BI DÎMEN

Gundiyên Êlihê li ser mehseran e

Li Êlihê tevî ku germa îsal li gorî salên bihurî dijwartir bû, fêkî zûtir residîn. Gundiyên debara xwe bi rezan dikin, çûn ser mehseran.

Li Êlihê tevî ku germa îsal li gorî salên bihurî dijwartir bû, fêkî zûtir residîn. Gundiyên debara xwe bi rezan dikin, çûn ser mehseran.

Li Kurdistanê çanda tirî û dimsê ku xwarina herî zêde di zivistanê de tê bikaranîn e, hînê tê parastin. Tevî qedexeyên di bin navê 'Herêma Ewlekariyê' tên meşandin jî gundiyan tirî çinîn û dest bi karê xwe yê li ser mehseran kirin. Gundiyên li rezên li quntarên Çiyayê Kiranê yên gundê Basorkê dest bi çêkirina pelûlê kirin. Bi vê pelûlê re gundî bastêqê çêdikin. Di vî karî de gundî alîkariyê didin hev. Malbatên ku rezên wan demsalekê ji ber nexweşî yan jî karesateke xwezayî şîn nebe, ji rezên din ên gundiyan alîkarî tê dayîn. Her wiha mewîz, gûz, bihîv, fistik û xwarinên din ên ji bo zivistanê, bi hev re parve dikin.

Karê gundiyan ê çêkirina bastêq û mewîjan wê mehekê dewam bike. Ji ber ragihandinên 'herêma ewle', gundî ji ber rîskan mehek berê dest bi karê xwe kirin.

...