Di civîna partiyên Başûr de lihevkirin çênebû

Civîna 5 partiyên siyasî ya ji bo çareserkirina krîza serokatiyê ya Başûrê Kurdistanê pêk dihat bi dawî bû.

Civîna 5 partiyên siyasî ya ji bo çareserkirina krîza serokatiyê ya Başûrê Kurdistanê pêk dihat bi dawî bû.

Îro saet 10.00’an YNK, PDK, Tevgera Goran, Partiya Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistan û Komela Îslamî ya Kurdistan ji bo çareserkirina krîza serokatiyê careke din kom bûn. Hat ragihandin ku di civîna ji çapemeniyê re girtî pêk hat, lihevkirinek çênebû.

Piştî civînê Alîkara Serokê Komîteya Yasayan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê Bihar Mehmûd bersiva pirsên rojnamevanan da, diyar kir ku aliyan di civînê de nêrîn û fikrên xwe bi hev re parve kirine, lê negihiştine encamekê. Mehmûd wiha axivî, “Wê alî di 26’ê Tebaxê roja Çarşemê careke din li Hewlêrê bicivin.” Serokê Dîwana Serokatiyê ya rêveberiya herêma Kurdistanê Fûad Huseyîn jî got ku, wê cîvana roja Çarşemê li Hewlêrê bê kirin, wê bibe civîna dawiyê ku îro ya 4. pêk hat.

Di civîna ku îro li Silêmaniyê ya 4. pêk hat de, hat zanîn YNK, Tevgera Goran, Partiya Civaka Îslamî ya Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê careke din daxwaza xwe ya, “rayeyên Serokê herêmê sînordarkirin û li parlamentoyê hilbijartinê” anîn rojevê.

Hatibû ragihandin ku di civîna 3. ya li Hewlerê pêk hat li ser avakirina projeyeke hevpar û wê Komîteya Yasayan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî li ser vê projeyê bixebitin li hev kirine.