Colemêrgê got, ‘Dest nede vîna min’

Li Colemêrgê ji bo şermezarkirina operasyonên siyasî yên qirkirinê bi pêşengiya Pêkhateyên Demokrasî û Kedê meşek girseyî hat lidarxistin.

Li Colemêrgê endamên Pêkhateyên Demokrasî û Kedê, DBP û HDP’ê li ser operasyonên qirkirinê û girtina Hevşaredarên bajêr Dîlek Hatipoglu, Nûrullah Çîftçî, meşa “Dest nede vîna min” li dar xistin. Meş ji ber avahiya DBP’ê destpê kir û heya ber avahiya şaredariyê domiya. Di meşê de pankartên ku li ser “Ew kesên ku vîna me nas nekin, em jî nas nakin” û “Em ê bi qîrîna azad a jinan xwe bi rêxistin bikin, hesabê hevrê Ekîn Van bipirsin” dinivîsin hatin vekirin. Dema meşê destpê kir gelek kesên sûkê jî bi dirûşman beşdarî meşê bûn û di meşê de dirûşma “Tundî nikarin me ji rêya xwe vegerînin” hat berzkirin.

Li gel gelek welatiyan, Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan, rêveberên HDP û DBP’ê, endamên saziyên sivîl ên civakî û Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî meşê bûn.

Hevseroka HDP’ê ya bajêr Zeynep Besî Dara li ber avahiya şaredariyê axivî û diyar kir ku divê her kes ji bo aştiyek mayîn de dengê xwe derxe û li hember tundiyê rabe ser piyan.

‘HEKE VÎNA VÎ GELÊ NEYÊ NASKIRIN EM JÎ WE NAS NAKIN’

Piştre parlamenter Akdogan axivî û girtina siyasetmedarên Kurd şermezar kir. Akdogan destnîşan kir ku nêzîkatiya dewletê ya li hember vîna Kurd nêzîkatiya 90 sal ewilî ye û wiha got: “Hûn mecbûr in ku vîna vî gelî qebûl bikin. Ti kesên hatine tayînkirin di ser kesên hilbijartî de nîn e. Ev girtin jî ne hiqûqî ne, bi fermana qesrê tên kirin. Her kes ne mecbûr e ku li gorî kesê ‘Qesrê’ bifikire.”

Akdogan bi lêv kir ku wan soza demokrasî, hiqûq û mafên mirovan daye gelên Tirkiyeyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê her kes başzanibe ku ev binçavkirin me natirsînin. Em li pişt vîna xwe ne. Heke hûn wê vînê û deokrasiya herêmî nas nekin em jî we nas nakin.”

Girse piştî axaftinan bi dirûşman belav bû.