Siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak hat bîranîn

Siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak di salvegera 3. a mirina xwe de, li bajarê lê dawî li jiyana xwe anî ji aliyê hevrêyên xwe ve hat bîranîn.

Siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak di salvegera 3. a mirina xwe de, li bajarê lê dawî li jiyana xwe anî ji aliyê hevrêyên xwe ve hat bîranîn. Di bîranînê de hat gotin, "Fêmkirina têkoşînê fêmkirina Cemal Kavak e."

Siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak di salvegera 3. a mirina xwe de, li bajarê Awûstûrya Înnbruckê cihê lê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hevrêyên xwe ve hat bîranîn. Di merasîma li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Înnsbruckê de tevî kurê Kavak Eyup Kavak gelek Kurdistanî amade bûn.

Li salona ji wêneyên Kavak û Ocalan, merasîm di şexsê Kavak de ji bo bîranîna hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre kurê Kavak Eyup Kavak mafê axaftinê wergirt.

Kavak bal kişand ser girîngiya cangoriyan di nava têkoşîna azadiyê de û got, "Nirxê herî mezin ê gelê Kurd gihand van rojan, şehîd e. Wezîfeya herî mezin a dikeve ser milê me jî, dewamkirina mîrateya wan a li cihê maye, ye." Kavak diyar kir ku fêmkirina bavê wî Kavak fêmkirina têkoşînê ye û got, "Ala azadiyê ya şehîdan li dû xwe hiştin, wezîfeya her Kurdî ye ku di her şert û mercî de bilind bikin."

Li dû Kavak li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Îlhan Dêrsim peyivî û di şexsê Kavak de bi bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest bi axaftina xwe kir. Dêrsim bal kişand ser bûyerên dawî û rewşa siyasî ya li Kurdistanê û diyar kir ku divê Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, li dijî şerê Erdogan ji bo desthilatdariya xwe daye destpêkirin, li ser piyan be.

Merasîma bîranînê piştî nîşandana sînevîzyonê li ser têkoşîna Kavak, bi dawî bû.

...