Li Farqînê şewata ji aliyê leşkeran ve hat derxistin didome
Li navçeya Amed Farqînê, ji ber guleyên ji qereqola di navbera taxên Boşat û Şevlera hatin reşandin li qada daristanî derket, dewam dike.
Li navçeya Amed Farqînê, ji ber guleyên ji qereqola di navbera taxên Boşat û Şevlera hatin reşandin li qada daristanî derket, dewam dike.
Şêniyên herêmê hewl didin şewatê vemirînin, lê belê heta niha qadeke zêdeyî 5 hezar donimî şewitiye.
Li navçeya Amed Farqînê, ji ber guleyên ji qereqola di navbera taxên Boşat û Şevlera hatin reşandin li qada daristanî derket, dewam dike. Duh danê êvarê gerîlayên HPG'ê bi çekan êrîş birin ser qereqolê û piştre leşkeran herêma daristan gulebaran kirin. Şewata ku di encama gulebarana leşkeran de derket li derdora taxa Sêdeqnê berdewam dike û hate zanîn ku heya niha 5 hezar donim erd şewitiye.
Şêniyên Sêdeqnê ku ji bo agir vemirînin çûn cihê şewatê anîn ziman ku di nav 20 rojên dawî de di şewatên ku bi gulebarana leşkeran de derketine de li ser 20 hezar donim erd şewitîne.
Keyayê taxa Sêdeqnê ku ew jî hewl dide agir vemirîne anî ziman ku ew danê sibehê bi şewatê hesiyane û got: "Şewat duh danê êvarê bi gulebarana leşkeran derket. Danê sibehê em li gundên derdor jî geriyan. Di saetên sibehê de em li gel gundiyan hatin. Li pişt gundikê Gomê û li derdora şantiyeya bendavê şewat hebû. Ev bi saetan e em 50-60 kes hewl didin agir vemirînin. Tu rayedarek dewletê nehate alîkariya me. Di şewata ku duh danê êvarê derket de heta niha 5 hezar donim daristan şewitî û şewat hînê jî dewam dike."