Li Marsîlyayê terora dewletê ya li Gimgimê hat protestokirin
Terora dewleta Tirk a li navçeya Mûş Gimgimê, li bajarê Fransa Marsîlyayê hat protestokirin.
Terora dewleta Tirk a li navçeya Mûş Gimgimê, li bajarê Fransa Marsîlyayê hat protestokirin.
Li bajarê Fransa Marsîlayyê bi dirûşmeyan "Şehîdên berxwedana Gimgimê rûmeta me ne" merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Di bîranîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de Felat Merînos peyivî û destnîşan kir ku yên li Gimgimê jiyana xwe ji dest dane, sembolên berxwedanê ne.
Li ser navê Malbatên Şehîdan Xeyrîn Demîr axivî û diyar kir ku ew ê hewl bidin hêjayî cangoriyan bin.
Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

