DAIŞ mayînan li derdora Gora Xatûniyê bi cih dike
Çeteyên DAIŞ'ê ji bo pêşî li operasyoneke şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî Hoole ya Şengalê bigirin, mayînan li derdora Gola Xatûniyê bi cih dikin.
Çeteyên DAIŞ'ê ji bo pêşî li operasyoneke şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî Hoole ya Şengalê bigirin, mayînan li derdora Gola Xatûniyê bi cih dikin.
Çeteyên DAIŞ'ê ji bo pêşî li operasyoneke şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî Hoole ya Şengalê bigirin, mayînan li aliyê Şengalê yê mezintirîn gola Rojavayê Kurdistanê Gola Xatûniyê bi cih dikin.
Mezintirîn gola Rojava Gola Xatûniyê, 50 kîlometre li aliyê rojhilat ê Hesekê ye. Di gola ji çiyayê Şengalê heta Rojavayê Kurdistanê li qadeke 6 kîlometreçarçike de, masiyên Masîpank, Rûm, Kerb, Ebyad (Spî), Cîrî û Marmasî dijîn. Gola Xatûniyê yek ji golên herî zêde masî lê hene, ye.
Ji sedî pêncîpênc ê golê ziwa bûye. Li gorî hin gotinan, navê golê ji xwişka Selahaddîn Eyyûbî Xatûn tê. Li gorî hin gotinên din, navê xwe ji eşîra Xanûtiyê ya li herêmê dijî, digire.