Gerîlayê HPG’ê Gunduz ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

HPG'yiyê bi navê Murat Gunduz (Berxwedan Karker) ê li navçeya Sûr a Amedê di operasyona polîsên tîmên taybet de hate qetilkirin, ji aliyê bi hezaran kesî ve hate oxirkirin.

HPG'yiyê bi navê Murat Gunduz (Berxwedan Karker) ê li navçeya Sûr a Amedê di operasyona polîsên tîmên taybet de hate qetilkirin, ji aliyê bi hezaran kesî ve hate oxirkirin. Bavê Gunduz Mehmet Gunduz anî ziman ku kurê wî li hemberî zilma li ser gelê Kurd canê xwe feda kiriye û got "Bila Erdogan kêf neke bi hezaran wekî kurê min hene."

HPG'yiyê bi navê Murat Gunduz (Berxwedan Karker) ê duh li navçeya Sûr a Amedê di êrîşa polîsên tîmên taybet de jiyana xwe ji desta da, li Goristana Yenîkoy ber bi rêwitiya xwe ya dawî hate oxirkirin. Cenazeyê Gunduz, piştî karên otopsî yên li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl, ji aliyê malbatê ve hate girtin û anîn Goristana Yenîkoyê. Cenaze, di ketina goristanê de ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin û li ser milan heya goristanê birin. Cenazeyê Gunduz li vir bi dûayan spartin axê.

Hevseroka MEYA-DER a Amedê Ayşe Dîcle axivî û got: "Hevalê Murat zilma li ser gelê Kurd qebûl nekir. Canê xwe ji bo gelê xwe da." Hevserokê DBP'ê Alî Şîmşek jî diyar kir ku bi van êrîşan nikarin vîna gelê Kurd bişkînin.

Bavê Gunduz Mehmet Gunduz jî di axaftina xwe got kurê wî ji bo gelê xwe canê xwe feda kiriye û wiha berdewam kir: "Ew çû lê yên wek wî pir in. Bila Erdogan zêde kêf neke, bi hezaran wekî kurê min hene."

Girse piştî merasîma cenazeyê çû cihê şîne ya li Mala Şînê ya Temiran.