav-Paşnav: Fîgen Ereneşsû

Cihê jidayikbûnê: Qers

Dayik-bav: Hanîfe - Tevfîk

Dîrok û cihê şehadetê: 26’ê Tebaxa 2015 / Şirnex

Nasnav: Botan Cûdî

Nav-paşnav: Gabar Tûtûk

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-bav: Navze - Saît

Dîrok û cihê şehadetê: 26’ê Tebaxa 2015 / Şirnex”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 4 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane got: “Çar gerîlayên me yên di dîrokên cuda de tevlî nav refan bûne, di demeke ku êrîş û komkujiyên bêperwa yên li dijî gelê me tên pêkanîn çalakî li dar xistin, tevlî karwanê şehîdên azadiyê bûn. Em çar hevalên xwe yên di têkoşîna xwe de bawerî û biryardariyeke mezin dijiyan, bi ezim û coş meşeke milîtanî nîşan didan bi rêz û hurmet ku bi bîr tînin, em diyar dikin bi biryardarî xwedî li têkoşîna wan derkevin.” 

...