Cenazeyê Husên ê YPG'yî şandin Helepçeyê

Cenazeyê şervanê YPG'ê Dana Husên (Rakan) Helepça) ber bi Başûrê Kurdistanê ve hat şandin.

Cenazeyê Husên ê di 12'ê Tebaxê de li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi sedan kesên ji Girkê Legê û Dêrikê hatin ve ji Nexweşxaneya Dêrikê hat wergirtin û bi konvoyeke dirêj a ji wesayîtan anîn Deriyê Sînor ê Sêmalka.

Di merasîma leşkerî ya li vê derê de fermandara YPJ'ê Zîlan Qamişlo peyivî û got, "Hevrê Rakan ê ji bo hilanîna tola komkujiya Helepçeyê tevlî refên YPG'ê bû, bi daxwaza xwe ya berxwedanê û bi fedekariya xwe re bû roniya rêya me. Ji bo hilanîna komkujiyên li gelê kurd hatine kirin, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ser şopa hevrê Rakan bimeşin."

Piştî axaftinan, belgeya şehadetê ya şervanê YPG'ê hat xwendin û ji bo li warê wî Helepçeyê bê veşartin ber bi Başûrê Kurdistanê ve hat şandin.