'Dawî li bêhiqûqiyê bîne, girtiyan berde'
Hevserokên Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk Anli û Işik, nerazîbûn nîşanî AKP'ê dan ku konsepta şer dimeşîne. Anli û Işik bang li AKP'ê kirin ku dawî li kiryarên xwe yên li dijî hiqûqê bîne.
Hevserokên Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk Anli û Işik, nerazîbûn nîşanî AKP'ê dan ku konsepta şer dimeşîne. Anli û Işik bang li AKP'ê kirin ku dawî li kiryarên xwe yên li dijî hiqûqê bîne.
Hevserokên Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk Anli û Işik, nerazîbûn nîşanî AKP'ê dan ku konsepta şer dimeşîne. Anli û Işik bang li AKP'ê kirin ku dawî li kiryarên xwe yên li dijî hiqûqê bîne.
Hevserokên Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk Firat Anli û Çîmen Işik, der barê polîtîkaya şer a AKP'ê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, di rojên herî nêzî aştiyê de li çar aliyên welêt cenaze tên veşartin, girtin û binçavkirinên kêfî zêde bûne, bi navê 'Herêma Ewlekariya taybet' hewl hatiye dayîn herêm bêmirov bê hiştin û hat destnîşankirin ku di oxira daxwaza desthilatdariyê de qanûn û Destûra Bingehîn tên binpêkirin.
'TÊ WATEYA; ISRARA DI NEÇARESERIYÊ DE'
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Bi rêya medya şems li dijî siyasetmedar û hevşaredarên Kurd şer hatiye îlankirin. Bi weşan û zimanê siyasetê yê cihêkar, mezhebî û tevdanê re, mirov û sazî hedef hatin nîşandan û welat ber bi şerekî navxweyî ve hat dehfdan."
Hevserokan bibîr xistin ku hevşaredarên wan, bi hinceta 'xwerêveberiyên' dewletê red nakin û daxwaza rêvebirina xwe dikin, hatine binçavkirin û girtin û gotin, "Herî dawî Hevşadarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglû û Nûrûllah Çîftçî, Hevşaredara Farqînê Yuksel Bodakçi, Hevşaredarên Sûrê Seyîd Narîn û Fatma Şik Barût bi van hincetan hatine girtin. Girtina nûnerên gel ên bi rêjeyeke bilind a deng hatine hilbijartin, tê wateya israra di neçareseriya pirsgirêka Kurd de."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku xwerêveberî tê wateya rêveberiya xwecihî û hat gotin, "Ev nêrîn di rêziknameya partiyê ya DBP'ê de cih digire û demeke dirêj e ji aliyê siyasetmedarên Kurd ve tê parastin. Di heman demê de li ser vê daxwaza siyasî bi hikûmetê re muzakere hatiye kirin."
'BILA HIKÛMET BI BERPIRSYARÎ RABE Û DAWÎ LI KIRYARÊN XWE YÊN LI DIJÎ HIQÛQÊ BÎNE'
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê bêyî dereng bimîne rêbaza bêdengkirina mûxalefetê bi şer, mirin, kuştin û operasyonên siyasî were terikandin û hat gotin, "Em dixwazin demek ji ya din zûtir hevşaredarên me, endamên me yên meclîsê û rêveberiyên partiya me yên hatine girtin, werin berdan. Di demeke ku her roj bi dehan bedenên ciwan tên veşartin de em bang li hikûmetê dikin ku bi berpirsyarî rabe û dawî li pêkanînên xwe yên kêfî bîne."