KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
4 kes li Erxeniyê hatin girtin
Li navçeya Erxenî ya Amedê ji 7 kesên ku roja berê di serdagirtina malan de hatibûn binçav kirin 4 ji wan hatin girtin. -
Di civîna partiyên Başûr de lihevkirin çênebû
Civîna 5 partiyên siyasî ya ji bo çareserkirina krîza serokatiyê ya Başûrê Kurdistanê pêk dihat bi dawî bû. -
Colemêrgê got, ‘Dest nede vîna min’
Li Colemêrgê ji bo şermezarkirina operasyonên siyasî yên qirkirinê bi pêşengiya Pêkhateyên Demokrasî û Kedê meşek girseyî hat lidarxistin. -
Tevgera polîs û leşkeran li Farqînê dîsa destpê kir
Tevgera polîs û leşkeran a li navçeya Farqîn a Amedê dîsa destpê kir. Rêyên ketin û derketinê yên navçeyê hatine girtin, di rêya Taxa Boşatê de li pey hev teqîn çêbûn. -
Polîsan li Şirnexê Taxa Yenî dorpêç kirin
Li Şirnexê Taxa Yenî ji aliyê polîsan ve hat dorpêckirin û bi wesayîtên zirxî jî hat dorgirtin. Ji taxê dengê guleyan tê. -
Gelê Farqînê: Ne hevşaredar aştî hat girtin
Gelê Farqînê nerazîbûn nîşanî girtina hevşaredarên Farqîn û Sûrê dan. Farqîniyan gotin, “Ne hevşaredar, aştî hat girtin.” -
Gerîlayê HPG’ê Gunduz ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
HPG'yiyê bi navê Murat Gunduz (Berxwedan Karker) ê li navçeya Sûr a Amedê di operasyona polîsên tîmên taybet de hate qetilkirin, ji aliyê bi hezaran kesî ve hate oxirkirin. -
Kesên di komkujiya Zîlanê de jiyana ji dest dabûn hatin bîranîn
Cangoriyên Komkujiya Zîlanê yên di sala 1930'an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin li Ada Xeybeyê hatin bîranîn. -
Nasnameya 3 şervanên YPG’ê hat aşkerakirin
YPG’ê nasnameya 3 şervanên di berxwedana Dibistana Serzorî de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir. -
Çeteyên El Nusra endamekî YPG’ê revandin
Fermandariya YPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku endamê wan Cemal ê Karê Têkiliyên Derve dikir dema li derveyî Kantonê li ser erka xwe bû ji aliyê Cephet El Nusra ve hatiye revandin. -
Mertalên zindî ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin
Welatiyên ku dixwestin biryara “qedexeya qadên ewlehiyê” şermezar bikin û li hemberi operasyonan rawestin, rastî astengkirina leşker û polîsan hatin. Sekna welatiyan a li di bin germa zêde berdewam dike. -
HPG: Di çalakiyan de herî kêm 44 leşker hatin kuştin
Gerîlayan di serî de li Heftanîn, Şirnex, Colemêrgê, Amed û Wanê li gelek herêman çalakiyên bi bandor pêk anîn. Di çalakiyan de herî kêm 44 leşker hatin kuştin, gelek wesayîtên leşkerî hatin rûxandin. -
Hevşaredarên Colemêrgê hatin girtin
Hevşaredarên Colemêrgê Nurullah Çîftçî û Dîlek Hatîpoglu û Hevserokê Rêxistina Navçeyê ya Navend a HDP’ê Îsmaîl Sîhat Kaya yên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin, hatin girtin. -
Cenazeyê Husên ê YPG'yî şandin Helepçeyê
Cenazeyê şervanê YPG'ê Dana Husên (Rakan) Helepça) ber bi Başûrê Kurdistanê ve hat şandin. -
'Kurd wê li ber êrîşan serî netewînin'
Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan di axaftina xwe ya li 3. Kongreya Awarte ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) de destnîşan kir, ku Kurd wê li hemberî êrîşan ji têkoşîna xwe venegerin. -
Li Farqînê şewata ji aliyê leşkeran ve hat derxistin didome
Li navçeya Amed Farqînê, ji ber guleyên ji qereqola di navbera taxên Boşat û Şevlera hatin reşandin li qada daristanî derket, dewam dike. -
3. Kongreya DBP'ê ya Awarte li Enqereyê destpê kir
3. Kongreya DBP'ê ya Awarte destpê kir. Di kongreyê de ku gelek siyasetmedar lê amade ne, ji bo hevserokatiya dîwanê Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan û Hafîze Îpek hatin hilbijartin. -
DAIŞ mayînan li derdora Gora Xatûniyê bi cih dike
Çeteyên DAIŞ'ê ji bo pêşî li operasyoneke şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî Hoole ya Şengalê bigirin, mayînan li derdora Gola Xatûniyê bi cih dikin. -
Şerê qirêj ê AKP'ê li Toûloûse hat şermezarkirin
Polîtîkayên şerê qirêj ên dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne, li Başûrê Fransa bajarê Toûloûse bi mîtîngekê hat şermezarkirin. -
Li Marsîlyayê terora dewletê ya li Gimgimê hat protestokirin
Terora dewleta Tirk a li navçeya Mûş Gimgimê, li bajarê Fransa Marsîlyayê hat protestokirin. -
Siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak hat bîranîn
Siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak di salvegera 3. a mirina xwe de, li bajarê lê dawî li jiyana xwe anî ji aliyê hevrêyên xwe ve hat bîranîn. -
Gundiyên Êlihê li ser mehseran e
Li Êlihê tevî ku germa îsal li gorî salên bihurî dijwartir bû, fêkî zûtir residîn. Gundiyên debara xwe bi rezan dikin, çûn ser mehseran. -
Polîsan êrîşî meşa li Amedê kirin
Koma êrîşa polîsan a li navçeya Sûr a Amedê protesto kir rastî êrîşa polîsan a bi gaza îsotan û bombeyên gazê hat. -
Qada mertalên zindî çalakiyê pêk tînin tê bombekirin
Li sêgoşeya navçeyên Licê-Hênê-Karaz a Amedê, li herêma ku li hemberî operasyonên leşkerî mertalên zindî nobet lê digirtin ji aliyê helîkopterên Skorskî ve tê bombebarankirin. -
Yuksekdag: Îradeya vê hikûmetê ya aştiyê bike nîne
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag got, “Vê hikûmeta heyî ji bo pêkanîna aştiyê xwesteka xwe ya herî biçûk winda kiriye. Kêrhatin û îradeya ku aştiyê saz bike tine ye.”