Kesên di komkujiya Zîlanê de jiyana ji dest dabûn hatin bîranîn
Cangoriyên Komkujiya Zîlanê yên di sala 1930'an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin li Ada Xeybeyê hatin bîranîn.
Cangoriyên Komkujiya Zîlanê yên di sala 1930'an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin li Ada Xeybeyê hatin bîranîn.
Cangoriyên Komkujiya Zîlanê yên di sala 1930'an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin li Ada Xeybeyê hatin bîranîn
Li navçeya Erdîş a Wanê, 15 hezar cangoriyên Komkujiya Zîlanê li Taxa Hasanabdal li Ada Xeybê bi pêşengiya KURDÎ-DER hatin bîranin. Parlamenterê HDP'ê ya Wanê Lezgîn Botan, rêvebirên HDP, DBP, KJA û KCD'ê, Hevşaredarê Erdîşê Abdurrahman Çağan û gelek welatî tevlî bîranînê bûn. Bi sedan kes li ber gora komî pankarta "Em kujerên Zilanê, Roboskî, Dêrsimê, Helepçê, Şengalê û Sînemaya Amûdê lanet dikin" hilgirtin.
Hevserokê KURDÎ-DER'a Erdîşê Şakîr Asil anî ziman ku polîtîkayên îmha û înkarê yên 85 sal berê hê jî berdewam dikin û her roj komkujiyek nû tê jiyin. Asil axaftina xwe wiha berdewam kir: "Niha li Zîlanê pîr û kalên me bê gor radizên. Tenê ji ber ziman û nasnava xwe hatin qetilkirin. Em dixwazin yekser ev komkujî werin ronîkirin û car din komkujî neyên jiyin."
'FERASETA KOMKUJIYÊ NEGUHERÎ'
Parlamenterê HDP'ê Lezgîn Botan jî anî ziman ku bi Komkujiya Zîlanê re mirovahî jî miriye û wiha pêde çû: "Neviyên ew kesên ku bi salan berê Kurd qetil kirin îro kevneşopiya komkujiya Kurdan berdewam dikin. Tenê navê feraseta 85 sal berê guherî."
Piştî axaftinan girse qurnefîlan danî geliyê Zîlanê.