Heyeta rojnamevanan a li Farqînê tê tehdîdkirin

Rojnamevanên ji bo lêkolînan li Farqînê ne, ji aliyê tîmên taybet ve tên tehdîdkirin. TOMA’yan heta hewşa şaredariyê dan pey rojnamevanên xwestin biçin herêma pevçûnê.

Heyeta rojnamevanan a serokên TGS û Basin-Îş jî di nav de li Farqînê ne.

Rojnamevanên çûn herûma pevçûnê û xwestin bi gel re biaxivin rastî astengiyê hatin.  TOMA’yan heta hewşa şaredariyê dan pey rojnamevanên xwestin biçin herêma pevçûnê.

Nûçegihana ETHA’yê Îsmînaz Ergun a bi heyetê re li navçeyê re got: “Qedexeya derketina derve heye. Lê wek komeke rojnamevan ji bo karê xwe em derketin derve. Dema em ber bi herêma pevçûnê diçûn bi TOMA û wesayîtên zirxî pêşiya me hat girtin. Heta demekê em şopandin. Paşê gotin em ê guleyan berdin. Gule berdan koma beriya me çûbû. Me jî niha xwe spartiye mizgeftekê.”

Rojnamevan careke din derketin derve û ber bi herêma pevçûnê ve meşiyan. Cara duyem ku pêşiya rojamevanan hat birîn, TOMA’yan da pey rojnamevanan. Rojnamevanên xwe spartin hewşa şaredariyê li vir daxuyaniyek dan. Serokê Giştî yê Sendîkaya Basin-Îş a DÎSK’ê Farûk Eren got: “Hemû dikan girtîne. Me xwest em biçin herêmên pevçûn rû didin, lê bi TOMA û wesayîtên zirxî  pêşiya me girtin. Gotin eger hûn belav nebin em ê mudaxele bikin. Nahêlin rojnamevan li vir karê xwe bikin.”

'LI VIR TERORA DEWLETÊ HEYE'

Serokê Giştî yê TGS’ê Ûgûr Guç jî wiha axivî: "Dewlet ji bo şer bidomîne timî aloziyê zêde dike. Hevalên me yên rojnamevan hewl didin vê rastiyê nîşan bidin. “

Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Azad Hakki Boltan jî diyar kir hatina rojnamevanan a herêmê girîng e û got, “Dixwazin li vir rastiyan ji gel veşêrin. Di vê çarçoveyê de ziyareta hevalên me yên rojnamevan bi qismî be jî wê ji bo derbaskirina dîwarê sansurê xizmetê bike.”

Heyeta rojnamevanan piştî daxuyaniyê ji Farqînê ber bi Licê ve ketin rê.